Xwendevanên xoşewîst, eger ez zaroktîya xwe, ango 5-6 salîya xwe bidim alîyekî hesab nekim, dikarim bibêjim 75 sal in ku ez govanê gelek bûyeran im. Ango govanê rewş, qewimandin, tevger, kirin û nekirinên gelê xwe.
Belê, her çiqas ku ez 65 sal berê ji welêt dûrketibim jî, lê ez bi laş xerîbîyê, bi gîyan û hişê xwe ve jî her dem li welatê xwe bûm, îro jî welatê min li tev hemû welatên cîhan ketîye qutîyek biçûk, di bêrika sakoyê min da cî girtîye. Çi wext bixwazim di bêrikâ xwe da vê qutîya
biçûk derdixînim, wekî hêlî, ango neynika ku hîv û stêr li ser –Alaya dijmin- 65 sal berê min li bajarê Edenê kirîyabû kiribû bêrikâ xwe, di rojê da deh car, bîst car li por û rûyê xwe dinêrîyam, îro jî di vê qutîyê da him li tevahîya cîhanê dinêrim û him jî li welatê xwe, gundê
xwe, ew erd û cîyên ku ez li ser gerîyabûm, min berx û kar û golik li ser çirandibû, kevir û darên ku ez hilkişîyabûm derketibûm ser, kanîyên ku min ava wana sar, wekî qemir vexwaribû, newal, neqeb, gelîyên ku ez têda gerîyabûm, tirrên ku min di jor da heya jêr xwe xij kiribû, derpeyê xwe dirandibû, şikeftên ku ez û hevalan têda rûniştibûn, hemû yek û yek li ber çavê min in. Li wan dinêrim û “Ax welat, ax welat” dibêjim û digîrim.
Keser, kesera welêt, kesera qom û qebîl, kesera gora dê û bav û kalan, kesera heval û hogirên hezkirî, kesera welatekî serbixwe, kesera sazûmanek dadmendî û demokratîk, jîyanek wekhevî dilê mrov dax dike, janê dide tevahîya hemû lebatên laşê mirov.
Min di zaroktîya xwe da qet navê demokrasîyê, hevoka jîyanek wekhevî û peyva dadmendî nebihîstibû. Li gundê xwe kesîb, lê kamran bûm. Kar û berx û golik, pez û dewar ji min ra heval bûn. Pêxas bûm li ser wî erdê pîroz, lê dilgeş bûm. Gundîyan jibo mirîşkan, dora ava kanîyan jibo bostanan pevdiçîyan, şer dikirin, serê hevûdu dişikandin, dibûn dijminên hev, lê hişê min nedigîhişt wê rewşa wan.
Qet di bîra min da naçe, gundîyan jibo sedemek dûrî hişê mirov û bêbingeh, bi ço û rotan ve êrîş didan serhev, ser û çavên hev dişikandin, dûra jî serbexo, ango muxtarê gund gazî zeftîye yên Romê dikir, yên ku şer kiribûn zeftîye yên Romê ew didan ber duxa tifîngan, dikutan, li ser erdê dirêj dikirin. Pirrî caran jî tola xwe bi destê zeftîye yên dijmin distandin.
Min cara yekem zeftîye yên dijmin, ango cendermeyên Roma Reş, ez ku ne şaş bim, di sala 1943, yan jî 44’an da dît. Berê ku ez wan zeftîye yên dijmin bibînim, dîya min gelek caran bi gîrî ji min hin zarokên cîranan ra: “Tirk û Tirkmenên pitikxur. Wana gelek pitikên me Kurdan
serjêkirinê xwarine. Ji ber vê yekê ye ku em ji wan ra “Tirkmenên pitikxur” dibêjin. Divê hûn xwe ji wan zaliman biparêzin. Qet ji di bîra min da naçe, mirina herdu lawên Bilo Axayê Axkîlisê, Axabeg û Memedalî. Ev herdu bira di tertala û tevkujîya Filan -Ermenî- da li
tev hinek Filan revîyabûn çûbûn Hamêlkanê -Amêrîka- li wir digotin bûne polês, dûra piştî gelek salan, li tev gundîyê -Rîçik- me Welî yê Kelêşan, şuva hatin. Mirov qîm nedikir ku li wan herdu biran binêrê. Ew bi dûrva merîyê bavanê min in. Bilo Axa, Axakî eşîra me Îzol bû. Ew
gelek caran hatibû Rîçikê, bûbû mêvanê me û hevnavê xwe Dilo yê Îsê Xêlit. Dilo yê Îsê Xêlit jî him merîyê Axayê eşîra me Mele Ûsiv bû, him jî di wê demê da serbexo yê gund bû. Dilo Axa mirovekî gelek hêja, bi xîret, gelek jî serwext û zana bû. Di wexta tevkujîya Dersim da, dilo Axa nehat kuştin. Ji ber ku Mele Ûsiv ew diparast. Mele Ûsiv û Necîb Axa yê hêrêma newala Oxîyê, hevalê dewleta Romê bûn. Ev çîrok gelek dirêj e, ez naxwazim têkevim kûrahîya vê gelşê. Ez werim ser rewşa herdu lawên Bilo Axa, Memedalî û Axabegê.
