Xwedê fahm û ferasetê bide Kurda…
Kurd, Kurdên ku ji sedsalan vir da, bi ax û çand û dîorka xwe parçebûyî û di navbera dewletên dagirker da parvekirî.
Kurdên ku di her parçeyekî da, ji hev dûr û di nav xwe da pîran pîran belavbûyî.
Kurdên ku bi hev ra neyar, bi neyarên xwe ra dost…
Kurdên ku ji hev ra şêr, ji neyarên xwe ra newêr…
Çend sale firsendeke zêrîn ketîye destê wan.
Dinya alem alîkarîya wan dike.
Li wan dinêre ku gelo ewê kîngê azadî û serxwebûna xwe bi dest bixin û di nav refên welatên azad û serbixwe da cîhê xwe bigrin.
Mixabin ew, ji astengên ku bi salane ji alî dewletên dagirker va hatine hunandin, derbas dibin, ji hev ra, li pêşîya hev astengên nû derdixin û rê li hev digrin.
Li Şengalê, li Kerkûkê û li dewerên din, pozê xwe bilind dikin, li dijberî hev mêranîya xwe dicêribînin.
Çend rojê li çapemenîya dinê dinêrim.
Dostên Kurdan bêdeng in, bi xemgînî li rewşa wan temaşe dikin.
Neyar û dagirker jî şa dibin, dikenin, neynikê xwe li hev dixin ku bila şerê navxwe bêtir gurr bibe û xwîn, xwîna erzan bêtir birije.
Tirk û Ereb û Faris, ji rêvebirên dewletên wan heta ronakbîr û rojnamevan û nivîskarên wan, hemû wek hev diaxifin û dibêjîn:
„Li kêleka me Kurdistaneke serbixwe ava dibe!
Dewleta me di xeterê da ye!
Ji zû va pêşî li Kurdan bigrin û wan bifetisînin!“
Bi dengê wan ra Kurd ji xewa mirinê hişyar dibin.
Hê wan hewl nedane xwe, Kurd çek û rextên xwe girê didin û daxwazên wan bi cîh tînin.
Yek bibêje, Kurdistaneke serbixwe…
Yekî din dibêje biratîya gelan…
Yek berî biratîya gelan bibêje, biratîya Kurdan…
Yekî din dibêje, ka Tirk û Ereb û Faris li ku man…
Yek bibêje Kurd, yekî din dibêje, „tu çima qala Tirk û Ereb û Farisan nakî?“
Yek bibêje Kurdistan, yekî din jî dibêje, „tu çima welatê hevpar parçe parçe dikî.“
Her hêz û partîyeke Kurd, hêz û partîyên sereke ketîne bin bandora dewleteke dagirker û gor nîyet û daxwazên wan tevdigerin.
Li Şengal û li Kerkûkê, li Rojava û li Rojhilat, li Bakûr û li Başûr şerê hev dikin.
Xwîna hev dirijînin.
Ax û çand û dîroka parçebûyî careke din tarûmar dikin.
Kurdên ku ji wan dûr sekinîne û hê kurdayetîya xwe winda nekirine, li wan dinêrin, daw û doza biratîyê li wan dikin.
Biratî.
Lê biratîyeke çawa?
Birayek mala xwe ya hilweşîyayî ava bike.
Yê din hîmê wê ji binî va dilerizîne.
Birayek dîwarê malê çê bike.
Yê din, histûna wê ji nav da dibire.
Dema ku şer û pevvçûn derkeve û xwîn birije.
Dibêjin, „şerê birakujîyê û xwîna bira!“
Malxirabno, biratî maye ku şer jî şerê birakujîyê be!
05.03.2017
ikramoguz@navkurd.net