Xwendevanên hêja, ez di sala 2001 î da derketim gera çar parçeyên Kurdistanê. Di destpêkê da ez çûm Başûrê Biçûk, ku îro ji vî parçeyî ra “ROJAVA” dibêjin. Li wir bûn nasê gelek Kurd birayên xwe. Nêzî heftekî li Qamîşloyê bûm mêvanê Serokê Partîya Yekîtîya Demokrat A Sûrîyê Îsmaîl Omerê -Bavê Şîyar- gorbihişt û endamê Komîta Navend berrêz Newaf Bişar. Piştî çend salan, dewleta Sûrîyê a faşîst û nijadperest berrêz Kek Îsmaîl kuşt, janek giran kir nav dilê hemû Kurperwerên Kurdistan. Di roja hevnasîna me vir da, têkilîyê min ji wan birayên min ra qut nebû. Car caran ji Kek Newaf Bişar -Bavê Dara- ra têlefon dikim, dengê wî dibîhîsim, rewş û dema wî û hemû kesên nas, rewşa wî parçeye biçûk dipirsim, li ser hin bûyer û qewimandinan agadarîyan distînim. Piştî wê teqandina zalimên xwînxwar li Qamîşloyê û mirina gelek xuşk û birayên me, min ji Kek Newaf Bişar ra têlefon vekir, bi kela dil û histêrên çavan ve rewş pirsî; piştî bersîvdana gelek bûyer û qewmandinên wî parçeyî, berrêz Newaf Bişar ji min ra:
Kek Riza, gelo ez dikaribim jibo navê rojname me ya Partîyê Newrozê çend pirsan ji te bipirsim wekî hevpeyvînekî” got, min jî “Ser-seran, ser çavan. Pirsên xwe ji min ra bi e-maîlê bişîne, ez jî qasî zanîna
xwe bersîvê pirsên birayê xwe bidim” got, wî camêrî jî ji min ra 9 pirs şand, dûra ez rûniştim min ew pirsên wî birayê xwe jibo rojname ya NEWROZ, bersîvand û şand, lê hevpeyvîn bi tevahî nehat weşandin. Ji ber ku hemû bersîvên min jibo ramyarîya Partîyê, camêr di cî da nedît, ji min pirsî, min jî ji wî birayê xwe ra: “Kekê tu çawa guncaw dibînî wer bike” got û wî hevpeyvîn bi tevahî neweşand. Ji ber vê yekê min xwast heman wê hevpeyvînê ji vê sîteya Kurd ra bişînim. Li jêr ez wê hevpeyvînê ji we xwendevanên vê sîteya Kurdî ra pêşkêş bikim, balam naxwazim têkevim nav şîrove, rewş û şeka ku di panzdehê Hêzranê da li
Tirkîyê pêk hat û hin bûyerên welêt û cîhanî. Jixwe bi sedan sîyasetmedar û civaknas, li tev nivîskarên quncên rojnameyên cîhan û di rûpelên kovaran da jibo vê gelşê dinivîsînin.
Belê, hûn li jêr wê hevpeyvînê bixwînin.
N-B: Rizoyê Dersimî kî ye, ew çawa ji xwendevanan xwe bide nasîn?
Riza Çolpanê Dersimî: Belê, berî ku ez bersîva vê pirsa te birayê xwe bidim, dixwazim ji hemû xwendevanên rojname ya Newroz, berpirsîyar û rêvebirên vê rojname ya Kurdistanî ra li welatekî herî dûr, Cemsera Başûrê Cîhan, Kîşwera nav Awistûralya, bajarekî herî bedew li Sydney: “Dema we bi xêr, roj baş xuşk û birayên delal, silavên biratî ji we hemûyan ra. Hêvî dikim hûn hemû baş in û di benda sazûmanek mirova î li wî parçeyê biçûk, Kurdistanek Azad û Serbixwe ne, wekî minê dil bi kul û dil tijî keser.