Belê, di wexta tevkujîya me Dersimîyan da, komek zeftîye yên Romê herdu lawên Bilo girtibûn, dest kiribûn kelepçan biribûn li Mêzgirê radeste serdarê leşkerî kiribûn. Wî zalimî jî rojtira dî ew herdu bira tazî û şilf kiribû, nîr jî dabû ser stuyê herdu biran, herdu bira kiribû gamê, li ser kêsa kerengên hişk û sitirî, bi zexta mesasê va gam dabû gerandin, zeftîyan bi zexta mesasê ve ew herdu bira bi şiklekî hovane va kuştibûn, kêsa kerengan bi xwîna wan herdu biran ve sor bûbû. Di vî gundê me da -Kûpik, gundê mim- jî Seîd Heyder û Seîd
Nesêmî girtin birin, li tev Silêman Sudê begê va di çeta, ango di gelîya Sindamê da bi şilfan kuştibûn. Gotibûn gule bi dirav in. Bi hezaran kes di wê gelîya kûr da usa kuştibûn” digot dîya mina dilovan û digîrîya. Histêrên çavê wê hêj li ber çavên min in, qet ji bîrnakim.
Belê birayên hêja, xwendevanên xoşewîst, çira ez van tiştan ji we ra dinivîsînim?
Gelo çira em Kurd usa her dem bi bêbextî bi destê har û hovan ve tên kuştin?
Gelo kuştin, bindestî, jar û pêrîşanî, ji hev ra neyartî ji me Kurdan ra bûye bext û adet?
Gelo ew hêza ku jê ra “Xwedê” dibêjin, wî em usa bi taybeti afirandine?
Gelo çira em hevûdu heznakin?
Gelo çira em li hember dijminên har û hov nabin yek kulm û yek bivir, yek şûr, yek top û tank?
Gelo çikê me ji Tirk-Moxolên laş bocî, har û hov, bed û zişt, Erebê rûtê çolan, Farisê Îblîs û namerd kêmtir e?
Gelo çira wexta ku dijmin wekî har û hovan êrîş dide ser herênmek me Kurdan, birayên me dikuje, namûsa wan peymal dike, çira em naçin hewarîya wan xuşk û birayên xwe?
Ev ecêb e, ecêbek giran.
Di destpêka sedsala bîstan da Tirkên har û hov êrîş dan ser Kurd Elewîyên Sêwas, ango Qoçkîrîyê, Kurd-birayên ku bi ola Îslam û rêola Şafî î ve wekî çirîş hatibûn zeliqandin -ku îro jî hêj gelek usa ne- gelek dilşa bûbûn. Heta hinek him çûbûn jibo kuştina deh Elewîyan ku herin bihiştê; hinek jî çûbûn talanê.
Lê di şerê tevkujîya Şêx Seîd, çîyayê Agirî û gelîya Zîlan da Kurdên Elewî; bi taybetî jî eşîra Lolan û Xormekîyan çi kiribûn?
Kê Şêx Seîd û hevalên wî dîl girtibûn radeste dijmin kiribûn? Divê her Kurdekî Kurdevîn û welatparêz wê bêbextîya eşîra Lolan û Xormekîyan ji bîrneke, Memed Şerîfê bêbext jî rind nasbike. Hestîyên wî xayînê Kurd di bin axa reş da jî vênesin. Axa Xelîl Begê zêde, rama xweza jî her dem li ser be. Ji ber ku wî ew bêbexta kuşt.
