Serokkomarê Tirkîyê, serê hertiştî, Erdoxan, piştî teqîna Stenbolê careke din derket ser dîkê û li pêşberî muxtaran nefîram (seferberî) îlan kir.
Di axaftina xwe da du rê da pêşîya gel û muxtaran.
Ji wan yek, heger ku ew cînarên xwe, gundîyên xwe, heval û hogirên xwe ixbar bikin, ewê mukafata xwe li vê dinê bigrin.
Yek jî, heger ku di vê rê da werin kuştin, ewê mukafata xwe, bi cînartîya Pêxember va li dinya wîyalî bigrin.
Di ser axaftina Erdoxan û pêşniyarên wî ra hê hefteyek derbas nebû, îjar jî li Qeyserîyê teqînek qewimî.
Weke teqîna Stenbolê bi dehan leşkerên Artêşa Tirk yên sereke hatin kuştin, bi dehan leşker jî birîndar bûn.
Erdoxan û Bînalî careke din, bi dengê bilind bangewazîyê li rêwîyan dikin û seferên nû amade dikin.
Ji bo mukafata dinya wîyalî muxtar di rîya yekemîn da dimeşin.
Jibo cînartîya Pêxember jî polês û leşker û dê û bavên wan ketine rêzê, di rîya duyemîn da bi lez û bez, bi dil û can ber bi mirinê diçin.
Erdoxan rê nîşan dide, rêwî zêde dibin.
Bînalî bilêtan dibire, rêwî bi rê dikevin.
Mele selewatan dixwîne, rêwî difirin.
Mirov dema ku li kesên hiznî dinêre, hest û helwesta wan fêm dike..
Jiberku dilê wan dişewite û ew bi wê dilşewatîyê dixapin, diaxifin û tevdigerin.
Lê tu qûlek Xwedê, tu alimek û miroveke oldar dernakeve û nabêje: „Ey serokê hertiştî, ey serokê wezîr û nezîran, ey serleşkerê polês û leşkeran, heger ku mirov bi mirina bi teqîn û reqîna bombeyan bibe cînarê Pêxember, hûn çima xwe û zarokên xwe bi gurz û zirxên zindî diparêzin û xwe ji cînartîya Pêxember mahrûm dikin…“
Mixabin alim û oldar kerr, zana û zanyar jî lal in.
Ne li dijberî gotinên Erdoxan derdikevin, ne jî pêşî li rêwîya digrin.
Ne pirsgirêka Miletê Kurd dibînin, ne jî li ser van bûyeran disekinin û dinirxînin.
Bêdengî, destê simsar xurt, dengê wî bilind dike.
Jiberku rê kin, rêwî pirr in.
Rêwî, di rê da xewn û xeyalên li ser cînartîya Pêxember dibînin, sîmsar û bilêtfiroş jî li qezenca xwe dinêrin.
17.12.2016
ikramoguz@navkurd.net