Sedem Spasnameya Wezaret a Peşmergeyên qehreman, em pir şad û bextewar bûn.
Roja 26’ê Adarê li Almanya li bajarê Bielefeldê, di Eywanga Beledîyê da, Bingeha Laleş derindêziyêk (merasim) baş amade kiribû. Ji bo dayîna Belgeya Spasname û Xelatên Wezaret a Peşmerge, gelek kes hatibûn vexwendin, rojnamevan û nûçevanê Alman û Kurd, malper û nivîskar, Peşmergêyên Xazî. Berdevkê Wezaret a Peşmerge, Birêz Helgurd Hikmet, Nûnerê Hukûmeta Kurdistanê yê Berlinê Birêz Dilşad Barzanî û Serokê Bingeha Lalêş Birêz Khalat Shex Morad, Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê Birêz Heyder Şeşo û gelek mêvanên qedirbilind beşdar bibûn.
Belgeya Spasnameya ji bo malpera navkurd.net’ê li ser navê berpirsyarê malperê Îkram Oguz min ji destê Birêz Helgurd Hikmet wergirt.
Ew roj ji bo min wek rojeke pîroz û taybet bû.
Ji bo vê yekê ez ji Peşmergeyên Gehreman û ji hem û rêveberîn wan ra hezar carî spas dikim. Bira Xwedê her dem a wan be û di doz û tekoşîna wan serfîrazî û serkeftinê bike para wan. Ez wek nivîskarê Navkurd’ê dikarim bibêjim ku, emê her dem û li her derê bibin dengê Peşmergeyên Qehreman, jiber ku serkeftin û serdestîya wan a bi mêrxasî, mizgînîya azadî û serxwebûna Kurdistanê ye.
31.03.2017