Li Pîran, li Amedê, li Xarpitê Kurdên Elewî, ên eşîra Şadîyan, ên Îzol, Xiran û gelek eşîrên din, him çûbûn talanê, him jî çûbûn kuştina biran.
Jibo çi?
Jibo bihişta ola Îslam û Alî yê mêrkuj, diwanzdeh Îmamên dijminê ol û bawerîya Enal Heq.
Di tevkujîya Dersim da, dîsa Kurd-birayên Sunî, ango Şafî î hatibûn kuştina deh Elewîyan, li tev dijmin. Wan jî gelek Kurd birayên xwe him kuştibûn, him jî hebûnê wanên wekî zêr û zîv talan kiribûn, pitik di zikê xuşkên xwe da bi şilfê kuştibûn.
Belê, ew roj û ev roj. Gelek gelên cîhan çûn derketin ser asîmanê şîn, em Kurd man bindestê Tirk, Ereb û Farisan, man ser pişta kerê.
Di destpêka sedsala bîstan, heya vê roja sedsala bîst û yekê, em Kurd bûn govanê gelek bûyer û qewimandinan. Dijminan bi sedhezaran ve em kuştin. Wexta ku em kuştin jî qet negotin evana “Sunî, Şafî î û Elewî ne” Suçê hemûyan Kurd bû, îro jî dîsa Kurd e; lê sed heyf û mixabe ku Kurd bûne çav kor, guh kerr, dil kevir, hiş -bibexşînin- ker. Mêjîyê Kurdan tevizîye, çavê Kurdan kor bûye, xîret di dil û mêjîyê van da nemaye. Naxwazin çavên xwe vekin. Naxwazin dijminên xwe û xwepînokên xwe nas bikin. Naxwazin li dora xwe binêrin. Naxwazin dost û dijminên xwe ji hev cihê bikin.
Di sala 1978’an da li Meraşê 150 kesî zêtir Kurd hatin kuştin. Pitik di zikê dayîkên Kurd da, li tev dayîkan hatin kuştin. Çêqê zarokên Kurd girtin ji hev qelişandin, hemû Kurdan ew dirideyîya barbarî dît, lê hemû bûn çav kor û guh kerr. Heta Kenan Evrenê faşîst ev zilma
hovane di têlewîzyonê da anî ziman. Vîdyo ya wê gotinê li cem min e, di arşîva min da cî girtîye. Ji bilî wê tevkujîya hovane, dîsa di gelek bajar û cîyan da bi sedan Kurd hatin kuştin, dîsa Kurd man bêdeng û bûn çav kor.
Belê, berî kevkujîya Meraşê, xortekî qemer, bejn dirêj û qelew, simbêl reş, pîçek jî çav şaş, li Anqarê derket û bi qîrîn: “Êdî bes e ev bindestî û ev neheqîya van zaliman. Kurdno bes e, hîşyar bin di xewa kûr da, rabin, rabin ser pîyan, guh bidin min, li pey min bimeşin, ji we ra sond û peyman, dê ez ji we ra Kurdistanek azad, Kurdistanek yekgirtî, Kurdistanek Demokratîk û Sosyalîst, Kurdistana xewn û demcamên we ji we hemûyan ra damezrînim” got û di sala 1977’an da li gundê Fîsê li tev gelek xortên wekî xwe ciwan, Partîya Karkerên
Kurdistan damezrand, -li gor bawerîya min ev peyva “Karkerên Kurdistan” şaş e, ne di cî da ye. Divê em bibêjin “Kargerên Kurdistan”- di heman salê da li welêt êlan kir û ew kes û hêzên ku wekî wî bûyer û gelş şîrove nedikirin û li cîhanê nedinêrîyan, camêr ew hemû kirin mîzîna dijmin, destpêka kuştina wan kir. Feodal axayên ku ji Axa û begên mezin xeser û zirar didîtin, wî ew kesana kir dijminê wan axayên mezin û dewlemend. Li Sîwêrekî êrîş dan ser eşîra Bûcakan, li herdu alîyan bi sedan kes hatin kuştin. Ji KUK’ê, ji Rizgarî, ji Rêya Azadî, ji QDP’ê, ji hîn hêz û çepên Tirk, wekî Rizgarîya Gel û TÎKO bi sedan kes da kuştin, roj hat, bi dizî ji welêt derket berê xwe da bin xetê, çû li Şamê bû mêvanê dijminê gelê xwe Hafiz Esad. Wî li wir ferman li ser ferman ji hevalên xwe ra şand, wan jî di çardehê meha Tebaxê, 1984’an da, li Eruh yê destpêka şerê çekdarî kirin û di heman sal û demê da bûn hêvîya sedhezaran. Êdî di
