Berxê Kalo, Silêman sîyasetvaneke Kurd, kurdekî zana û jêhatî, kalikê wî jî kalekî 80 salî, kalekî zana û rûsipî…
Silêman di nav kar û barê hilbijartinê da, bi çend hevalên xwe va diçe gund û dibê nêvanê mala kalikê xwe. Kalikê wî weke her tim li odê, li ser mînderê rûniştî.
Silêman bi hevalê xwe ra derbasî odê dibe, ber bi Kalo diçe, destê kalikê xwe radimûse û dibêje:
– Kalo, ez im ez, Silêman…
Kalo serê xwe bilind dike, li rûyê Silêman dinêrê û dibêje:
– Silêman, berxê min tû yî, xêr e, çi qewimî ku tu vê sermayê da di ser me da hatî?
– Wele xêre Kalo. Tu jî dizanî ez sîyasetvan im. Îro li vir, sibê li derekî din. Ne şeva me şev, ne jî roja me roj e. Bajar bi bajar, gund bi gund digerim…
– Berxê Kalo, çima xêncî te kesê ku vî karî bike nema ye?
– Çima, ez ne tenê me, ev heval jî şev, roj bi min ra nin.
Kalo gilî û gazinên xwe ji Silêman dike, Silêman jî her carê lêborîna xwe jê dixwaze.
Kalo bi hatina wî, ew jî bi dîtina kalik va kêfxweş e.
Kalo bi wê kêfxweşîyê li Silêmanê xwe, li berxê xwe yê nêr mêze dike û diaxife. Mesele li ser meselê, gotin li ser gotinê. Ger li Silêman, ger li hevalên Silêman dinihêre û di derheqê êş û keserên xwe da diaxife, behsa şîn û şahîyan dike.
Kêfa Kalo li cîh, civata wî germ, di derbarê berf û barana vê zivistanê da diaxife, qala alifê pez û dewar dike, di nav mehekî çend kal û pîrên gund mirine ji Silêman ra yekoyek dibêje.
Dem weke ava derê biharê diherike…
Kalo diaxife, berxê Kalo, Silêman di şûna xwe da dipirpite, li fesalê digere.
Lê ne Kalo disekine, ne jî berxê kalo fesal dibîne…
Ji axaftinê dev û lêvên Kalo zuha dibe, destê xwe dirêjî tasa avê ya li pêşîya xwe dike, tasa avê digre û qultek ji avê vedixwe.
Berxê Kalo tam di wê demê da, di dilê xwe da, „firsend ev firsend e“ dibêje û dikeve navê… Dibêje:
– Kalo…
– Bibêje bavê Kalo…
– Kalo, tu dizanî li pêşîya me hilbijartin he ye, em jî ji bo vê yekê hatin serlêdana te.
– Hela, hela, hilbijartina çi, halê çi kurê min, daha salek berê çê nebû?
– Ev hilbijartina partîyan nîne Kalo, ev referandûm e.
– Ji bo çî?
– Ji bo guhartina anayasaya dewletê ye Kalo.
– Çima ev yek karê we nîne, me ji bo çi we şand Enqerê?
– Kalo me karê xwe kir, lê gere hûn jî bikin, nuha dor dora we ye.
– Madem dor dora me ye, de bihêlin em gor dilê xwe tevbigerin.
– Di hilbijartinê da reya xwe bidin partîya me.
– Ê berxê min, ka te gava din digot hilbijartina partîyan nine, em çawa reyên xwe bidin partîya we?
– Rast e, hilbijartina partîyan nîne, lê em „na“ dibêjin, hûn jî „na“ bibêjin.
– Çima, ji bo çi? Hema tenê„na“, xêncî na tiştekî din tune?
– Belê, „erê“ jî he ye, lê em „na“ dibêjin, hun jî bibêjin.
– Hela bêje, xêncî we kî dibêje „na“ û kî dibêje „êrê“?
– Kalo, wele Teyîb û Bînalî û Dewlet dibêjin „erê“, em û hemû kesên din jî dibêjin „na“.
