Duh, roja 17’ê Tirmehê.
Li hewşa Mizgefta Fatîhê, Erdoxan li ser tabûta hevalên xwe, hevalên wî yên ji alî leşkerên wî va hatibûn kuştin, li alîkî diaxifî, li alî kî jî hesirên xwe dibarand.
Weke hevaleke dilsoz, weke miroveke gunehkar digirîya, lê belê weke serokkomar, weke fermandarê wê artêşê jî diaxifi.
Leşkerên wî yen li dijberî wî serî rakiribûn û hevalên wî kuştibûn, tawanbar dikir.
Gotinên xwe yên di derbarê wan da heta nuha dianîbû ziman ji bîr kiribû û digot; „Ew ne mirov in, ew kesên namerd in, ew kesên rezîl û bêşeref in, ew kesên kujerê gel in hwd…“
Ew kesên ku ji alî Erdoxan va, bi zimaneke tund û tûj dihatin tawanbarkirin, heta rojek berê, di nezera Erdoxan da, her yek miroveke bêhempa û endamê Artêşa Tirk a bişref bûn!
Weke hevalbendê wî yê berê Fetullah Gulen.
Fetullah jî gor Erdoxan, ji dema şaredarîya wî ya Îstenbolê heta sala 2012’an mirovekî ruhanî, mirovekî oldar, alimêkî qedirbilind bû.
Erdoxan û Fetullah bi salan heval û şirîgên hev bûn. Erdoxan daxwazeke Fetullah şûnda venedigerand, Fetullah jî duayên xwe ji Erdoxan nediparast. Weke du mirovên mumîn, weke du kesên xwedî kiryar, ger li dijberî Gelê Kurd, ger li dijberî Gelê Tirk, ew Tirkên ku wek wan nedifikirîn, bi hev ra kar dikirin û roj bi roj nêzikî armancên xwe yên hevpar dibûn.
Roj hat, şirîgatîya wan bidawî bû.
Di nezera Fetullah da Erdoxan bû Îblîs, di nezra Erdoxan da jî Fetullah bû serokê hêza bi navê FETO, hêza terorist!
Dema ku efserên Artêşa Tirk, li dijberî Gelê Kurd şer dikirin û li ser gund û bajarên kurdan da bombe dibarandin, ew lehengên Erdoxan, efserên bişeref û bêhempabûn.
Îro bûne bêşeref û terorîst.
Bêguman di gotinên Erdoxan’da, di gilî û gazinên wî da çiqwas durûtîyek hebe, ewqas rastîyeke balkêş jî cîh digre.
Durûtîya Erdoxan ewe ku, ew li ber hevalên xwe nakeve û sedem kuştina wan nagrî, ji ber ku wî heta nuha, ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî û ji pêşeroja desthilatîya xwe, bi hezaran heval û hevalbendên xwe yên nêzîk firot û ji wan dûr ket. Îro jî sedemê xemgînîya Erdoxan, hevalên wî yên kuştî û jîyayî nînin. Ew ji bo astengên ku derketine ser rîya wî, xemgîn e, ji bo gunehkarîya xwe digrî û hesirên xwe di ser xwe da dibarîne.
Ew ji bo xwe digrî û ji bo xwe xemgîn e.
Durûtîya xwe jî bi girî û hêsirên xwe vedişêrîne.
Di axaftina Erdoxan da rastîya balkêş jî ewe ku, tawanbarîya wî ya di derheqê efserên ji Artêşa Tirk da ye.
Efserên Artêşa Tirk duh jî derbeker bûn, îro jî wî karî dikin.
Efserên Artêşa Tirk duh jî bêşeref û kujer bûn, îro jî bêşeref û kujer in.
Artêşa Tirk, ew artêşa ku Erdoxan xwe weke fermandarê sereke bi nav dike, duh jî artêşeke qetlîmker bû, îro jî bi wî awayî tevdigere.
Lê belê, ew kesên ku ji alî efserên artêşa di bin fermandarîya Erdoxan da dihatin kuştin û gund û bajarên wan wêran dikirin, banîyê xanîyên wan di ser wan da dihatin xarê, Kurd bûn. Sedem vê yekê jî Erdoxan, qetlîamên artêssa Tirk weke kiryarên pîroz bi nav dikir, efserên kujer jî weke lehengên bêhempa îlan dikir.
Lehengên Erdoxan yên duh, îro bûne kujer û xwînxwar, ji ber ku li dijberî wî derketine…
Mirov dikare bêje, ne îro, ne jî ji îro şûnda Artêşa Tirk pîr û pak nabê û efserên wî yên mayîn jî nabin xwedî şeref.
Ne bi kirina duayên pîroz, ne bi xwendina sirûda netewî, ne jî bi hêsirên ji çavên Erdaxan da têne xwarê, pêşî li bêşerefî û kujerîya Artêşa Tirk nayê girtin.
Ji dermanê vê yekê, yek, ancax bi bawerîya bi demoqrasîyê û bi tevgerek demoqratîk ve mimkûn e.
Yek jî, bi edlayî û bi aşitî çareserkirına pirsgireka Gelê Kurd e.
Ji ber ku Erdoxan jî, hevalbendên wî û gelê Tirk jî qasî efserên Artêşa Tirk û Fetullah ji demoqrasîyê dûr û di derbarê pirsgireka Kurd da jî gunehkar in…
Ev gunehên wan ên giran jî, ne bi xemgînîyeke bi durûtî, ne jî bi hêsirên çavan, ji histûyê wan radibe!
18.07.2016
ikramoguz@navkurd.net