Serokkomarê Dewleta Tirk Erdoxan kîngê devê xwe vebike, çavê xwe digre û diaxife.
Bi qutsîyeta welat dest bi axaftina xwe dike, bi gef û êrişên tûj û tund va diqedîne.
Dibêje:
„Welat namûs û şeref e!
Namûs û şerefa me ji dest diçe!
Heger ku em di mala xwe da rûnên, careke din Sewrê didin ber me!
Em jibo yekitîya welatê xwe, jibo dahatûya dewleta xwe ketine binxetê!
Em li El-Babê nasekinin, berê xwe didin Raqa û Musulê!
Vedigerin ser Munbîç û Efrînê!
Em tu car nahêlin li Bakûrê Surîyê dewleteke nû ava be!..“
Dewlet Bahçeli, di heftê da carê serê xwe radike, bi bîhn çikyayî û bi kelecan kin diaxife, lê ew jî tu car ji Erdoxan şûnda namîne.
Dibêje:
„Heger em ji El-Babê destvala vegerin, Amedê di cîh da nabînin. Sedem vê yekê bila li Bakûrê Surîyê û li Bakûrê Iraqê kevir li ser kevir, serî li ser li ser cendek nemîne!“
Dijberê Erdoxan, Qemerê Şûrkêş, Kiliçdaroxlî jî piştgirîya Erdoxan û Bahçelî dike û dibêje:
„Xwezila bila şehidên me nebana. Heger ku dewlet jibo pêşeroja xwe dest bi vê operasyonê kiribe, emê êşên bavêjin hundurê xwe û ber xwe bidin!“
Leşkerên Tirk jibo ku dewleta wan zirar û zîyanê nebîne, jibo ku dewleta wan yekitîya xwe bidomîne, jibo ku Kurd li rû dunê nebin xwedî dewletek, ketine nav axa Kurdistanê û şer dikin.
Kî derkeve rexta wan, dikujin.
Jibo dahatûya welatê xwe yên ku wek namûs û şerefa xwe dibînin, bi dil û can şer dikin û di wê oxirê da tên kuştin.
Dê û bavên wan, jin û zarên wan, li ser tabûta wan ala xwe li ba dikin û bi dengê bilind dibêjîn:
„Ew jibo welatê me, jibo namûs û şerefa me şehîd ketin. Emê jî di rîya wan da biçin û jibo welatê xwe canê xwe bidin!“
Kurdên li dû Erdoxan diçin, li bajarên xwe yên di nav lingan da derdikevin kûçe û kolanan, Ala Tirk li ba dikin, jibo parastina yekitîya Dewleta Tirk li ser namûs û şerefa xwe sond dixwin.
Hinek Kurdên diltenik jî, jibo leşkerên Tirk yên ku li ser axa Kurdistana Rojava di şer da hatine kuştin, ber xwe dikevin, kujerên wan şermezar dikin, heta şerm nekin ewê şînê jî bikin.
Ez bi xwe di gotinên Erdoxxan û Baxçelî û Kiliçdaroxlî û şerê leşkeran û mêrxasîya eqrebayên kuştîyan da çewtîyek nabînim.
Jiberku ew welatê xwe wek namûs û şerefa xwe dibînin, jibo yekitî û parastina welatê xwe, jibodahatûya dewleta xwe bi dil û can tevdugerin.
Dikujin..
Tên kuştin…
Li hêsirên çavê kesî nanêrin…
Gelo ew Kurdên diltenik, Kurdên ku her roj li ser ekranên televizyônê li serok û rêberên Dewleta Tirk temaşe dikin û van gotinên wan dibihîzin, ew jibo welatê xwe çi difikirin?
Û jibo parastina wî çi dikin?
25.12.2016
ikramoguz@navkurd.net