Romana “Mijabad” ku yekem romana Jan Dost e û bi Kurmancî hatiye nivîsandin, bi zaraveyê Soranî li bajarê Hewlêrê derket.
Nivîskarê ji Rojavayê Kurdistanê Jan Dost heta niha 7 roman nivîsandine. Romana Mijabad behsa serpêhatiyên Komara Kurdistanê li Mehabadê dike û jiyan û çarenivîsa lehengên komarê ji damezrandina komarê û heta hilweşîna wê dişopîne.
Romana Mijabad yekemîn romana romannivîsê ji Rojavayê Kurdistanê Jan Dost e. Ev roman bi zaravayê Kurmancî hatiye nivîsandin. Ferhad Çomanî ew ji Kurmancî kiriye Soranî û ji aliyê Malî Wefayî li Hewlêrê hatiye çapkirin û belavkirin. Di heman demê de merasîmek ji bo îmzekirina vê pirtûkê hat sazkirin.
Barzanî jî heye
Ev roman rojnivîskên Komara Kurdistanê ji destpêka damezrandinê û heta hilweşîna komarê û bidarvekirina Pêşewa Qazî Mihemed ji me re bi zimanekî wêjeyî vedibêje. Qehremanê romanê yek ji pêşmergeyên Mela Mistefa Barzanî ye ku bi pêşengiya Barzanî berê xwe dide Mehabadê û çeperên komarê diparêzin.
Badînê Amêdî ku qehremanê romanê ye derbarê bajarê Mehabadê û Komara Kurdistanê wiha dibêje: „Mehabad weke keçeke tazî ye ku xwe dabe ber sûlavekê, di nav mij û moranê de ye. Dibêjin „Mehabad bajarê mij û moranê ye, Mijabad e, ne tenê xwezaya wê bi mijûmoran e, lê belê komara wê bi xwe jî, di nav mij û moraneke sor de vedigevize.“
Badînê Amêdî, ew nivîskarê pêşmerge ye ku heta dawiya romanê pirs di mejiyê wî bê bersiv dimîne: „Gelo ez ji bo şer ji dayik bûme yan ji bo eşq û nivîsandinê?“ Badîn tevî leşkerên Barzanî ji bo parastina Komara Kurdistanê sînor derbas dike û diçe Mehabadê, wek nivîskarekî li komarê amade ye û nerînên wî yên rexneyî hene li ser bîr û baweriyên siyasî yên dema dawiya Şerê Duyem ê Cîhanê û bi ruhiyeteke dijber rojên jiyana xwe li komarê derba dike.
Tevî girîngiya nivîsandina dîroka kurdî bi zimanê wêjeyî yê vegotin û romanê, di heman demê de ev roman pêngaveke ji bo guhastina wan tekstên ku bi zaraveyeke sereke ya kurdî tên nivîsandin bo zaraveyeke din. Jan Dost derbarê girîngiya vê karî wiha dibêje.
Xewna Ferhad Çomanî
Dirustkirina pira navbera zaravayan û hewldana danasîna xwînerên parçeyên Kurdistanê bi edebiyata hevûdin, xewna Ferhad Çomanî bû. Ew dibêje hêviya wî ew e ku ev kar bibe destpêka hewldana wî ji bo avakirina pireke şaristanî û kultûrî.
Jan Dost ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ye û heta niha 7 roman belav kirine û lêkolîneke berfireh li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî dirust kiriye û dîwaneke wî ya helbestan jî heye. Jan bi herdu zimanên kurdî û erebî dinivîse.
Rudaw