devê hemû reben û belengazên Kurd da “Bijî Serok Apo” derket û bû dengvedan û alan. Lê Apo wekî qiralan li Şamê, li tev gelek hûrî û melekan dijîya, ew jî li welêt, birçî û tî, di bin lep û lingên Tirkên hov da dinalîyan û dimirin. Bi hezaran jî hatin girtin, ketin zîndana Amedê, li wir, li tev gelek xortên Kurd, ên welatparêz bi destê Tirkên zalim ve hatin kuştin. Di destpêkê da, berxwedana wan, gotin û daxwazîya wan ji gel ra bû çirûskek şewq, bû findek şewqdan,
bû hêvîyek mezin, ket dilan, lê sed heyf û mixabin ku di cîyê wê hêvîyê da keser, derd û kul, şîn û şîwanê cî girt, îcar di zikê her Kurdekî welatparêz da ew hêvî bû jana-zirav, bû şêrpençe. Şerê wanê çekdarî heya roja îro bû sedema kavilkirin û wêrankirina Kurdistanê, cangorîbûna sed-hezaran. Wî û hevalên xwe bostek erdê Kurdistanê jî rizgar nekirin. Bi taybetî wî xortê simbêl reş, reng qemer, serokê ku bi hezaran jêra digotin “Her bijî” qet rojekî çekek nekir destê xwe û derneket ser çîyayekî Kurdistan. Wî bi hezaran xort û keçên xwîn dîn û welatparêz rêkir şand ser çîyan, bi xwe jî wekî min li jor got çû bû mêvanê Hafiz Esad, wekî Esad jîyan domand û bi destûra wî çû gelîya Bekka. Li wir bi hezaran xortên ciwan da kuştin. Zewac ji Kurdan ra qedexe kir, keç û jin bûn berdestên wî, ji wî ra karguzarî kirin û………. Ew li Şamê ji sedhezaran ra bû Xwedê. Wî bi hezaran xort û keç, bi destê hin xulamên xwe ve da kuştin, lê roj hat mêvantîya wî li Şamê qedîya, mazûbanê wî ew li mala xwe derxist qewitand, îcar xortê qemer, simbêl reş, bi balefiran, -bi mîlyon dolaran ve dileyîzt- di bin asîmanê şîn da teşî rist, welat-welat gerîya, di dûwahîyê da Îtalya ew kir mêvan, lê wî ewder ji xwe ra qenc û ewlehî nedît, bi senaryoyek tarî ve çû Kenya, li wir jî xalanên wî çûn ew girtin anîn, di giravek behra Marmara da kirin mêvan; îcar li wir jî camêr vala nesekinîya, li tev dijmin, ferman li ser ferman ji hevalbendê xwe yên Qendîlê ra, ji mirûdên xwe yê HDP’ê ra, ji Newroza Amedê ra şand; di wan fermanên xwe da qal û behsa aştî, sazûmanek demokratîk, doliwgerîya derûnî kir, lê gelê reben ne aştî dît, ne sazûmanek demokratîn, ne doliwgerîyek derûni û ne jî rojek xweş, rojek bi rûkenî. Her rojek ji gelê Kurd ra bû şîn û şîwan û reş girêdan. Gelê reben berecotek erdê rizgarkirî jî nedît, di serda jî mal, milk û erdê xwe yê bav û kalan wenda kir; îro jî di wan mal, milk û warên wan kesan da pûmê kor, ango kund dixwînin, di gelek cîyan da jî leşkergehên dijmin.
