Wezîrê Derve yê berê yê Almanyayê Frank Steinmeier di hilbijartinên Serokatiya wî welatî de bi ser ket û bû Serokê nû yê Almanyayê.
Di civîna Komeleya Parlamentoya Almanyayê ku, roja 12’ê Sibatê hate lidarxistin Wezîrê Derve yê berê yê Almanyayê Frank Steinmeier ji partiya Sosyalîst a Demokratîk bo Serokatiya wî welatî hate hilbijartin.
Frank Steinmeier ku di posta Wezîrê Derve yê Almanya de bû, çend caran serdana Herêma Kurdistanê kiribû û ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyabû.
Frank Steinmeier di salên 2005 – 2009an de Wezîrê Derve yê Almanyayê bû, di sala 2013an de careke din ew post wergirt û heta îro di heman postê de bû.
Frank Steinmeier îro bi piraniya dengên Parlementoya Almanyayê bû Serokê Almanyayê.
Frank Steinmeier jidayikbûna sala 1956an e û ser bi Partiya Sosyalist a Demokratîk ve ye.