Di salên 1974’yî da dema ku Dewleta Tirk Kibris îşgal kiribû, herkes bi xemgînî û bi kelecan li ber Radyoyên xwe disekinîn û nûçeyên şer guhdarî dikirin.
Gelo çi bûye û çi qewimî ye.
Jiber ku wê wextê Dewleta Tirk seferberî îlan kiribû û eger hewce bidîta dikaribû dest bida ser mal û milkên gel.
Sedem vê yekê hêza Qumando daketibû Kurdistanê, tirs û xof di nav gelê Kurd da belav bibû, bi bahaneyên şer tade û heqaret li Kurdan dihat kirin.
Li ser navê dîn û biratîyê propoganda dikirin û careke din bi hezaran Kurd dixapandin. Xortên Kurd dişandin Kibrisê û li dijberî Ruman bikardianîn.
Di dawîyê da şer qedîya, Tirk biserketin, wek hercarê xulamtîya Kurdan jî ji Kurdan ra ma.
Hê di salên 1930’î da Kemalistê bi nav û deng M. Esat Bozkurt gotibû, „Kurd di vî welatî da tenê dibin xulam û xizmetkarên Tirkan…“
Dewleta Tirk piştî şer ji vala nesekinî, li bajar û gundên Kibrisê bi hezaran, jin û zarok û kal û pîrên Rûm kuştin û komkujîyeke mezin li wan kir.
Ji wan qatîlên Tirk yek jî Yalçin Kûçikê bêşeref bû. Ew jî wek fermanderekî Tirk têkilî şerê Kibrisê bibû. Dibeku zêde kes ji rewşa wî ya divî warê da bêhayîdar be, lê Tirk û Kurd, hemû kesên ku li Tirkîyê dijîn, gotinên wî yên di dadgeha Tirkan da gotibû baş dizanin. Dema ku ew di dawa ergenekonê da hatibû girtin, ji dozgerê dadgehê ra digot; „Paşnavê min Piçûke lê min ji bo Dewleta Tirk gelek tiştên mezin kir. Min di şerê Kibrisê da bi hezaran Rûm kuştin. Di salên 90’î da jî bi hezaran keç û xortên Kurd perwerde kir û bi wî awayî peşî li Berzanî û Kürdîstaneke azad girt.“
Wek tê zanîn, Yalçin Kûçik di salên 1990’î da aqilbendê PKK’ê bû.
Di dema şerê Kibrisê da, gundîkî me, ji Almanya yê hatibû. Wê demê ew kesên ji Alman dihatin, ew wek Almancî dihatin binavkirin. Ew jî wek hemû kesên Almancî bi xwe ra Teyîb û Radyo tîne. Ji bo pêşwazîyê hemû Gundî diçin li mala wî û li dora wî kom dibin. Ew Radyoya xwe vedike û bi cemaata der- dora xwe va nûçeyan guhdarî dike. Bername diqede, tu deng ji kesî dernakeve. Jiber ku tu kes Tirkî nizane û tişt ji nûceyan jî fam nake. Lê ji wan yek ji Almancîyê me dipirse û dibêje, „ji kerema xwe tu dikarî ji mera bibêjî, gelo di dinyayê da çi bûyer qewimîne?“
Almancî jî dibêje, „çima we jî guhdarî nekir ku çi bûye, malneketino welehî rewş pir xirabe.“
Yekî din dîsa dipirse û dibêje; „Oro em bihecîn, de tu bibêje radyo radyoya teye, helbet tu ji zimanê wê fam dikî ku guhdarî dikî. Kî çi got û çi hewadîs hene ancax tu baş dizanî.“
Almancîyê me îjar bêçare dimîne û dibêje; „welehi min jî mîna we tu tiştek zêde fehm nekir, lê ez çiqas li nûçeyên Tirka guhdarî dikim, hercarê tiştek pir baş fehm dikim, ew jî ew ku, heta nuha em bi Tirkan ra nebûn bira, heta roja axiretê jî biratîya me ya bi wan ra ne mimkun e.
Tabî ji cemaatê hinek kes dikenin, hinek jî qilfê xwe pê dikin û dibêjin, „wey malxirab, ji wan xeberan hema te ewqas fêm kir“.
Ew jî dibiêje, „Erê bavo hema ewqas, lo tu qey dibejî her der erdê bav û kalên Tirkane, her gotinek wan lexistin, girtin, kuştin û xwîne, tenê Tirk û Tirk dibêjin û edî tiştek din nabêjin…“
Wek gotina gundîyê me, Hêzên Dewleta Tirk, iro disa ketine nav bajaren Kurdîstanê, bi tank û topan, bi howitiyeke bê pîvan, bajaran xirab dikin û Kurdan dikujên.
Dewleta Tirk di dîroka xweya qirej da bi caran zilm û zordarî li gelê Kurd kir, îro jî li Sur’ê, li Cizîr û Nisêbinê bi destê tîmên xwe yên taybet dîsa bi bênamusî kirinên xwe yên qirêj dûbare dike.
Di dîrokê da gava Tirk dikevin tengasîyê, behsa biratîya gelan dikin. Em îro jî bala xwe didinê serokkomar û serokwezîrê Tirk, hemû partî û dezgehên Tirk, li alîkî behsa biratî û aşitî yê dikin, li alîyê din jî şewitandina bajarên Kurd û kuştina Kurdan ji dûr va temaşe dikin.
Le belê Kurd hê jî sextekarîya wan nabînin û ew jî wek sîyasetvanên Tirk, daw û doza biratîya gelan dikin. Bi Tirkan ra yekîtî, biratî û aşîtî, tu dibêjî wek mîrate ji bav û kalên wan ji wan ra maye.
Hey malxirabno, ma tu kesî dîtîye ku „ji çermê Gur post, ji Romê jî dost“ derkeve.
Gelo, ew kesên ku tên kuştin Kurd nebin û ew Fîlîstînî û Tirkmenî bin, ewê dîsa bêdeng bimînin. Bêdengîya wan tenê ji bo Kurdan e.
Hemû Tirk wek hevin, li dijberî daxwazên Kurdan bi kîn û neyartîyekî mezin derdikevin û daxwazên Kurdan sedemê parçebûna Tirkîyê dibînin.
Wek gotina gundîyê me, hezar sale em bi Tirkan ra dijîn, lê em hê bi wan ra nebûn bira, ji îro şûnda jî îhtimala biratîyê nayê xuyakirin!
12.01.2016