Belê, ez Kurdekî Dersimî, berî tevkujîya Kurd-kesîbên wê herêma Kurdistanê, di Payîza sala 1935’an, gundê ku girêdayîyê qeza nav Mêzgir, liwa nav Moxindî, gundê nav KÛPİK da ji dayîk bûme hatime vê
cîhana vala û derewîn jibo kişandina derd û kulan û kesera Kurdistanek Azad. Di wexta wê tevkujîya barbarî, ez lawikekî biçûk, bav û dayîka min, li tev 4 zarokên xwe -du (2) law û du keç- du sal di şikeft, çet,
dal û gelîyan da mane em parastine. Ango ez bermayî yê 70.000 cangorîyên wê tevkujîya barbarî, a Roma reş im li Dersimê. Çîroka jîyana min gelek bi êş û jan û gelek jî dirêj e. Di yanzdeh (11) salîna min da, leşkerên Romê ez bi dara zorê birime dibistanê, ku di wê dem û rojê da min peyvek bi zimanê Tirk jî nedizanbû. Di wê roj û demê da cîhanek min hebû, ku ew cîhana min jî gundê minê nav Kûpik, welatekî min hebû, navê wî welatî jî Kurdistan bû.
Min tenê pênc sal di dibistana dijmin da xwendîye, lê şadetname, ango dîplome ne standîye. Çîroka vê gelşê jî gelek dirêj e, ku min ev gelşa di bîranînên xwe da -bi Tirkî bi Kurdî- dûr û dirêj nivîsîye. Di
destpêkê da ez bi xwe bi xwe ra bûme mamoste. Dûra dem û dewran jibo min hat guhartin, ez li çar Kîşwerên cîhanê gerîyam, bi sedan bûm nasê kesên Zana, Rewşênbîr, Nîvîskar, Sîyasetmedar, şivan û gavan. Min ji her yekî tiştek stand, ewana hemû ji min ra bûn mamoste wekî te, wekî Kek Îsmaîlê dilovan û gorbihişt. Ji bilî we û wan kesan, bê derew, heya roja îro min 2000’î zêdetir pirtûk xwendîne. Kovar, Rojname, di quncên rojnaman da nivîsên nivîskaran jî nahêjmirim, lê ez ji xwe ra “Nivîskar, Rewşenbîr, Hozan” nabêjim, ez şivanekî Kurdistan im, tenê pejn û hestên xwe dirijînim ser pelgê kaxizên sipî reş dikim, ku ew kes û Kurdên ku di zanîngeh û enstîtûyan da xwendine, min ji xwe ra bikin mînak. Bi kurtî ez ev mirov im, şivan û xulamekî Kurdistan. Lê eger yek ji min ra “Nivîskar” yan jî “Hozan” bibêje, bê guman dê ez kêfxweş bibim, balam ez ji xwe ra nabêjim.
N-B: Di wê dema ku xwendevan û nivîskarên bi zimanê Kurdî pirr hindik bûn de, çawa û çima zimanê Kurdî bi te şîrîn bûye?
R-Ç: Ez bawer im hemû kesên cîhanê zimên wekî şîrê berên dayîka xwe bi tam, wekî şekir û hingiv dihesibînin, hez dikin. Ji ber ku ji dayîka xwe fêr dibin, ku dayîk bi xwe jî Xwedê ye jibo min. Li milê dî, di
jîyana mirovatîyê da, ziman amraz û hacetekî herî girîng e. Mirov bi ziman mirov e. Ziman ku nebe di navbera ajal û mirov da ferq namîne. Ango ez zimên usa dinirxînim. Li milê dî, ziman û zara dayîka min, him jî li ser erdê heft-sed bav û kalên min, ji min ra, ji bi tavahîya Kurdên Bakûrê Kurdistan ra hatibû qedexekirin. Wexta ku ez têgîhîştim vê gelşa qedexe-kirinê û barbarîya dijmin, bêtir ji zimanê dayîka xwe
ya nav Kurdistan ve bi tundî hatim girêdan, bûm çirîş bi zara dayîka xwe ve zeliqîyam û li ser kar û xebat kir; ku kok û rîçalên zar û zimanê dayîka min di kûrahîya dîroka bi deh hezar salan ve tê. Ji ber vê yekê ez zimanê dayîka xwe pirr hez dikim, divê herkes jî zimanê dayîka xwe hez bike. Her ziman gulek e, divê mirov wan gulên rengîn neçilmîşîne; her dem kesk û şîn bihêle, bike xasbaxçekî bi hezaran ve reng, wekî kulîlkên çîya û zozanên Kurdistanê. Hêvî dikim hemû Kurd birayên min usa ji zimanê dayîka xwe xwedî derkevin, wekî gulek rengîn û bîhn xweşik, bîhn bikin, roj bi roj jî geş û nûjen.
