Gotinên pêşîyan her tim bala min dikşînin.
Ji ber ku di her gotinek pêşîyan da rastîyeke zanyarî he ye.
Her gotinek xezîneyek bêbinî, mîraseke çandî û dîrokî ye.
Rastîya wan gotinan bi tecrûbeyên sed salan, hezar salan hatine ceribandin. Divê em îro jî rûmetê bidin wan gotinan û di jîyana xwe da wek mînak bikarbînin.
Ji wan gotinan yek jî; „Aqilê sivik, barê giran“ e!
Mirov dikare vê gotinê bi hezar awayî şirove bike.
Mînak:
Kî/kê aqilê xwe bikarneyne, barê xwe giran dike.
Mirovê serhişk, berê zirarê dide xwe.
Mirovê pozbilind, pêşîya xwe nabîne.
Mirovê bêhesab, karê xwe tevlihev dike.
Mirov dema ku li rewşa Kurdên Bakur dinêre, dibêje qey ev pêşgotin îro ji bo wan hatîye gotin .
Bi taybetî serok û rêvebirên sazî û rexistinan…
Endam û alîgirên wan…
Bargiran û aqilsivik in…
Sedem vê yekê ye ku ew, xwe û hevalên xwe mezin, kesên wek wan nafikirin û bi wan ra tevnagerin, piçûk û nezan dibînin.
Hemû pozbilindin û di ser pozê xwe ra tu kesî nabînin.
Hemû bêhesab û bêkitêb tevdigerin, kar û barên xwe tevlihev dikin û di bin da dimînin.
Aqilê xwe dane kirê û bi aqilên neyarên xwe li rê û dirban digerin.
Daw û doza Kurd û Kurdistanê dikin, di wê daw û dozê da bi zimanê neyarên xwe difikirin û diaxifin.
Daxwaza mafê zimanê zikmakî dikin, lê di her xalên jîyanê da zimanê neyarên xwe bikartînin û roj bi roj ji zimanê xwe yên zikmakî dûr dikevin.
Salê da carê girîngîya zimanê zikmakî tînin bîra xwe û di wê rojê da dibêjin û dinivîsînin;
„Zimanê me nasnameya me ye!“
„Zimanê me hebûna me ye!“
„Zimanê me rûmeta me ye!“
Mixabin, zimanê xwe yên zikmakî nizanin, ji bo hînbûna wê jî tu car gavek navêjin.
Hinek Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî.
Hinek Kurdistaneke federal û sosyalist.
Hinek Kurdistaneke otonom.
Hinek jî rêvebireyeke xweli(li)ser dixwazin.
Sedem van daxwazên xwe, hinek derdikevin serê çol û çîyan.
Hinek dikevin heps û zîndanan.
Hinek dikujin, hinek tên kuştin.
Hinek ji canê xwe, hinek ji mal û milkên xwe dibin.
Hinek jî ji welatê xwe dûr dikevin û li seranserî dinê pîran pîran dibin.
Lê di hemû kirin û kiryarên xwe da ji hîmê hebûn û nasnameya xwe dûr disekinin û li ser hîmê neyarên xwe, li dû avakirina avahîyeke nû digerin.
Her carê, bi aqilên xwe yên sivik, di bin barên giran da ji qidûmda dikevin û dipelixin.
Çawa ku avahîyek bê hîm ava nebe, Kurd jî heta ku li zimanê xwe xwedî dernekevin, hîmê hebûn û nasnameya xwe xurt nekin, li ser wê bingehê di navbera xwe da yekitîyek ava nekin, ne dikarin bibin milet, ne jî dikarin bibin xwedî dewlet.
Ji ber ku hîm û bingeha miletbûnê ya herî girîng ziman e.
Ziman nasname ye, ziman çand e, ziman hebûn e, ziman şexsiyet e, ziman ruh û can e!
Daxwaz û kirin û kiryarê kurdekî çi dibe bila bibe, eger ku ew bi zimanê xwe nepeyîve, ew kurdekî bêrûmet e.
Li zimanê xwe xwedî dernekeve û di jîyana xwe da bikarneyne, di şexsîyeta wî û nasnameya wî da qelsîyek mezin he ye.
Zimanê xwe nizanibe û ji bo hînbûnê hewl nede xwe, bê ruh û bê can e.
Her milet, an jî her her ferd bi qasî zanebûna zimanê xwe, xwedî şexsîyet, xwedî nasname û xwedî rûmet e!
19.05.2016
ikramoguz@navkurd.net