Piştî 3 salan Mîrê Kurdên Êzidî yên li hemû cîhanê, Mîr Tehsîn Beg ji Almanyayê vegeriya Başûrê Kurdistanê.
Îro yekşemî 26ê Sibata 2017ê, Mîrê Kurdên Êzidî yên hemû cîhanî, Mîr Tehsîn Beg bi rêya Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê vegeriya Herêma Kurdistanê.
Mîr Tehsîn Beg li Firokexaneya Hewlêrê ji aliyê gelek berpirsên hikûmetê û partiyên siyasî ve bi germî hat pêşwazîkirin.
Rêvebirê Giştî yê Karûbarên Kurdên Êzidî yê li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê, Xeyrî Bozanî di daxuyaniyekê de ragihand ku, Mîr Tehsîn Beg sê salê ji Herêma Kurdistanê dûr bû. Vegera wî bo Kurdistanê jî piştî heyameke dirêj, li cem Kurdên Êzidî xwedî giringiyek taybet e.
Vegera Mîr Tehsîn Beg di demekê de ye, ku roja çarşemiyê 22’ê Sibata 2017ê, xanim Tirko Şêx Cindî yekem hevjîna wî di temenê 75 saliyê de bi sedema nexweşiyê li navçeya Şêxanê koça dawîn kir.
Hejmara Kurdên Êzidî li seranserî cîhanê zêdetirî 1 milyonîye ku piraniya wan li Başûrê Kurdistanê û bi taybet li devera Şingalê dijîn.
Li gorî amarên nefermî, zêdetirî 550 hezar Kurdên Êzidî li Başûrê Kurdistanê dijîn.
Mîr Tehsîn Beg:
Mîrê Kurdên Êzidî ye.
Nûneratiya Kurdên Êzidî dike.
Sala 1933’an ji dayik bûye.
Sala 1944’an piştî mirina bavê wî, bi xwe bûye mîrê Kurdên Êzidî.
Sala 1962’an çûye Ewropayê û heyama salekê li Brîtanya û Almanya akincî bûye.
Di destpêka sala 1970’î de, beşdarî Şoreşa Îlonê bûye.
Sala 1975’an piştî şikesta şoreşê, awareyê Îranê bûye.
Sala 1976’an da berê xwe daye Ewropayê û heta 1981’ê li Londonê maye.
Di 1981’ê de biryara lêborînê jê re derketiye û vegeriyaye Iraqê.
Mîr Tehsîn Beg, Kurdî, Eerebî, Îngilîzî û Farsî dizane.