N-B: Kek Riza, çi berhemên te yên hatine çapkirin û weşandin û çi destnivîsên te hene? Tu dikarî ji kerema xwe nav, dem û cîhê derçûna wan ji me ra bibêjî?
R-Ç: Heya roja îro 23 pirtûkên min hatine çapkirin. Ji van piranî helbest in. 3 Roman bi zimanê dayîkê, bi du zimanan jî -bi Tirkî û Kurdî- bîranînên min, pirtûkek jî bi çîrokên gelî, dudu jî bi hin nivîsê minên taybet û bijar, li tev çend pirtûkên helbestan li Stenbolê, di nav weşanên Doz, Pêrî û Vengê da çap bûne; yên din hemû di çapxana Federasyona Komelên Kargerên Kurdistan li Almanya, KOMKAR da çap bûne, hatine weşandim. Niha jî di destê min da romanek û destanek wekî destana evîna Mem û Zînê heye; ango wekî berhevok, ku çapa yekem li Almanya, Komkarê çap kir, îcar vêca jî li tev pêşgotinek nû û dirêj -bi du zimanan- ez dixwazim çapa duwem li Stenbolê çap bibe. Yek jî dîsa hin nivîsê minên ku di hin rojname û sîteyên Kurdî da derketine, hatine weşandin dixwazim wan jî bikim derpêça sêyem. Ango cîlt.
N-B: Piştî demeke dirêj ji koçberî û xerîbîyê, sala 2001’an te serdana her çar parçeyên welêt kirîye… Gelo wê gera welêt çi bandor li ser hest û derûna te kirîye?
R-Ç: Bira Can, ez di 14’ê Avrêl, ango Nîsanê, 1951’da li welêt derketim, bûm pelgê kerengek hişk, ketim ber ba û bahozek wekî tofan, ba û bahozê ez dam ber xwe, li kevir û kuçan xistim, li ser gaz û tat û çîyayên bilind da derbas kirim, dûra daxistim ser Derya ya cîhanî, a mezin, Pasîfîk Okyanûsa şîn, firandim anîm Cemsera Başûr, Kîşwera nav Awistûralya derxistim; li vir jî gera sê Kîşwerên din ji min ra bû nesîb. Ango xerîbîyek dûr û dirêj û keserek bi êş û jan, jibo welêt.; lê li tev ken, eşq û kêfê; lê kesera welêt dîsa jî di dil û mêjîyê min da derneket, dê heya roja mirinê jî dernekeve. Wekî ku bav û kalan gotîye “Bilbil kirine qefasa zêr în, wê gotîye ax welat”. Ê min jî usa ye.
