Kitêbfiroş dibêjin qeyrana aborî bandoreke mezin li ser firotina kitêban kir û li gor salên borî firotina kitêban kêm bûye, lê sûdeke wê qeyranê ew bû ku bêserûberî di çapkirina kitêban de nehişt û niha tenê pirtûkên hilbijartî tên çapkirin.
Qeyrana aborî û kêmbûna mûçeyan bandor li ser bazara hertiştî kir.
Firotina hin materyalan pir sist bûye. Lê kitêbfiroş dibêjin, li gor berîka xelkê firotina kitêban di asteke baş de ye, lê bazara wan ne wek berê germ û bicoş e.
Xwediyê Kitêbxaneya Fêrbûnê ya firotina kitêban li bajarê Hewlêrê Îmad Reşîd ji Rûdawê re wiha got:
“Herçiqasî li gor salên borî firotina kitêban kêm bûye, lê li gor berîka xelkê, firotina kitêban hîn jî di asteke baş de ye. Ev cihê dilxweşiyê ye. Çimkî welat di qeyraneke kûr de ye û firotina kitêban berdewam e.”
Îmad Reşîd diyar kir, niha bêhtir daxwaz li ser kirîna roman û babetên fikrî û felsefî heye, piraniya kiryaran jî ciwan in û wiha domand:
“Di dema qeyranê de xelk bi armanca ku xwe ji vê rewşa tehl vedizin, romanan dixwînin. Lewra niha firotina romanan ji hemû babetên din zêdetir e.”
Qeyrana aborî bêserûberiya çapkirina pirtûkan nehişt
Ji ber qeyrana aborî û dabîn nekirina budceya wan, beşekî zêde ji çapxaneyên hikûmî û hizbî rawestiyan. Ev jî bû sedem ku pirtûk mîna berê neyên çapkirin.
Îmad Reşîd wiha axaft: “Berê çapxaneyên hizbî û hikûmî her sal gelek pirtûk çap dikirin. Lê çimkî piraniya wan ne li gor daxwaza xwîneran bûn, bazara wan nebû. Vêga berovajî ye. Çapkirin kêm bûye û firotina berhemên nû yên weşanxaneyên taybet zêde bûye.”
Navenda Awêr a çapkirin û belavkirina kitêban, yek ji wan navendan e ku di hundirê 13 salên borî de bi sedan pirtûk çap û belav kirine.
Rêveberê Navenda Awêr a çapkirin û belavkirina kitêban Hesen Alî ku sê pirtûkxaneyên wî yên firotina pirtûkan jî hene, dibêje “Ji ber qeyrana darayî firotina kitêban pir kêm bûye. Lewra ji bo wergerandin û çapkirinê em bêhtir wan kitêban hildibijêrin ku berê li dinyayê pir hatine firotin û bi navûdeng in.”
Firotin kêm bûye
Hesen Alî herwiha got: “Herçiqasî xwînerên kitêbên baş hene, lê firotina kitêban bi giştî li gor berê bi rêjeya ji sedî 60 kêm bûye.”
Navenda Awêr ku baregeha wê ya sereke li bajarê Hewlêrê ye, di sala 1999an de hat damezrandin, lê piştî sala 2003an dest bi çalakiyên xwe kir.
Hesen Alî wiha domand: “Berê li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê daxwazeke zêde li ser berhemên me hebû. Lê ji ber qeyrana aborî wek berê nemaye, lewra me bihayê kitêbên xwe bi rêjeya ji sedî 30 kêm kir.”
Hesen dibêje “Kitêbên baş bazara xwe ji dest nedane, wek mînak me hin roman 12 caran bi tîraja 4-5 hezar kopiyan çap kiriye. Lê hin kitêbên me hene tîraja wan 2000 bû û heta niha 100 kopî ji wan nehatiye firotin.”
Berê bi derketina her navnîşaneke nû re, Wezareta Rewşenbîrî hejmarek bo kitêbxaneyên giştî dikirî, lê diyar e qeyrana aborî bandor li ser vê jî kiriye.
Wezaret êdî pirtûkan nakirre
Hesen Alî dibêje “Berê ligel çapkirina her navnîşaneke nû, Rêveberiya Kitêbxaneyên Giştî ya Wezareta Rewşenbîrî 100 kopî dikirîn, lê ji ber rewşa aborî, niha me bêhtirî 250 navnîşanan çap kirine, heta niha nekirîne.”
Wek weşanxaneyên taybet, firotin û çapkirina kitêban li çapxaneyên hikûmî jî kêm bûye. Li gor amareke Rêveberiya Çap û Belavkirina Hewlêrê, sala 2013an çapxaneya Hewlêrê 69 kitêb û 20 kovar çap kirin, lê di sala 2014an de 30 kitêb û 15 kovar çap kirin, sala borî jî tenê 14 kitêb çap kirin.
Rêveberê Çap û Belavkirina Hewlêrê li Wezareta Rewşenbîrî û Lawan Sîrwan Osman jî got:
“Qeyrana aborî bandoreke mezin li ser çapkirin û firotina kitêbên çapxaneyên me kir. Firotina kitêbên me bi rêjeya ji sedî 70 daket. Çapkirina kitêbên me jî bi rêjeya ji sedî 50 kêm bû.”
Sîrwan Osman herwiha got: “Berê bi çapkirina her kitêbekê re, me hinek pere wek xelat dida nivîskar ku hin caran digihîşt milyon û 200 hezar dînarî, lê ev bû du sale m ti xelatekê nadin nivîskar, lewra nivîskar ji berê kêmtir bo çapkirina kitêbên xwe tên ba me.”
Wergêr û rexnegir Dr. Azad Heme Şerîf ku li Koleja Edebiyatê ya Zanîngeha Selahedînê profesorê alîkar ê ziman û edebiyata ingilîzî ye, heta niha 30 pirtûk çap kirine û ev bû salek ku sê kitêbên wî ji çapê re amade ne.
Dr. Azad got: “Qeyrana aborî bandor li ser berîka kiryarên kitêban kiriye. Çapxaneyên taybet jî wek kirîna bacanên sor bi nivîskaran re tevdigerin û xelateke kêm jî didin, lewra ez ne amade me pirtûkên xwe li ba wan çap bikim.”
Tevî ku bazara kitêban sist bûye, lê xwediyên kitêbxaneyan dilxweş in ku niha bêserûberî di çapkirina kitêban de nemaye û tenê kitêbên bi kalîte ku pir tên firotin, têne çapkirin.
Xwediyê Kitêbxaneya Fêrbûnê Îmad Reşîd dibêje “Çapxane û navend da kitêbên xwe bifroşin, pirtûkên hêja û bi arezûya xwîner çap dikin. Lewma niha bêserûberî di çapkirina kitêban de nemaye.”
Rudaw