Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkevta 26emîn salvegera serhildana xelkê Başûrê Kurdistanê ku bi Raperîn tê naskirin, peyamek belav kir û têde ragihand: “Baştirîn wefa û bersiv ji bo Raperîn û Pêşmerge û qurbanîdana gelê Kurdistanê serxwebûn û rizgariya yekcarî ye”.
Di destpêka peyama xwe de, Mesûd Barzanî dibêje: “Bîst û şeş sal li ser Raperîna xelkê Kurdistanê ya li dijî sitem û zordarî û dagîrkariyê re derbas dibe. Ew Raperîn ezmûnekî bê wêne ye di dîroka gelê Kurdistanê ji bo yekrêzî û serkevtinê. Yekrêziya aliyên siyasî û piştevaniya gel bû, bû sedema pêkhatina serkevtina Raperînê ku di rastiyê de guhertinek di dîroka tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û parlamento û hikûmet û hilbijartin û azadiyê de pêkhat”.
Barzanî got, Raperîn ezmûneke bêmînak a dîroka gelê Kurdistanê di yekrêzî û serkevtinê de him ji bo niha û him jî ji bo nivşên nû ye û tekez kir: “Niha ku gelê me di qonaxeke tijî derfet û astengiyan re drbas dibe, ji bo derbaskirina wê qonaxê zêdetir ji her demî me pêwîstî bi hestkirin bi berpirsatî û yekrêzî û li ber çav girtina berjewendiyên bilind ên Kurdistanê heye, da ku serkevtin misoger bibin û em wê qonaxa hesas bi awayekê serkevtî derbas bikin”.
Di beşeke din a peyama xwe de, Barzanî dibêje: “Em bîranîna salvegera Raperînê di demek de dikin ku pêşmergeyên me yên qehreman serkevtinên mezin li beramber terorîstên DAIŞê de tomar kirine, gelê Kurdistanê qurbanî daye û tehemula dijwariyan û qonaxên dijwar kirine, ji bo wê yekê jî baştirîn wefa û bersiv ji bo Raperîn û Pêşmerge û qurbanîdana gelê Kurdistanê serxwebûn û rizgariya yekcarekî ye. Bi pêwîstî dizanim evê bi xelkê xweragirê Kurdistanê rabigihînim ku paşarojeke geş û ronak li benda welatê me ye û Raperîn û xwîna Pêşmerge û qurbanîdana gel berhem û encama xwe dibe”.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê bi bîr tîne û diyar dike: “Di bîranîna Raperînê de hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên me yên serbilind û rêz û pêzanînên min jî ji bo wan têkoşer û qehreman û hemwelatiyan heye, ku di Raperînê û alîkariya Pêşmerge û serxistina raperîna xelkê Kurdistanê de rol hebûn”.