Bi salane milletê Kurd li Bakûrê Kurdistanê di nav şerekî qirêj da ye. Lê ji 40 salî heya roja îro, gelek partiyên Kurd awabûn. Di serî da, hinek partiyan doza serxwebûna Kurdistanê, hinek jî doza federasyonê dikirin.
Ji van Partiyên ku doza serxwebûnê dikirin, yek jî PKK bû. Lê PKK ji destpêkê heta roja îro, di her alî da xwedî hêz û qûwet e.
Di şerê navbera PKK’ê û dewletê da, bi deh hezaran Kurd hatin kuştin. Lê sedemê kuştina wan hemûyan, ji bo dewletek serbixwe bû.
Bi sedan komel û sazîyên hene. PKK’ê hene, bi dehan Rojname, Kovar, TV û Radyo. Lê mixabin PKK îro xwedî fikren dewletekî serbixwe nîne. PKK’ê hevpeyman, bi hemû partiyê çep û wek bi wan kesên Tirk ra çêkiriye.
Îro bi navê HDP, li parlementoya Tirkan da tam pênce parlementerê wan hene. Ji sedî zidetir Şaredariyên Bajar û Navçeyanda desthilatdarin.
Ji fikrê neteweyî zêdetir, doza Komara Demokratik (Demokratik Cumhuriyet) û biratiya gelan û aşîtîyê dike.
Bi piranî her xebatkar û alîgirên wan, bi ruh û can girêdayî, serokatiyê û ideolojiyên çepkirin. Lê gelek nivîskar û alîgirê wan, li ser medyaya sosyal, bi heqtaretên giran neyartiya partî û şexsîyetin Kurdan dikin. Piraniya wan kesan ne Kurd in, yên Kurd jî, ji çand û zimanê Kurdî dûr in wek Tirkurd in..
Ji ber ku, bi ruhên bîrdozî, nêzîkî çepgir û Kemalîstên Tirkan in. Ji wî sedemi jî, piraniya Elewî û Qelemşorên çep û Kemalist bûne alîgêrê HDP ê.
Tirkên ê li dijî serxwebûna Kurdistanê, hemû ji refên HDP’ê nin. Wek mînak, parlementerên wek Figen Yüksekdag, Ertugrul Kürkçü, Sirri Sureyya Önder, Huda Kaya, Nursel Aydogan, Ziya Pir û hwd. Rojnamevan Hasan Cemal, Baki Gül, Veysî Sarisözen, Can Dündar, Celal Başlangiç û bi sedan dîsa rojnemevan û nivîskarên Tirk ê din. Bi sedan kemalîst, olperestî û akademisyenên Tirk, hemî li dijî dewletbûna Kurdan derdikevin.
Kurd ji doza neteweyî, roj bi roj dûr dikevin. Wê kîngê wegerin ser doza neteweyîya Kurd, ne kifş e.
Partîyên din, îro ne şopa wan, ne jî navê wan mane. Wek rêxistinên mîna, Kawa, Denge Kawa, Rizgarî, Ala Rizgarî, Kuk, Kurtuluş, hwd.
HDP ji xwe divêje, em ne Partiya Kurdane, em Partiya gelê Tirkîyênin.
Ê mayîn jî wek PSK’ê bi salane doza federasyone dikin. İro li Bakûr, hejî ll ser siyaseta bi navên federalî, bi ser gotinê çil sal berê, ne kin ne direj dibin.
Çend sal berê HAK-PAR avakirin, ew vî di warê lêgalî da pêşda neçû, di dawîyê da ji hev qetîyan îro li dijberî hev sîyasetê dikin. Bi salan e ji hebûn û tunebûna HAK-PAR’e, gelê Kurd agahdar nebû. Daxwazê Hak-Parê jî wek PSK’ê federasyon e. Lê cûdabûna di nav wan jî ewe. Ew jî her dem, daxwaza komareke federal (Federal Cumhuriyet) dikin. Kêm an jî zêde daxwazên wan jî wek daxweza komara demokratîk in.
Di navbera, Hak- Par û HDP’ê, tenê hinek nûansên piçûk hene û ramanên wan wek hev in. Her dû partî jî yekîtiya dewleta dagirker dikin. Yekîti û biratîya gelan hergav tînin ziman. Berpirsîyar û rêveberên wan, her dem, gotinên xwe di TV û hevpeyvînan da dibêjin. Hak-Par jî wek HDP’ê kesên mîna wan ne bifikire û wek endamê partiya wan nebin, bi nezantî û xiyanetîyê sûcdar dikin. Lê di nav rêveberiya herdû partiya da, piraniya wan, mixabin hejî zimanê xwe nizanin û ji bo wê yekê gavek piçûk jî navêjin.
Ji partîyên Kurd yek jî bi navê xweyê nû PAK, li ser sîyaseta DDKD’ê li çend bajar û navçeyên Kurdistanê da hebûna xwe didomîne. Bi navê PAK’ê bûn Partî, lê ji mantiqê komeletîyê derneketin. Wek gotinek gelerî, „piçûk û rindik be, lê bira ya mebe“.
Çend partîyên bi navên PDK’ê hene, ew jî, kar û barê xwe berdane, li hemberî hev ketine reqabetê, kî daha zêde, an jî asil KDP ye. Bi çend nava derketine, lê hê jî milletê Kurd ji hayîdar nîne. Eger dixwezin bibin wek PDK’ê, pêwîst e bibin yek û siyaseteke serbixwe û doza dewletbûnê bikin.
Di derbarê partiyên Bakûrê Kurdistanê da, mirov dikare bi rojan binivîsîne.
Sedem siyaseta şaş a ku ew didomînin, li Bakûrê Kurdistanê Kurdayetî nema ye.
Kurdên Bakûr edî bi pirranî zimanê xwe nizanin, bipirraniya bûnen Tirkurd.
Ji ala xwe, ji netewa xwe, ji çanda û zimanê xwe dûr ketine.
Doza Gelê Kurd bi gotinên vala naçe serî, yên ku dibêjin, „em doza gelê Kurd dikin,“ bila berê şert û mercên kurdayetîyê bînin cîh. An jî bila êdî dev ji çeptiyê, ji sosyalistî û biratîyê, ji aşitiyê û durûtiyê berd in. Bila yan sedî sed Kurd bimînin, an jî bila bibin Tirk. Tirkurdî ne ji wan ra, ne jî Gelê Kurd ra dibe derman.
09.09.2016