Rojnameya navdar a Îsraîlê Orşelîm Post daxwaz ji hikûmeta welatê xwe dike ku bi tundî pişta kurdan bigire û kar bo damezrandina dewleta kurd bike.
Orşelîm Post bi erkeke serke dibîne ku Îsraîl pişta kurdan bigire û hevahengiyê ligel kurdan bike, herwiha behsa gelek tiştan dike ku çima welatê wê pişta dewleta Kurdistanê bike.
Ew rojnameya Îsraîlî dibêje, kurd misilman in lê xwe wek dostê Îsraîl dibînin, lewma niha dema wê yekê ye ku Îsraîl bi tundî pişta kurdan bigire, herwiha ji ber ku kurd û Îsraîl xwedî dijminên hevbeş in.
Orşelîm Post dibêje, Serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Netenyaho û Wezîra Dadê Îlît Şakîd û Serokê berê yê Îsraîl Şîmon Pîrêz û hejmareke serkirdeyên din ê wî welatî bi eşkere piştgiriya xwe bo diyarkirina mafê çarenivîsa kurdan nîşan dane.
Ew rojnameya Îsraîlî dibêje, Hêzên Pêşmerge hêza herî çalak e di şerê li dijî DAIŞê de li ser erdê û pêwîst e Îsraîl pişta wan bigire. Herwiha dibêje li navçeyê tenê kurd civakeke lêbordeyî ne û ji gelên din fêm dikin û mafê jinan diparêzin, ku wek civaka Îsraîlî ne.