– Helbet ew kesên din kî ne, ji ku ne?
– Ji wan yek Kemalê Qemer e, Merala Zerîn e, Perincegê Topal û hema hemû kesên din…
– Helbet hûn ji me baştir dizanin, lê dîsa jî dixwazim bipirsim, di vê guhartinê da ji bo me jî tiştek he ye, yan na?
– Na Kalo, tenê ji bo guhartina rejimê ye. Erê derkeve rejim tê guhartin, na derkeve jî weke nuha dimîne.
– Ê kurê min madem wusa ye, ji we ra çi, hûn ji bo çi naxwazin rejima dewletê were guhartin?
– Kalo, em ji bo welatê hevpar û komara demoqratik li dijberî vê guhartinê derdikevin?
– Hela hela, welatê hevpar, ev kuderê ye?
– Çima tu nizanî Kalo, Tirkî ye
– Tirkîye, welatê hevpar, dibe ku komara demoqrat jî komara Tirk be?
– Erê Kalo, wek gotina te, hema ew jî komara Tirk e.
– Ê bavê Kalo, welatê hevpar welatê Tirkan, komara demoqrat komara Tirkan. We çîyê xwe di nav da wunda kirîye, hûn di vê serma û seqemê da ketine serê rê û dirban û xwe diwestînin?
– Çawa tu wusa dibêjî Kalo, heger „erê“ derkeve, welatê hevpar ji dest derdikeve, komara demoqrat jî dibe komara Teyîb.
– Na, na wele berxê min, ez jî naxwazim Teyib bibe xwedî komar. Ha bira, Silhedîn jî berê nedigot, em rê nadin Teyîb bibe serok’, ew çima nehat, heta nuha timî hûn bi hev ra dihatin, ew li ku ye, çi dike?
– Kalo, wele ew û hevalê me hemû di hepsê da ne, loma îcar ez bi van hevalan ra hatim.
– Berxê min, hûn radibin, rûdinên, dibêjin welatê hevpar, çima di welatê hevpar da cîhê ku ji we ra dikeve tenê heps û zînadan e, Silhedîn û hemû heval di hepsê da ne?
– Na, çima Kalo, di meclîsê da jî heval hene, Sirrî, Ertuxrul, Zîyayê Pîr, hetta Perwîn meclîsa îdare dike.
– Hah, wusa bibêje kurê min, bibêje ku ez gotinên berxê xwe fahm bikim, ku min nuha we baş fahm kir. De zêde xwe newestîne. Nanê ber te sar bû. Xwe birçî nehêle, rîya we dirêj e… Bêşik, hûn tiştekî dizanin ku we tapûya para xwe jî daye ser hevalên xwe, lê dinya ye, îro sibe çi diqewime, mirov ji îro da nizane… Hê hevalên we sax, welatê hevpar jî hê ji dest derneketîye, ji îro da tapûya para xwe bigrin ser xwe, sibê zarokên wan bêjin, ‚welat welatê me, tapûya wê jî li ser bav û kalên me ye’, hûnê çi bikin…
Silêman, bi lez û bez çend kevçî li bulxur xist, di serda jî çend perçe goştê qelandi avêt devê xwe. Hê tarî neketibû erdê rabû, destê Kalo ramûsa û bi hevalên xwe ra derketin serê rê…
Kalo ji dûr va;
– Berxê Kalo, ezê îcar jî ji bo xatirê we „na“ bibêjim. Lê gotinên min ji bîr nekin, hê welatê hevpar parçe nebûye, rojek berê tapûya para xwe bigrin ser xwe û derengî nemînin. Ji ber ku dem, demeke xirab e, di vê demê da bira li bira xwedî dernakeve…
Silêman li ser Kalo da vegerîya û got:
– Tu rast dibêjî Kalo, lê em hevalê hev in, heval jî ji bira pêştir in…
– Ê de oxira xêrê be berxê min, ha ji bîr neke, ger ku te dît ji Silhadîn ra jî silavên min bibêje…
23.02.2017
ikramoguz@navkurd.net