Belê, heman usa; ez li gundê xwe derketim, yekser min berê xwe da xurbetê, metropolên Roma Reş. Wêstgeha yekem, Edene, a duwem Stenbol, dûra jî cîhan, lê ez nenas û xerîbê welatê dayîk û bavê xwe Kurdistanê bûm. Di sala 2001’î da min biryar stand ku ez herim ew parçeyê ku piştî şerê Kendavê azad bûye bibînim, wî erdê evrar û pîroz maç bikim, bibim nasê hin Kurdperwerên Kurdistan û dûra jî sê parçeyên din. Min wer jî kir, hatim Başûrê biçûk bûm mêvanê te, te û Kek Îsmaîlê cangor, nemir û gorbihişt, we gelek qedra min girt, ji min ra karguzarî kir, we ez gerandim; ji dil gelek-gelek spas. Di destpêkê da, berî ku ez herim parçeyê azad, gotin û tevgerên we, rabûn, rûniştin û zimanê we yê pak, paqij û xweşik bandorek erênî, ango pozîtîf da ser min. Min ji we gelek pejn û hestên Kurdperwerî û gîyanek neteweyî stand. Li parçeyê azad û li Rojhilatê jî serê min gîhîşt asîmanê şîn. Bi taybetî wexta ku ez li parçeyê Azad bûm nasê berrêz Serok Mesûd Barzanî, dîtina hevalê minê hêja, cangor Serokwezîr Samî Abdulrahman û gelek kesên din, hemûyan bandorek Kurdwarî kirin nav mêjîyê serê min û dilê min. Bi taybetî jî şîrîn gotin û tevrara Kek Mesûd Barzanî bandorek taybet da ser gîyan û vîna min. Li vir ez serê xwe li ber gîyana gorbihişt Kek Samî Abdulrahman û hemû cangorîyên Kurdistan ditewînim, ji dil jî, ji we ra, ji rêzdar Kek Mesûd Barzanî ra silavên biratî rêdikim. Li vir, jibo ku ez berrêz Kek Mesûd Barzanî bibînim, berê min
jî wî ra du çarîn nivîsand, bi navçîtîa hozan û dengbêjê me yê bi nav û deng berrêz Şivan Perwer, Xelîl Sincarî û Sekretêrê Kek Mesûd, Abdulkerîm Cûma ve di roja 22’yê meha Gulanê, 2001’da gîhand wî Serokê hêja. Li jêr ez ji te ra û ji hemû xwendevanên hêja ra binivîsînim.
Ez Kurdekî Dersim im, Kurdekî hozan
Hatime ku maç kim dergeha Barzan
Gelo keys e bibînim te serokê Kurd
Ji min ra cihê kê pênc hûrdem zeman
Ji te ra vekim dilê xwe yê bi kul
Kesera min ev e wek teyra bilbil
Çend roj in li vir im, dilşa, bextewar
Ji dijmin dûr im, biran ra mijûl.
Belê bi van du çarînan ve em bûn nasên hev qasî nîv demjimêr, di qesra wî da.
N-B: Tu rewşa zimanê dayîkê û wêjeya Kurd bi gelempêrî li ser asta Kurdistanê çawa dinirxînî?
R-Ç: Bira Can, bi gîştî li Bakûrê Kurdistanê, ez ku ji te ra rast bibêjim, “Zimanê dayîkê dijmin kuştîye, yên ku mêyît çaldikin jî alîgirên PKK’ê ne”. Van birayên me zimanê dayîkê ji xwe ra kirin “Kix” û avêtin ser sergo. Li Bakûrê Kurdistanê zimanê dayîkê nemaye. Gundîyê minê sedsalî, ku derîyê dibistanekî nedîtîye ji min Tirkî qise dike. Ji nifşên nû qet yek -bi taybetî jî li herêma Dersimê, Xarpit, Meletîye, Meraş, Sêwaz, Erzingan, Erzurum, Qers û di gelek gund û bajarokên din da- bi Kurdî qise nake û nizane. Keko zimanê Tirk ketîye nav parçeyê ku îro hûn têdane û dibêjin “Rojava”. Heta Kurdê me yên Sowyetên kevn, Kurdên Êzîdî, Kurd-Îslamên wir jî fêre Tirkî bûne. Gelo çira? Bersîva vê pirsê kî bide?………….
Niha jî ez werim ser pirsa te ya wêjeya Kurdî, pîçekî li ser rawestim. Wêjeya Kurd li Başûrê Azad roj bi roj geş dibe, lê bi zarava Soranî, ku em him fêm nakin, him jî bi tîpên Erebî tên nivîsîn; ku em nikarin bixwînin. Li Rojhilatê rewş çawa ye nizanim. Lê ez bawer im li wir jî roj bi roj geş dibe. Di warê sînamê da jî gelek karên baş tên kirin, ez di sîteyên Kurdî da dixwînim. Li Bakur jî wêjeya Kurd ber bi başîyê dimeşe, lê piranî bi zara Tirkî, ku ev jî pirsek dî ye. Bi kurtî wêjeya Kurdî wekî pitekekî rabûye ser lingan, dimeşe, divê em wî pitikî wekî ronahîya çavên xwe biparêzin, wî girs û mezin bikin, ku ev jî giradayîyê Serxwebûn û dewlet-bûyînê ye. Bi hêvîya dewletbûyînê ûSerxwebûna Kurdistanek Azad.
