Li Bakurê Kurdistanê bi nêzikbûna giştpirsiyê re, pirsa dê “Erê” derkeve yan “Na” bûye nîqaşa sereke.
Li gorî hin lêkolîneran gelek hilbijêrên ku berê dengê xwe dane partiyên cuda, niha naxwazin bi heman şêweyî deng bidin. Lewre ew ji polîtîkaya HDPê jî û ji polîtîkaya AK Partiyê jî nerazînin. Ji ber vê yekê serê wan tevlihev e û nizanin dê çi bikin. Ji van re dibêjin hilbijêrên di navberê de mayî û wan hêj biryara xwe ya dawiyê nedaye.
Her ku hilbijartina giştpirsiyê li Tirkiyeyê nêzik dibe, nîqaş jî gurtir dibin. Niha li Bakurê Kurdistanê yek ji nîqaşa sereke ev e; gelo ew dengên AK Partiyê ku di hilbijartina 7ê Hezîranê de ji HDPê re çû û di 1ê Mijdarê de beşek wê dîsa li AK Partiyê vegeriya, niha dê ji “Erê” re biçe yan ji “Na” re.
Civaknas û lêkolîner Vahap Coşkun ku di heman demê de rêveberê Navenda Lêkolînên Siyasî ya Amedê DÎSAyê ye, di pencereyeke din li van hilbijêran dinêre.
Vahap Çoşkun wiha got: “Li aliyê AK Partiyê jî nerihetiyeke zêde heye. Di navberê de mane. Yên ji siyaseta HDPê nerihet in û mesafeyekî xistine nava xwe û partiyê, mêjiyê wan pir zelal nîn e. Ji ber ku ew ji siyaseta AK Partiyê jî aciz in. Yên mutlak dê bibêjin erê yan jî na serê wan pir rihet e. Lê yên ku di navberê de mane, serê wan gelekî tevlihev e.”
Hin lêkolîner jî dibêjin di lêkolînên wan ên beriya mehekî de ji sedî 17’ê hilbijêran bê biryar bûn û yan jî digotin ew ê neçin ser sandoqê. Lê ji ber gotinên tund ên rayedarên hikûmetê hejmara wan hilbijêran roj bi roj zelaltir dibe û nêzî dengê “na” dibin.
Rêveberê Şîrketa Lêkolînên Siyasî SAMERê Serhat Temel jî got: “Rojên ewil hejmara kesên ku bê biryar bûn, an jî fikra xwe nedigotin û yan jî digotin ew dê neçin ser sandoqan digihişt ji sedî 17-18an. Lê piştî ku li van bajaran zext û tundî zêde bû, fikra van jî roj bi roj guherî. Gelek kesên navberê niha zêdetir nêzî ser sandoqan dibin. Hejmar çiqas dibe bila bibe lê wisa dixuye ku di vê giştpirsiyê de rêjeyeke berbiçav a di navberê de hene ku hêj nizanin dê helwesteke çawa nîşan bidin. Ev hilbijêr niha ji aliyê partiyên siyasî ve ji nêz ve tên şopandin.”
Rudaw