Belê xwendevanên hêja, ev e sed sal e ku ev gelê reben û pêxas dibe govanê gelek qewimandinên bi xwîn î û hovane, dibe govanê kavîlkirina welatê xwe, dibê govanê gelek tevkujîyan, dibe govanê gelek-gelek derew û virran, dibe govanê zalimîya dijmin. Her roj dibe govanê kuştina zarok, jin, bûk, keç, xort, pîr û kal, pitikên ku di zikê dayîkan da tên kuştin, meyîtên ku li derva dimînin, kes nikare derkeve der û nêzike wan laşên mirî be, ji gêlan, ango ji morîyan ra, ji balinden ra, ji kûçik û pisîkan ra dibin taşte, fîravîn û şîv, lê sed heyf û mixabin ku hişekî kurdperwerî, hişekî mirovahî û mêranî nakeve tasa serê vî gelê serî hişk û kevir. Xortên xwîn dîn cok û erxan, ango xendeqan dikolin, dijmin bi xişm, bi top û tank û şer-firok û
helîkopteran ve diçe ser wan, wan cok û xendeqan ji wan Kurdperwerên ciwan û xwîn dîn ra dike gor, lê ne Xwedê yê Îmrali yê tê hewara wan, ne serperîştên Qendîlê û ne jî cîhanek xudan wîcdan, mirovevîn û merd. Wêşanên teknolojîya vê rojê, vê zilm û barbarîya Roma Reş tîne ber çavan. Pagkirina Surê, Cizîrê, Nûseybîn, Îdîl, Ceylanpinar û gelek bajar û bajarokên din dide nîşan kirin, lê li Erzurumê, li Erzinganê, li Qersê, li İxdirê, li Axrîyê, Li Bazidê, li Wanê, li Betlîsê, li Mûşê, li Mêrdînê, li Amedê, li Xarpitê, Li Dersimê, li Meletîyê, li Meraşê, li Sêwazê bi hezaran dernakevin der, dengên xwe bilind nakin, naqîrin, vê zilma barbarî bi navê mirovatîyê protesto nakin. Di metropolên dijmin da rewş her usa ye. 5-6 mîlyonên Kurdên Stenbolê, mîlyon û sedhezarên Îzmîr, Anqara, Adana, Mersîn, Antalya û gelek bajarên din her usa bêdeng in. Cîhan jî bi tevda bûye çav kor, guh kerr û bê wîjdan, li vê zilma Roma Reş dinêre.
Gelo çira?
Ma ev gela çav kor û guh kerr e?
Ma di vê tevger û bêdengîyê, di şerê 32 salî û kolandina cok xendeqan da, di gotin û fermanên Ocalan, serperîştên Qendîlê da qet şaşî-maşî tunin?
Ma kê fermana kolandina xendeqan û cokan da wan ciwanên Kurd?
Çira ev gela usa bêdeng û bê hêvî û bê xwedî maye?
Çira ev gela dost û dijminê xwe ji hev cihê nake?
Çira ev gela li hember evqas şaşîyên Ocalan û hevalbendên wî bêdeng e?
Çira hemû Kurd ji wî û hevalbendên wî pirs nakin nabêjin ka ew Kurdistana ku we ji me ra dadimezirad û em dikirin xudan dewlet û dezgeh?
Ka we em di bin destan da azad dikirin, li ser vî erdê pîroz nabêjin?
Çend pirsên din:
Çira ew serokên ku xwe di neynika hûtan da dibînin, xwe dikin dewsa Xwedê, nakevin pêş vî gelê belengaz, nabin wekî Gandîyê Hîndî, rê ji gel nadin temaşekirin?
Çira ev serokên ku xwe wekî Xwedê dihesibînin û di neynika hûtan da jî dbînin, wekî Xwedêyê girava Tîlmûn, nayên cem hev, hevûdu hembêz nakin, ji hev lêborîn naxwazin û hêzên xwe nakin yek jibo xwatirê vî gelê ku bi sedsalan vir da her roj tê kuştin, tê şilandin, di bin lingên gemar da tê pelçiqandin, tî û birçî dimîne û pêxwas digere?
Gelo ev gela çi wext ji xwe ra felatkar û serokekî têkoşer, xudan rûmet, mirovhez, hişmend, cîhan nas bibîne û gelê xwe di bin linganda rake ser pîyan, bike xudan kesayetîyek gewre û rizgar bike, bike xudan dewlet û dezgeh?