N-B: Bêgumane ku civak, wêje û sîyaset bi hev ve girêdayî ne. Gelo tu êrîşa terorîstên misilmanên hişkbawer li ser gelê Kurd çawa dinirxînî?
R-Ç: Newaf Can, berî her tişt divê em ji hev ra rast qise bikin, ji derewan bawer nekin; dûr bisekinin. Gotinek bav û kalan heye; “Masî di sêrî da bîhn dide” dibêjin bira can. Destpêka Ola Îslamê usa destpêbû.
Ma ew bav û kalê meyên ku di qirne ya heftemîn da dijîyan ji Ol û artêşên Ola Îslamê ra “Ohhhhh hûn bi xêr û silamet ve hatin vî welatê me” gotin? Keko ez naxwazim têkevim kûrahîya vê babetê. Di kûrahîyê vê babetê da bîhnek genî heye, ez naxwazim we ecîz bikim û birûskên nezanan jî bikşînim ser xwe. Ev teror di roja 612’yê mîladî da destpêbû, ev e 1400 salên ku dom dike bavê min, kekê min, lê kor nabînin. Ji kerema xwe Qurana Ola Îslamê bigire dest xwe, rûpelên wê veke, têkeve sure Enfalê ayeta 41’î bixwîne, gelo “XANÎMET” çî ye, malê kê ye? Ango nirxandina vê gelşê ez bawer im gelek kesan biêşîne.
Ji ber vê yekê ez naxwazim Kurd birayên xwe biêşînim. Lewra serê şûrê min pirr pîj, dev jî pirr tûj e. Keko ku heye hêzek, wekî dibêjin “Xwedê” hiş bide gelê Kurd. Gelê Kurd dost û dijmin ji hev qelibandîye, bûye mî ya serî gêj. Keko ev êrîş, ne êrîşa yekemîn e, êrîşa 1400 salan e li ser gelê me yê kesîb û reben. Ji xwe bîrnekin, me bav û kalên xwe jibo Erebên çolan ji xwe ra kirin dijmin, em bûn xulamê Ereb, Tirk û Farisên Îslam, jibo bihişta binê erda sar û 70 Horî û Melekên bedew, çav şîn û reş-belek. Gelo kî çûye bihişta bin
erda sar û tarî hatîye û gotîye “Li wir ji her Îslamekî ra 70 Horî û Melek hene, di paşila wî da radizin û kaguzarî dikin?…….
N-B: Gelo Çawa û bi çi awayî gelê Kurd dikare îro sûdê ji vê dertefa navnetewî bigire, ku ew zincîra koletî û bindestîyê bişkîne û mîna hemû gelên cîhanê li welatê xwe azad bijî?
R-Ç: Birayê minê hêja, ev pirsa te gelek-gelek girîng e. Min ji te ra got. “Gelê me yê nav Kurd dost û dijmin ji hev qelibandîye”. Ma wexta ku li bajarê Lozanê, di sala 1923’yan da Îngîlîz û Fransiz Kurdistan kirin çar parçe, hemû tawan ên wan bû? Îngîlîz dixwast ji gelê me ra Kurdistanek Azad damezrîne, lê 72 xwedêgiravî Rêber û Serokên gelê Kurd çi kirin û çi gotin? Ma wan 72 destnîvîs ji konferansê ra neşad?
Ma wexta ku Mistê Kor, ango Mistefa Kemalê bêbav, bi dizî ji Îngîlîz ra peywendî saz kir, lê Şêx Mamûd Berzencî çi kir? Seîd Abdulqadîrê Geylanî çi got ji Azadîxwazên Kurdistanê ra? Lê Sîmko axa? Birayê delal, divê em dîrokê rind binirxînin û rind jî bizanin, ev yek. A duwem: Divê em berê derzîyê noqî xwe bikin, dûra jî sûjinê jibo kesên din bi kar bînin, ez gorî.
