Amerîkayê li ser mijara leşkerên Tirkiyê yên li Iraqê, ku bûye sedema aloziya pêwendiyên Enqere û Bexdayê, piştgirî da Serokwezîrê Iraqê heyder Ebadî.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby bi daxuyaniyekî rojnamevanî ragihand ku hemû welatên cîran divê rêzê ji serweriya Iraqê re bigrin û got, “Leşkerên Tirkiyê yên li Iraqê, ne parçeyekî hêzên hevpeymaniya navdewletî ne.”
Kirby diyar kir, “Em di wê baweriyê de ne ku hemû hêzên li Iraqê, divê bi destûra hikûmeta Iraqê û di bin bane hevpeymaniya navdewletî de li wir bin. Divê ji bo têkbirina DAIŞê hemû hêz di hemahengiyê de bin.”
Derbarê pirsa “gelo dê operasyona Mûsilê kengî destpê bike?” Kirby got, “Kengî Iraq biryarê bide dê wê demê destpê bike. Operasyona Mûsilê ya Iraqiyan e. weke hercar Amerîka dê tenê alîkarî û piştgiriyê bide.”
Li ser mijara hebûna leşkerên Tirkiyê di nav axa Iraqê de û herwiha beşdarbûn an jî beşdarnebûna wan hêzan di şerê Mûsilê de, nakokiyek tund di navbera Bexda û Enqerê de derketibûn.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û herwiha Parlamentoya Iraqê daxwaz kiribûn ku Tirkiye leşkerên xwe yên li Başîqayê vekişe. Ev mijar di navbera berpirsên herdu welaten de bibû sedema devjeniyê.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gotibû, “Em rê nadin Tirkiye beşdarî şerê Mûsilê bibe û em şîretê li Artêşa Tirkiyê dikin, li qereqola xwe bimînin û dernekvin.”
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi tundî nersiv dabû gotinên Ebadî û gotibû, “Ebadî ne di asta min de ye û Artêşa Tirkiyê de jî ne di wê astê de ye, ku bi gotinên Ebadî paşve vekişe.
Li hember gotinên Erdogan, Serokwezîrê Iraqê di rûpela xwe ya di tora civakî ya Facebookê de bersivek tund dabû û gotibû;
“Teqes em ne weke te. Emê axa xwe bi zend û baskên zilamên xwe rizgar bikin, ne ku bi Skype’ê.”