70 parlementerên Yekîtiya Ewropayê ji ber bombebarana esmanî ya li ser Şingalê, Tirkiye şermezar kirin û ragihandin: “Nabe ku Şingal bibe cihê şerê komên ciyawaz.”
Nivîsa ku ji aliyê 70 parlementerên Yekîtiya Ewropayê ve hatiye amadekirin û belavkirin, tê ragihandin ku di 25ê Nîsana 2017an de hêzên esmanî yên Tirkiyê bi ser Çiyayê Şingalê êrîş kirine û Kurdên Êzidî bûne qurbanî.
Herwiha parlementer di daxûyanîya xwe da aşkere dikin û dibêjin: “Em li dijî komkujiyê bi awayekî tund wê êrîşê şermezar dikin. Xemgîniya xwe ya ji bo wê navçeyê diyar dikin. Herwiha ew êrîş binpêkirina serweriya xaka Iraqê ye. Nabe ku Şingal bibe cihê şerê berjewendiya hin komên ciyawaz. Em ji raya navdewletî dixwazin, ku li çarçoveya serweriya xaka Iraqê û bi mafê xwerêveberiya êzidiyan, Şingalê biparêzin.”