Birayê minê hêja bersîva vê pirsê gelek dirêj e, lê li gor bawerîya min bersîv jî bi êş û jan e. Birayê delal, mirov bi destekî nikare ji du destan ra şer bike. Destek ne tiştek e, lê du dest bi hêz in. Serkeftin bi du destan dibe. Ango du dest ku bi hev ra ranebin, tu nikarî ji pozberê xwe ra şer bikî. Lê sed heyf û mixabin ku du destên me bi hev ra ranabin. Ev nexweşîyek wekî nexweşîya şêrpeçe ye ketîye nav hemû şane û xwîna me gelê Kurd, lê bijîşkekî wekî Loqman î Hekîm dernakeve ku ji vê nexweşîya me ra dermanekî bibîne. Keko Serok û rêberên me ramyarîya cîhanî rind nizanim. Cîhanê nas nakin. Bûyer û qewimandinên ku li welatê me û li cîhanê sadir dibin, rind, analîz, ango şîrove nakin, hemû xwe li ser çîyayê Qafê û Everest bilind, ji Albert Eînsteîn jî hişmend dibînin, lê tu wan her dem di bin coxekî biçûk, bomikên reben dibînî. Bê, bêcgeyîtî, piranîya Rêber û serokên me usa ne, yarê dijminê gelê xwe ne. Ma Selahaddîn î Eyûbî kî bû û wî çi kir? Wî hebûna gelê Kurd, jibo hişk-bawrîya Olâ Îslamê bir li Misirê radeste Xelîfeyê Ola Îslamê kir. Hestîyên wî di bin axê da vênesin. Lê Îdrîs î Bîtlîsî? Lê îro? Keko îro jî dîsa Ola Îslamê û çepên Tirk, Ereb û Farisan mala me xirab dikin. Şêx, Mele û îmamên mizgeftan wexta Yekîtîyên Sazûmana Sowyetên Rûsyayê, Kurd ji dijê wê sazûmanê rêz dikirin; îdeoloxên çepî jî gelê Kurd dikirin dijê Amêrîka
Îsraîl û kapîtalîstên Awropa. Bê derew, piştî sala 1965, hemû Partî û rêxistinên Kurdên Bakûr li tev çêpên Tirk li dijê Amêrîka, Îsraîl û Awropa bûn. Di wê dem û çaxê da, ez jî di tev wan bûm. Lê Serok û mêrxwasê PKK Avdila Ocalan? Heya roja îro jî ew jî wekî çêpên Tirk dijminê Amêrîka, Îsraîl û Awropa yê ye, dev ji dewletbûyîna Kurdan jî berdaye, dibêje “Mîyada dewletên neteweyî tijî bûye, me pirsa dewletbûyîne avêtîye sepeta gemarê”. Camêr ji gelê me yê bindest û reben ra: “Komarek Demokratîk, a Tirk, Konfederasyona Rojhilata Navîn, Doliwgerîya xweserî, Jîyanek Ekolojîk pêşnîyar dike, dîsa wekî berê dijminatîya Amêrîka, Îsraîl û Awropa didomîne, li pêş yekîtîya biratîya hêzên Kurdistanî da bûye asteng. Wî bira kirine dijminê
biran. 600 nûnêrên jibo Kongre ya neteweyî, ew 300’î jibo partîya xwe dixwaze; Alaya Kurdistanî napejirîne, ew camêr û alîgirên wî hemû bûne antî-emperyalîst, dewletek neteweyî naxwazin, cîhanê jî ji xwe ra toz pembe dibînin, lê jibo gelê Fîlîstîn û 200.000 devşîrme Tirkên Qibrisê dewletê dixwazin, lê camêrek alîgirê vê partîya Kurd, ji Serok û rêvebirên vê partîyê pirs nake û: “Birayên delal, hûn wexta derketin meydana şer we usa nedigot. Eger ku di nêt, raman û bawerîya we da damezrandina dewletek Kurdî tunebû, ma we çira 60.000’î zêdetir keç, xort, mêr û jin, zarok, kal û pîr dan kuştin? Hûn çira bûn sedema tarûmarkirina erdnîgarîya Kurdistan, vala û pagkirina 4000 gundan û koçberîya nêzîkî 5-6 mîlyon Kurdên reben; ku ew hemû ketine ber çerxa pişavtina dewleta Romê? Eger ku hûn dewletê naxwazin, jibo çî ye ve şer?” nabêje………
Belê birayê delal, ku rewş usa be, di vê pêvejoya herî baş da sûd çawa were girtin û bê standin? Daxwazîya Kurdan ne yek e ez gorî. Her hêzek Kurdî tiştekî dixwaze.Yek Sazûmanek Sosyalîst û Enternasyonlîst, ê dî Ommetek Îslamî û Sazûmanek Şerîatî dixwaze. Ku rewş usa be, cîhana Rojava, Sermayedarên cîhanî çawa li te binêrin? Di nav DAÎŞ da bi sedan xort û mêrên Kurd hene, diçin jibo Îslamê birayên xwe dikujin Keko. Ma Kurd her dem nebûne leşker û canfîdayê Ola Îslamê jibo dijminên xwe?….
