Ji hefteyeke vir da, Kerkûk mijara sîyaseta Rojhilata Navîn kifş dike.
Ne tenê Kurdên Başûr û Iraq, Tirk û Ereb û Ecem, bi Kerkûkê ra radizên û bi Kerkûkê ra hişyar dibin.
Di xewnên xwe da kabûsan, kabûsên li ser Kerkûkê dibînin.
Ji tirs û xofê agirê wan derdikeve…
Dev û diranên wan li hev dikeve…
Ji xwîdanê, kiras û derpê wan şil dibe…
Bi hişyarbûnê va şa dibin ku xewne, lê belê îjar xewa wan direve…
Tî û birçî derdikevin ser sergoyê ber derê xwe û bi kef û gefan dizûrin û dibêjin, „Kerkûk Bajarê Tirkmenan e“, „Kerkûk Bajarê Ereban e“ û „Kerkûk Iraq e, Iraq jî Kerkûk e“.
Gor Tirk û Ereb û Eceman, Kerkûk ji bilî Kurdan bajarê herkesî ye û bi ya wan be, tu car jî nabe bajarê Kurdan…
Çawa ku Serokê Nemir, Mele Mistefa Barzanî bi salan berê gotibû; “Kerkûk dilê Kurdistanê ye û ji Kurdistanê nayê veqetandin“.
Tirk û Ereb û Ecem jî bi gotinên xwe yên qirêj û bêbingeh dixwazin bi dûrxistina Kerkûkê va Kurdistanê bêdil bihelîn û careke din bifetisînin.
Xwedê şukir, ne dem dema berê ye, ne jî Kurd kurdên berê ne.
Îro zarok û nebîyên Barzanî bi dil û can li wesîyetê wî yên neteweyî xwedî derdikevin û dilê Kurdistanê weke ronîya çavên xwe diparêzin û dil û can bi hev ra girê didin.
Hefteyek piştî Newrozê, roja 27’ê Adarê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê civiya û biryar da ku Ala Kurdistanê li ser avahiyên hikûmî û sazî û dezgehên fermî yên li Kerkûkê were bilindkirin.
Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hefteyek şûnda jî gaveke din jî avêt û biryareke nû girt.
Gor ragihandina Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talabanî, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi piraniya dengan biryar daye ku giştpirsî were kirin. Hemû Tirkmen û Erebên resen ên bajêr jî piştgiriyê didine vê biryarê.
Rêbwar Talabanî dibêje, „eger ku hikûmeta Iraqê ji bo referandûmê kar neke û pêk neyne, wê demê mafê Parêzgeha Kerkûkê ye daxwaza alîkariyê ji Neteweyên Yekbûyî yan jî ji aliyeke din bike, heye. Dibe ji Herêma Kurdistanê jî daxwaza alîkariyê bike.“
Di nav çend rojan da ev her du biryarên ku ji alî kurdan va ji bo Kerkûkê hatine girtin, ne tenê ji bo Kerkûkê, ji bo pêşeroja Kurdistanê jî biryarên bingehîn û neteweyî ne.
Her du biryar jî careke din nîşan didin ku, dema ku Kurd bibin yek û bi ruhê kurdayetîyê tevbigerin, wê gavê bi ser dikevin û hemû astengên ku rê li wan girtine, yekoyek ji holê radibin.
Wek gotina Barzanî yê Nemîr, Kerkûk dilê Kurdistanê ye.
Kurdistan a bê Kerkûk weke jîyana bê dil e.
Îro, dil lêdixe û mizgînîya Kurdistan a Serbixwe dide…
04.04.2017
ikramoguz@navkurd.net