Di bin serokatîya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî da, PDK û YNK îro li Hewlêrê civiyan û hewl û xebatên ji bo lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê nirxandin.
Di daxuyanîya piştî civînê encamên nirxandin û gengeşyên her du aliyan yên li ser hewlên ji bo referandumê hate aşkerekirin.
Di daxuyanîyê da “Di berdewamiya civînên hevbeş ên navbera Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî, civîna hevbeş a her du polîtboruyan ji bo biryardan û lidûvçûna wan mijarên ku di civîna berê de gotûbêj li ser hatibûn kirin û komîte ji wan re hatibûn avakirin, hat encamdan” tê gotin.
Di derbarê her sê komîteyên ku ji bo serdankirina Bexdayê, serdana partî û aliyên siyasî û netewî yên Kurdistanê û civîna bi konsul û nûnerên welatên biyanî yên li Kurdistanê re hatibûn avakirin tê gotin ku, her sê komîte jî raporên xwe pêşkêşî civînê kirine û li ser her yekî biryarên pêwîst hatine dayîn.
Gor daxuyanîyê, PDK û YNK ji bo têkildarî referanduma serxwebûna Kurdistanê, bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikin û dibêjin, “Civînê daxwazek arasteyê kesûkarên şehîdan û pêşmergeyên netirs, hemû hêz û aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û medyakar û tevahiya gelê Kurdistanê kir, ku di vê proseya giring û netewî û niştimanî de hevkar û piştevanî bin”.
Di daxuyanîyê da behsa arîşe û pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê hatiye kirin û li ser wê yekê tê gotin: “Gotûbêj li ser hemû arîşe û pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê hat kirin û tekezî li ser xurtkirina hewlên me û bikaranîna hemû hêz û şiyanên me bi awayekê hevbeş ji bo dîtine rêyeke çareseriyê û piştevaniya rêkarên yasyaî û pêngavên saziyên fermî hat kirin”.