Bi dengên wekîlên AKP’ê û MHP’ê, guhartinên makezagona Tirk ya di derbarê sîstema serokatîyê, di meclîsê da derbasbûn.
Nuha li ber Erdoxan’in.
Erdoxan jî pesend bike, ku dike, dû ra pêvajoya referandûmê dest pê dike.
Di nav 60 rojan da jî hilbijartin çê dibe.
Tirk, pêşeroja rêvebirîya xwe hildibijêrin.
Di hilbijartinê da „erê“ derkeve, sîstema rêvebirîtîyê tê guhartin.
Serokwezîrtî ji holê radibe, deshilatdarîya her tiştî dikeve destê Serokkomar.
Bi awayekî din Serokkomar Erdoxan, dibe serê her tiştî.
Ger ku „na“ derkeve, wê gavê jî weke îro dimîne.
Yanê ji bo gelê Kurd tu tiştek ferq nake.
Ji ber ku dewlet, dewleta Tirk e, deshilatdarî jî deshilatdarîya Tirkan e.
Ha bi serokwezîr, ha bi serokkomar…
Loma Tirk bêxem in.
Yên kuji îro da xwe dixwin, Kurd in.
Tu qey dibê, „erê“ derkeve serkkomartîya dewletê dikeve destê wan, „na“ derkeve, serokwezîrtîya dewletê ji wan ra dimîne.
Niştecîhên Tirkîyê ji sisîyan yek Kur din.
Di rêvebirîya dewletê da ne postekî wan he ye, ne jî tesîra wan.
Bibin wekîl jî, bibin şaredar jî, ferq nake.
Di meclîsê da 50 wekîlên HDP’ê he ne.
Her çiqas HDP xwe wek partîyeke Kurd bi nav neke û hinek wekîlên wê Tirk bin jî, yên din hemû Kurd in û bi dengên kurdan hatine hilbijartin.
Qasî wan di nav AKP’ê da wekîlên Kudr he ne.
Dîsa , bi kêmasî 15-20 wekîlên Kurd jî di nav CHP’ê da he ne.
Mirov dikare bêje, îro di meclîsa Tirk da ji sedî zêdetir Kurd cîh digrin û ew hemû jî bi dengên kurdan hatine hilbijartin.
Çiqas di meclîsêda bin û navê wan wekîl bin jî, ji dehan zêdetir wekîl di hepsê da ne, yên mayîn jî ne kes wan dibîne, ne jî guh dide gotinên wan.
Wekîlên di nav AKP’ê û CHP’ê da jî xwe wek kurd bi nav nakin û xwe ji Tirkan zêde Tirk dibînin.
Li alî din va, di hilbijartina dawîyê da ji sedî zêdetir şaredarîyên bajar û navçeyên Kurd da berendamên HDP’ê hatin hilbijartin ku ji wan yek jî Ehmed Tirk e.
Lê îro hemû şaredar ji alî dewletê va ji kar hatine dûrxistin û pirranîya wan jî girtîne.
Li alîkî realîta jîyanê, li alîyên din jî rewş û helwesta kurdan.
Li alîkî rewşa wekîl û şaredarên Kurd, li alîyên din jî bêdengîya kurdan.
Di nav sîstema dewletê da rola wekîl û şaredaran evqas be, gelo tesîra dengên Kurdan wê çawa be.
Kurdên di navbera „erê“ û „na“ da diçin û tên yan vê rastîyê nabînin, yan jî xwe dixapînin…
05.02.2017