Herwaha, çîrok dirêj e. Binêre li Başûrê Kurdistan; li ramyarî û tevgera Goran û YNK ew çi dikin û çi jî dibêjin? Bi gulekî ve bihar nay bira can. Mesûdê reben tenê bi serê xwe çi bike? Gor ku dibêjin rewşa wî parçeyê azad jî ne baş e. Li alîyekî alozî û nakokîyên nav sê hêzên sereke, li milê dî gendelî, bertîl, betalî bûye jîyanek rojane jibo kesîb, reben û belengazên Kurd. Gelo sûd çawa bê girtin???????????
Li parçeyê ku hûn têda dijîn jî hûn dizanin. Ez bawer im li wir cem ve jî rewş ne baş e. Ramyarîyek qirêj di nav PYD û ENSK’ê da dom dike. Naxwazin li hember dijmin hêzên xwe û daxwazîyên xwe bikin yek û
hêvîyekî bidin giregirên cîhanê û sûdekî bistînin. Çend roj berê te di bajarê xwe da bi çavên xwe ve dît, Rêber û mîlîtanên PYD’ê çi anîn serê Serokê ENSK’ê berrêz Îbrahîm Bro. Ew ji welêt nefî kirin, derxistin şandin Başûrê Kurdistan û ji wî ra: “Divê tu carek dî venegerî vir” gotin ez gorî. Ma ew camêra dijmin bû? Wî çi kiribû ji bilî ramanên xwe û rexnekirinê?
Qet ji bîrnakim, çendek berê yekî Apo î, li Almanya ji min ra bi e-maîlê peyamek kurt dişîne, di peyama xwe da heman usa: “Riza Çolpan dê em te jibo lahmacûnê têkin goştê hûr, ji kûçik bavê te bidin xwarin” digot. Gelo wî necamêrî çira ji min ra peyamek usa bê hêvotîn şandibû û usa digot? Ne ez wî nas dikim, ne jî ew min. Lê jibo çi? Jibo ku ez car-cara ji hin sîteyên Kurd ra birûbawerîyên xwe dinivîsînim, rexneyê hin kes û rêxistinan dikim, ku piran jî Apo î yan rexne dikim. Ji ber ku di meydana şer da ew in, li gor bawerîya min jî ew di wî şerê qirej da gelek şaşîyan dikin, ez jî jibo şaşîyên wan, rexneye wan dikim. Ango rexneyê çêker, ne ku çêr û kifrî. Ez bawer im ew kesê bê hêvotîn jibo hin nivîsên min ji min ra peyamek usa dişîne. Ango ew û kesên wekî wî evqas camêr û demokrat in. Demokrasî di devê van da benîşt e, her dicûn, lê di rastîyê da dîktator in, ji demokrasîyê û xoşdînek mirovî dûr in.
