Pergala dinyayê li ser hêz û quwetê hatiye avakirin. Serdestên dinyayê dewletên xwedî hêz û quwet in. Qet kesek bi başî û qenciya xwe nikare bibe serdestê herêmekê an dinyayê. Tu çiqas qenc bî jî ew têra hukim û parastina mafê te nake. Edaleta dinyayê di hêz û berjewendiyê de ye.
Wek Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî dibêje: ‘’Bermîlek neft ji edaletê girantir e.’’ Ew kesên ku hêz û quwet di dest wan de ye edaletê li gor berjewendiyên xwe bi cîh tînin. Gelê kurd ji her kesî zêdetir wan kesên xwedî hêz û quwet nasdike.
Bi taybetî jî dewletên dagirker û emperyalist. Piştî hilweşandina dewleta Osmanî Kurd bi biratiya ummetê hatin xapandin. Piştî sed salî jî dixwazin Kurdan bi biratiya gelan bixapînin. Dijmin yek e, lê rêbaz cuda ne. Dewletên ku Kurdistan dagirkirinê qaşo Misilman in. Lê rêbazên ku li dijî Kurdan bi kar tînin ne Îslamî ne û ne jî Însanî ne.
Nizanim bala we jî dikişîne dema Kurd qale serxwebûnê dikin ummet tê bîra Tirk û Ereb û Eceman. Bi taybetî jî dema ku tengav dibin argumanên îslamî bi kar tînin, lê di dayîna heq û hiqûqan de Îslam tu carî nayê bîra wan. Kes nabêje we ummet kiriye 50 perçe û we Kurd kirine sêwiyê ummetê û hûn bi sedan salane dewlemendiya wan dixwin. 50 dewletên Misilmanan hene kes nabêje em ji bo ummetê bibin yek dewlet, dema ku Kurd dike bibin dewlet ummet tê bîra we.
Hûn tenê dizanin Îslamiyetê ji bo berjewendiyên xwe û dagirkirina Kurdistanê bi kar bînin lê, Kurd ne Kurdên berê ne. Kurd îslamiyetê jî û însaniyetê jî ji we pir çêtir dizanin. Kurd dizanin ku pêxemberê wan Hz. Mihemmed (SX.L) dibêje ku: ‚‚Ew kesên ku tiştekî ji bo xwe dixwazin heta ji bo birayê xwe yî misilman jî nexwazin ew nabin mumînê rast‘‚.
Ma dewletbûn ji we re helal e ji Kurdan re heram e. Wexta ku hûn misilmanin çira tiştên we yên ku hene hûn ji bo birayê xwe yê Kurd jî naxwazin û bi ser de jî hûn zimanê ku Xwedê teala daye wan înkar û qedexe dikin. Ma hûn nizanin ku Xwedê teala di sûreya Rûm ayeta 22’an de wanî dibêje: “We mîn ayatîhî xelkûssemawatî wel erdî wextîlafû elsînetîkum we elwanîkum înne fî zalîke leayatîl lîl alîmîn“.
Ango: “Afirandina erd û ezmanan û cihêbûna ziman û rengên we ji nîşanên Xwedê teala ne. Bêguman di vê de ji bo mirovên zana ders û îbret hene“. De îcar birayên Kurdan ên misilman hûn ji vê ayetê û hedîsa pêxember çi fehm dikin. Dewletbûna Kurdan heqe an na, Kurdistan mafê Kurdane an na, eger hûn bibên erê em ê jî bawer bikin ku hûn misilmanên rast in. Eger hûn bibêjin na, çi halê we heye bibînin û hûn nikarin li ber heqiyê bibin asteng. Hûn bivên nevin dê Kurdistan ava bibe.
Mixabin piştî xapandina di beriya sed salî îcar dewletên dagirker dixwazin gelê Kurd bi argumana biratiya gelan bixapînin. Wek me got dijmin her yek e û naguhere, lê argumanên xwe diguhere. Ên ku di beriya sed salî Kurd xapandin û ê ku dixwazin îro dîsa bixapînin heman kes in. Tenê şexs û rêbaz hatine guhertin. Li ser rûyê dinyayê bi sedan netew û bawerî hene. Hêz û quweta Kurdan tine ku di nav xwe de biratiyekê ava bikin. Kurd 40 mîlyon in û ji % 90ê wan misliman in. Lê dîsa jî di nav wan de tifaq û biratiyek ava nabe. Eger mirov nikaribe di nav civaka Kurdan de ku ewqas homojen e biratiyekê çêbike mirov çawa karibe di nav çar dewlet û neteweyan de biratiyê ava bike.
Gotineke pêşiyan a Kurdan dibêje: ‘’Binêre li hewşê bibîne rewşê“. Rewşa me ev e em hîn ji derdê xwe re nebûne derman. Em ê çawa ji dinyayê re bibin derman. Pêwîst e Kurd realîst bin û dev ji van fikrên dûrî aqilan berdin. Hêz û quweta me tine ku em biratiya ummetê an biratiya gelan pêk bînin, lê hêz û quweta me heye ku em axa xwe rizgar bikin. Lazime em ji bo azadiya xwe bixebitin.
Kurdno! Hêviya xwe ji Tirk û Ereb û Farisan bibirin. Neyar her neyar e. Li hêviyê nesekinin ku ev gelên dagirker Kurdistanê bidin we. Di navbera Kurdan û ev gelên dagirker de tu tifaq ava nabe û ev gelanan tu carî ji we re nabin bira. Ji bo wê dev ji tifaq û biratiya van gelanan berdin. Maslahatê gelê Kurd ne di biratiya ummetê û gelan de ye. Maslahata wan di serxwebûna Kurdistanê û dewletbûnê de ye.
03.04.2017