Xwendevanên hêja, kela dilê min radibe; jîyana mina rojane her dem gîrî û şîn e. Cîhana kambax ketîye qutîyek biçûk, qutî jî di ber çavên min da wenda nabe. Vedikim, li cîhanê, li rewşa gelê xwe dinêrim, him digîrim, him jî ji hiş û tevgera gelê xwe ra ecêb-mayî dimînim,
berdikevim.
Ev gela çira usa ye? Qet fêm nakim.
Tu ji piranîya vî gelî ra dibêjî “PKK, Serok û serperîştên vê partîyê şaşîyan dikin, gel bi valahî didin kuştin; dewletbûyînê naxwazin, ku naxwazin serxwebûn û dewletek Kurdî, çira vî gelê reben didin kuştin, welêt vala dikin, erdnîgarîye didin tarûmarkirin, Kurdistana qedîm bê
mirov û bê Kurd dihêlin?” îcar mirûdên mêjîşoşt, bi xişm êrîş didin ser ew kesên ku van pirsan dipirse û lomên xwe dike, ewana yekser: “Hûn dijmin in, tiştekî nizanin, çavên we kor in, Serokê Neteweyî Apo dê Kurdistanek azad û serbixwe damezrîne, kesên wekî we jî ku nekuje, dê ji welêt dûrxîne” dibêjin, ez gelek berdikevim û xemgîn dibim. Li alîyekî vana usa dikin û dibêjin, li milê dî da jî hemû Kurd bêdeng û guh kerr in, ku va jî ji min ra, ji gelek kesên wekî min ra dibe derd û kul.
Belê, birayên xoşewîst, eger ku heye hêzek wekî ku gel dibêje “Xwedê” hiş bide vî gelê reben û belengaz, di bin dest û lingan da rizgar bike, bike xudan dewlet û dezgeh, bijî bêtirs, azad û serbest..
Bi hêvîya vê daxwazîya dilê kul û xemoşgirtî, îcar ez ji we ra helbestek xwe binivîsînim û dûwahî bidim nivîsê. Lewra min dîsa dirêj kir, serê we êşand û li jor jî qal u behsa keserê kiribû. Ev e ez 65 sal in ku kesera welêt dikşînim. Ez li çar kîşwerên cîhanê gerîyam,
min cîyek wekî welatê xwe Kurdistan xweşik nedît. Bi valahî negotine “Bilbil kirine qefesa zêrîn, wê gotîye “Ax welat, ax welat”. Ê min jî usa ye. Ew gundê min, ew erdê ku min li ser kar, berx, golik, pez û dewar çêrandîye, ew kanîyên av-sar, ku min ava wan vexwarîye, ew deşt û çal û kort, newal û neqeb, çîya û gelîyên kûr. Di newalan da dengê beqan. Di axur û hevşanda mûrê mûra mange, ango çêlek û gan, kalandina berx û karikan, dengê bizin û mîyan, li ser çîtên hevşan û koxikan da dengê dîk û mirîşkan, di wexta tuyên tam şekir da dengê refên çûkreşan, refên sîqulîng û leglegan, di bin sîvîngên xanîyan da dengê kevok û qijikan, li ser tap, gaz û tatan da dengê pepûk, dîksilêman û kewan, di dema zivistanan da deng û hewar-hewara nêçîrvanan. Gelo evana çawa ji bîrbibin? Ez bawer im piştî mirinê, ne usa?????
Belê, xwendevanên hêja, dê mirin bibe sedema ji bîrkirina van tiştan û di çala kûr da hemûyan biniximîne û di bin axa reş da wenda bike.
Herwaha, ez dev ji van gotinan berdim. Jixwe min serê we jî gelek êşand, bibexşînin. Çêtir e ez ji we ra destpêka helbestê bikim. Min va helbesta xwe, li Anqarê, di mala berrêz Mehmet Bayrak da, ji TRT 6 ra û di hin cîyên din da xwendibû. Vecar jî ji we xwendevanên vê sîteya
Kurdî ra, lê ne ku bi dengê xwe, bi nivîskî. Belê helbest ev e, bixwînin û qencî û ne qencîya helbestê hûn binirxînin. Ez xwe wêjevan nahesibînim. Nirxandinê ji wêjevanan ra dihêlim. Belê, navê helbestê ev e:
Min Nedît Welatek Wek Welatê xwe.