Belê bira can, em in ev gela. Ez dirêj nekim, dagerim ser berdewambûna pirsê. Keko li gor bawerîya min divê hemû hêzên Kurd, ên çep dev jî antî-emperyalîst şîarên xwe berdin, ên Îslam bawer jî dev ji Ola Îslamê. Ol ne nan, ne av, ne hewa û ne jî oksîjen e. Bawer bike mirov bê Ol bêtir qenc dijî, ji şer û pevçûnan dûr. Ango wekî min. Di dewsa Olî da Makezagonek Demokratîk û mirove î ji hemû gelên cîhanî ra baştir dibe. Çeptîya me jî ne jibo îro. Ew karê piştî dewletbûyînê ye. Ango îro li pêş gelê Kurd şoreşa Sosyalîzmê nîn e; divê gelê Kurd berî her tişt, olqên bindestîyê biçirîne, parçe bike û di bin destan da rizgar bibe, bibe xudan dewlet û dezgeh. Li milê dî îro cîhan ketîye nav pêvejoyek nû, ne wekî duhunîye. Cîhan bûye gundek, ketîye bêrika herkesî. Rojhilata Navîn bûye gola xwînê, Erebên Sunnî û Şî î ketine xirika hev; hêvî dikim ew hevdu bixwin, em jî pêsîra xwe ji wan barbarên xwînxwar dawêşînin û rizgar bibin. Lewra ew li serê me bûne bela û qeda. Divê gelê Kurd plana Amêrîka, a mezin jibo Rojhilata Navîn rind bixwîne, Kurdistanê têke nav wê planê, pişta xwe bide wê kele ya pola, Îsraîl û giregirên Awropa, ku sûdekî bistîne. Bi kurtî divê hemû Partî û rêxistinên gelê Kurd, ên Kurdistanî êdî hişê xwe bînin serê xwe, hêzên xwe û daxwazîyên xwe li hember dijminan bikin yek, hêvîyek erênî bidin giregirên cîhanê, sûd û maf li ku ye berê
xwe bidin wir. Ku usa nekin, serkefin û Serxwebûn dibe demcam. Ango xeyal.
N-B: Li gor ezûmana te bi xebat û jîyanê re ku temenê te nêzîkî 80 salî bûye, tu çi ji keç û lawên Kurd re dibêjî?
R-Ç: Bira Can, piştî du meh, ango di meha Cotmehê da 81 salên min diqedin, ez dikevim sala 82’yan. Divê hemû keç û lawên Kurd, ên Kurdperwer, di kîjan welatî da dijîn bila bijîn, lê divê ew ji xwe çucar ji bîrnekin ku ew Kurd in; ji zimanê dayîk û bavên xwe xwedî derkevin. Li ku rûdinin, radibin, her dem di nav xwe da bi zimanê dayîka xwe qise bikin û biaxifin. Divê bixwînin, pênûsê ji xwe ra bikin şûr û Atom. Bibin kesên zana, xudan pîşe û huner. Lênûskan jî ji xwe ra bikin Zend Awesta. Li milê dî, divê ew bizanin ku ewana şewq û tîrijên pêşerojan in, her dem jibo yekîtîya biratî kar, dost û dijimên xwe jî ji hev cihê bikin, jibo cîhanek aştî dadmendî hewl bidin, dijê şer û pevçûnan derkevin, ji biçûkan hez bikin, ji mezinan ra jî her dem rêzdar bin. Bi taybetî jî ji dê û bavên xwe ra.
N-B: Li dawîya vê hevpeyvînê, xewn û hêvîyên Rizoyê Dersimî çine?
R-Ç: Kekê min xewn û demcama min, berê ku ez bimirim dixwazim Kurdistanek Azad û Serbixwe bibînim, ev yek. A duwem jî cîhanek bê şer û pevçûn, cîhanek aştî û dadmendî, herkes, ji herkesî ra rêzdar, bira
û heval. Ji zarok û hezkirîyên min ra jî hosîya min ev e: Ku ez mirim, divê laşê min were şewitandin, axa laşê min here Kurdistanê, gundê minê Dersimê KÛPİKÊ. Lê ne bi Qurana Erebî û diwayên wê.
Ji hemû xwendevanên rojname ya Newroz ra silavên biratî û Kurdperwerî. Bimînin di xweşîyê da.
Riza Çolpanê Dersimî, Sydney.