Ew û Dinê li ber agirê gurr rûniştîbûn.
Dîno, ji nav agir çikek girt û pê çixareya xwe vêxist û pêre jî got:
“Romana Mîro qediya. Qediya, lê Mîro û hespê xwe jî neman û wek şimayê heliyan. Na, ne ew ma û ne jî hespê wî… Ew, bi hev ra qeliyan…”
Çavên wî li agirê gurr bû. Bêdeng û ji xwe dûr bibû, Dîno.
Dînê li wî mêze kir, lê tu maneyek neda bêdengiya wî.
Bêdengiya demê bi dengê Dînê xira bû û wî got:
“ Çi bû mêrik. Çi bi te hat û te xwe daye kerriyê. Dîno, tu jî dizanî ku çaxa meriv ji xeribîyê vedigere, ji merivan tê pirsîn; tu çûyî û hatî. Ka te qet çi dîtiye? Hema te çi ditiye tu qala wê bike û wê bibêje, de fermo.
Mêriko! Eha, te jî romana Mîro xwendiye û divê tu li ser xwendina xwe jî tiştekî bibêjî. Ma ne wiha ye, gelo…? Ka tu dikarî li ser romana Mîro çi bibêjî. Eha, wayê min dengê xwe birî û li benda te me…”
Dit Dîno ji xwe dûr û dûr e, pêwistî bi axaftinê dît carekê din got:
“Lo, ka tu çima deng nakî…! Çima tu min di meraqê de dihêlî…? Weyyy mal ava, ji te pirsekê hat kirin, ha…!”
Çavên Dîno li elawa agir bû. Wî serê xwe ranekir, lê dest bi axaftinê kir û got:
“Dînê, heta nuka min ne yek, lê bi sedan roman xwendiye. Erê, min xwend, lê ew berê bû. Di piraniya xwe de roman jî bi zimanê Tirkî û min di wê zimanê de pirtûk diqedand. Wek îro tê bîra min, çaxa min dest bi xwendinê dikir heta min neqedanda ji destên min nediket. Min dixwend, diqedand û wer radikir û dida alikî.
Wek nuha tê bîra min min di esrê de dest bi xwendina romanekê kir û roman bi navê xwe Kizil Kayalar û zêdeyê 900 rûpelê bû. Şev qediya û ber bi nîvroyê min ew pirtû qedand û wer serê xwe da ser balgiyê.
De nuha jî ne wek berê me û çav ji xwendinê xeyîdiye û êdî berxwe nade. Eha, xwendina min a berê wiha bû.
Mîro, 139 rûpel û min jî herroj 9- 10 rûpel xwend û iro jî qedand. Erê, min xwend û divê ez çend gotinan jî li ser romanê bikim. Na, nabe nekim…
Naverok:
Li ser jiyana Kurdekî û camêr bi navê xwe Mîro ye. Mîro, ne mîr e. Ew jî wek min û te belengazek ji belengazan e. Eş û kul û mereza Mîro, mereza me gişkan e. Tu çaxa romanê dixwînî, tu di romanê de xwe, bav û kalên xwe, xal û xaltika xwe, mal û malbata xwe, çiya û banî û newal û neqebên welatê xwe dibînî. Te digre û bi xwe ra dibe. Di qalkirina Mîro de tu rewşa welatê xwe, jiyanekê kesirî dibînî û dixwînî. Mîro, êşa canê me û hesiriya welatê me bixwe ye.
Ziman:
Ziman sivik û dewlemend e. Wek ava Çemê Muradê bi zelaliya salên berê diherike û rê digre. Bê qisûr û bi tehma dilê min bû. Wek meriv çawa guh bide dengê Keremê Seyad û jê têr nebe bi wê awayê merivan bi xwe re digre û berê merivan dide salên berê û tîne û dibe. Wek çawa tu guh bidî stranên Evdalê Zeynikî û jê têr nabî bi wê şiklê Kek Ikram, hevokên xwe yek bi yek hunandiye û bi wê pênûsa destên xwe ristiye. Di hevokên wî de sira zozanên Bingolê dilîlîne. Û di dengê gotinan da jî tu kalîna xezalên welatê xwe dibihîzî.
Xwendin, bi coş û meraq û hewasa dilê te ye.
Xwendin te bi xwe re digire, dibe û li newal û neqebên welatê te diqelibîne û çiya bi çiya digerine. Geh li ber kanika zozanî te dide radiwestin û geh te li hespê kûmêt siwar dike û zozan bi zozan digerîne…”
Ji çixereya vêxistî li ser hev çend gurmik girt û paşê jî axaftina xwe domand û di axaftinê de wiha got:
“Sed sal buhuriye, Dînê. Ne hindik, lê sedsalên xwînî û hîn jî Romî ji pêsira me neketine û aqilê me jî nehatiye serê me. Salên nuha jî, ji wan salên berê ne çetirîne. Eş û elem û derd û kul wek salên berê û tu guhartinek di vê jiyana kanbax da nebûye û bi vî aqilî jî ne pêkane, bibe. Hema bi Kurtî bibêjim bila Mala Ikram Oguz ava be”
Piştî vê axaftinê yekem ber bi elawa agir û piştre jî li çavên Dînê mêze kir û ji pirtûka destê xwe parek ji romanê xwend:
“ Pismam li min rind mêze bike. Tu bixazî jî ji vir şûnda rûyê min nabînî. Min dixwest berê hespê te bişewitînim, lê ez qemîşê te nakim, li vê dinê jî, li dinya wî alî jî naxwazim te û hespê te ji hev biqetînim. Ez naxwazim kar û barên zebaniyên cehenemê jî zêde bikim. Heger, wek kuştina hespê te sê gulê legana Ûris berî eniya te bidim û te bikujim, hem barê te û hem jî karê zebaniyên cehenemê giran dibe. Bi agirê guniyên Girê Reş va te dişewitînim ku, hem tu li dinya wîyalî ji agirê cehenemê xilas bibî, hem jî zehmetên şewitandina te…”
Dîno, çavên xwe ji xwendina romanê kişand û li agirê gurr mêze kir û got:
“Resûlê pismamê Mîro, Mîroyê pismamê xwe bi zîn va girê dide û bi hesp va dişewitîne û herdu bi hev ra wek şimayê dihelin û têne xwarê.”
Wî axaftina xwe qedand û Dînê jî got:
“Wax û wax û heywax….!!!”
Welî Sebrî