Gerîyam li cîhan, ez welat, welat
Min nedît welatek wek welatê xwe
Amed, Cîzra Botan, tev birc û kelat
Min nedît welatek wek welatê xwe
Dersim, Riha, Mêrdîn, Mahabad, Hewlêr
Warê mêr-mêrxwasan, lana piling, şêr
Li her derê sifir, nift û zîv û zêr
Min nedît welatek wek welatê xwe
Çem kanîyên avsar, deşt, çîya, zozan
Dîmena gund, goman, gelîya Barzan
Bin holikên çilo, raketin, razan
Min nedît welatek wek welatê xwe
Pirr xweş û şîrîn e, çar demên salê
Zivistana sîs-berf, ser pişta malê
Nêçîrvanên kewan li Kûpik Dalê -Kûpik gundê mim
Min nedît welatek wek welatê xwe Dal Mezira bapîrê min-
Bîst yekê Adarê cejna Newroz e
Li her derê agir, roja pîroz e
Dirizin, şîn dibin, gîya, çirpoz e
Min nedît welatek wek welatê xwe
Dengê pepûk, kewan, bilbil, şelûlan
Rengê mexik, beybûn, nêrgiz û gulan
Bîhna wan jîn dide nexweş û kalan
Min nedît welatek wek welatê xwe
Havîna germ xweşik, gîşt rez û bostan
Bêhrîvan xwedikin, reng bi reng fîstan
Bihişta Kurdan e, ew erd Kurdistan
Min nedît welatek wek welatê xwe
Kalandina mî û berx û karikan
Guftûgoyên pîran li tev canikan
Lê tama sêv, hêrmî, gîjok, xîlokan?
Min nedît welatek wek welatê xwe
Germika Golanê, lê yên Baxînê?
Bin ezmanê şîn da cîyên evînê
Evîndar li wir in, wek Mem û Zînê
Min nedît welatek wek welatê xwe
Çi bixwazî heye li ser erdê wê
Bi hezaran nebat, li ser in hevrê
Ji bîrnakim çucar gurzên genim, cê
Min nedît welatek wek welatê xwe
Çîyay Sîpan, Cûdî, Nemrût, Ararat
Çemê Minzûr, Xarçik, Dijle û Firat
Av-kanîyên Bîngol, zozanên Serhat
Min nedît welatek wek welatê xwe
Welatê min bihişt, lê jîyan doj e
Li ser hêwirîye Roma mêrkuj e
Zilm û zora wê jehr, axû û tûj e
Min nedît welatek wek welatê xwe
Çiqas salix bidim dîsa jî kêm e
Histêr çavên min da wek ava çêm e
Digîrim ez her roj, dil tijî xem e
Min nedît welatek wek welatê xwe
Şêşt sal hatin çûn ji welêt pirr dûr im
Dikşînim keserê ez birîn kûr im
Temen bû heftê çar, êdî pîr kal im -îro ketime 81’î-
Min nedît welatek wek welatê xwe
Riza me dibêjim “Ax li min welat”
Har hovan nehîşt ku Kurd bibin felat
Li başûrê cîhan derd bûne qat-qat
Min nedît welatek wek welatê xwe.
Têbinî: Ev helbest di roja 20-04-2010 da min nivîsî; ev di pirtûka mina “Kesera Şêşt Salî” da cî girt, di Sîbata 2013 da di nav weşanên Dozê da derket.
Bibe ku hin xwendevan ji min ra: “Ku tu evqas kesera welêt dikişînî, ma çira li Awistûralya dimînî û danagerî welatê xwe?” Bi rastî ev pirs di cîda ye û pirr jî girîng e, lê bersîv zor e. Naxwazim herim li vir bimirim. Ku li wir bimirim, dê li ser meyîtê min Qurana Ereb were
xwendin û meyîtê min bikin gora kûr û tarî. Lê ez naxwazim gora tarî û kûr. Hosîya min ji zarokên min ra, divê laşê min were şewitandin, axa min here li cîyekî gundê min da were belavkirin. Min ev hosîya xwe kirîye helbest. Lê ku nemirim di nivîsa pêş da ji we ra wê helbesta hosîya xwe jî binivîsînim.
Ji we hemûyan ra silav û rêz. Bimînin di xweşîyê da.
Riza Çolpan, Sydney.
rizacolpan@gmail.com