Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û berdevkê wê partiyê Mehmûd Mihemed got biryar hate dayîn ku referanduma serxwebûna Kurdistanê di sala 2017ê de were pêkanîn.
Polîtburoyên her du partiyên sereke yên Başûrê Kurdistanê, PDK û YNK li Hewlêrê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 2yê Nîsanê li ser mijara referandûm û serxwebûnê civiyan û li ser çêkirina du şandên hevbeş bo serdankirina Bexdayê û aliyên siyasî yên Kurdistanê biryar dabûn.
Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed diyar dike ku YNK û PDK li ser mijarên referandûm û serxwebûna Kurdistanê hemraman in.
Mehmûd Mihemed tîne zimand ku divê par biryara referandûmê hatiba dayîn û dibêje: “Lê hêjî ne derenge, li pêşiya me derfertên girîng hene. Rewş ji bo serxwenbûnê guncav e.”
Mihmed radigihîne ku helwesta PDK û YNKê ya derdarbarê referandûm û serxwebûnê de ji bo kesên li dijî hevgirtiya kurdan dê dibe bersiveke baş û wiha didomin: “Helwesta hevbeş a kurdan li hemberî Bexda ya derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê de bû derfet ku çend hevrikiyên di navbera aliyên siyasî de ji holê rabe. Herwiha biryara Parlamentoya Iraqê jî bû sedemeke din kurd ji Iraqê cuda bibin.”
Berdevkê PDKê herwiha amaje dike ku ew ji bo careke din, Kurd rûbirûyê karesateke nebin serxwebûnê dixwazin û heger derfeta kesekî wekî Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malîkî çêbibe dê wekî Sedam Hisên bîne serê Kurdan û dibeje: “Me hêvî nedikir ku Erebên Şîe jî wekî Beisiyan li me bikin.”