Berpirsekî leşkerî yê Amerêka ragihand, ku piştî pevçûnên çend rojên borî li Cerablusê û derdora wê, Tirkiye û Hêzên Kurdî li ser agirbestê li hev kirin.
Li gorî nûçeya AFP, Berdevkê Fermandeyiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê John Thomas ragihand: “Di çend saetên borî de me dilniyayî wergirt, ku hemû ew hêzên ku li Cerablusê û derdora wê şer dikin, agirbest ragihandine û hemû tekezî li ser şerê li dijî DAIŞê dikin.”
John Thomas herwija ji AFP re gotiye: “Ev lihvekirin demkî ye, lê em hêvî dikin ku di çend rojên dahatî de bibe yekcarî.”
Kanala Sky News Arabic jî li ser hesaba xwe ya di tora civakî ya Twitterê de ji belav kir, ku rêkevtina navbera Tirkiyê û Hêzên Kurdî bi navbeynkarî û çavdêriya Amerîkayê bûye.
Li gorî wan zanyariyan, Tirkiye û Hêzên Sûriya Demoratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser ragihandina agribestê rêkevtin kirine.
Sky News Arabic herwiha daye xuyakirin, di çarçoveya vê rêkevtinê de, HSD dê hêzên xwe vekişîne rojhilatê Çemê Firatê, ku ew yek daxwaza sereke ya Tirkiyê ye û Enqerê ji destpêka operasyona Cerablusê ve ji zarê rayedarên pilebilind ên xwe ve tekezî li ser wê yekê kiriye, ku eger HSD û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêzên xwe ji rojavayê Çemê Firatê paşve venekişînin, dê êrişî wan bike.
Herwiha li gorî lihevkirinê, sînorek bo pêşveçûna Artêşa Tirkiyê di nav axa Sûriyê û derdora Cerablusê de hatiye diyarkirin û hêzên Tirkiyê tenê dikarin 15 km ji Cerablusê ber bi Ezazê ve pêş ve biçin.
Ji aliyekê din ve hat gotin, ku îro sêşemî 4 otobus ku 200 çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê de bûn, ji navçeya Qarqamîş a Tirkiyê derbasî nav Cerablusê bûn.
Rudaw