47 sal berê û di sala 1970 bo yekem car di dîroka dewleta Iraqî de bi fermî danpêdan bi mafên Kurd kir û biryara otonomiya Kurdistanê da, ku xwasteke sereke ya Şoreşa Îlonê û serkirdayetiya Kurd bû.
Roja 11ê Îlona 1961ê rêberê Tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî li dijî rejîma Iraqê li dijî rejîma Iraqê bo bidestxistina mafên gelê Kurdistanê şoreş da destpê kirin.
Armancên şoreşa mezin a Îlonê bidestxistina otonomî ya Kurdistanê bu, piştî neh salan xebata şoreşgerî seranserî Başûrê Kurdistanê, hikûmeta wê demê ya Iraqê naçar bû mafên gelê Kurdistanê nas bike û hikmê zatî ango otonomiya Kurdistanê bi rêkeftina dîrokî ya 11ê Adarê 1970ê ve pejirand û rêkeftin di navbera rêberê şoreşa Îlonê general Mistefa Barzanî û rejîma Iraqê de hat îmzekirin.
Ew rêkeftin bû rojeke dîrokî ya gelê Kurdistanê, ji ber vê gelê Kurdistanê gelek destkevtên siyasî û aborî bidestxist.
Piştî 4 salan rêkeftin ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hêdî hêdî hate binpê kirin û piştre li gel rêkeftina Cezayîrê ya 16.03.1975ê de dawî bi rêkeftinê anîn.