Berdevkê Koşka Spî Sean Spicer got, heta ku Serokê Sûriyê Beşar Esed li ser desthiltdariyê be aştî û aramî li wî welatî pêk nayê.
Berdevkê Koşka Spî Sean Spicer li ser dahûtuya Beşar Esed û bertekên Amerîkayê yên ji ber çekên kîmyawî dane Sûriyê daxuyanî da.
Sean Spicer amaje kir ku rêvberiya ku li hemberî gelê xwe çekên kîmyawî bikar tîne ne mimkûn e ku aştî û aramiyê li welatê xwe bicî bike û got: “Hitler jî bi qasî ku çekên kîmyawî bi kar bîne xwe bîçûk nekir.” Pişt re jî ragihand ku bi vê gotinê xeletî kiriye û ne dixwest ku Esed û Hitler bide ber hev û ji ber vê jî lêborîna xwe xwest.
Spicer diyar kir ku di şerê Duyemîn ê Cîhanê de jî çekên kîmyawî nehatine bikaranîn lê li Sûriyê tê bikaranîn.
Berdevkê Koşka Spî wiha domand: “Hitler jî bi qasî çekên kîmyawî li hemeberî gelê xwe bikar bîne nemerd nebibû.”
Bi gotina Sean Spicer yekem armanca wî li Rojahilata Navîn jinavbirina DAIŞê ye û pişt re eger Rûsya û welatê din bibe alîkar xelkê Sûrî dê bikaribin ji xwe re rêveberiyeke nû hilbijerê.