Duh, li Enqerê Komcivîna HDPê ya duyemîn çêbû.
Bi hezaran Kurd, di serma û seqema Çile da ji gund û bajarên xwe bireketibûn, hatibûn têkilî komcivînê bibûn.
Avbeyna komcivînê bi al û wêne û bi pankartên rengîn hatibû xemilandin.
Komcivîn, bi hilbijartina dîwanê va destpêkir û bi axaftina hevserokan, Figen Yuksekdax û Selehaddîn Demitaş va domîya. Dû re hin kesên din axifîn û bi hilbijartina hevserok û rêvebirên partîyê va qedîya.
Ez bi xwe ne li komcivînê bûm.
Komcivîn li mala min bû.
Sedem vê yekê roja min jî bi komcivînê va derbas bû.
Piştî taştêya sibê, ez li ber televîzyonê rûniştim û min ji dûr va li komcivînê temaşe kir.
Ne axaftina Fîgenê, ne jî axaftina Selehaddin û yên din bala min kişand.
Herduyan jî gotinên xwe yên hertim, bi peyvên nû û bi hevokên dûr û dirêj xemilandin û nêrînên xwe careke din dubare kirin.
Ya ku bala min kişand, ew jî, xemla avbeyna komcivînê bû…
Li dîwarê pêşîyê, li paş dîwanê, Alaya Tirkîyê, wêneyê Ocalan û Alaya HDPê.
Li kêleka wan sloganeke balkêş:
„Hemwelatîya wekhev, welatê hevpar!“
Li dîwarê paş, Ala Tirkîyê û Wenêyê Ataturk.
Li bin wan pankarteke mezin; li ser pankartê:
„Sîyaseta demoqratîk!“
„Xweserîya demoqratîk!“
„Komara demoqratîk!“
Ew kesên ku têkilî komcivînê bibûn û yên weke min ji dûr va li komcivînê temaşe dikirin, di derheqê xemla avbeyna komcivînê da çi fikirîn û çi difikirîn, ez nizanim.
Lê xemla avbeyna komcivînê pêkenokeke di derheqê eskerekî Kurd û Ataturk de tê gotin, anî bîra min.
Tê gotin ku, li Enqerê, li telîmgeha eskerîyê da, eskerên nû gor bejna xwe li kêleka hev rêz dibin û li benda fermander disekinin.
Fermander bi hêz ji baregehê derdikeve û ber bi rêza eskeran diçe.
Li serê rêzê Hesen, Hesenê bejndirêj sekinîye.
Hesen Kurdeke belengaz e.
Fermander diçe gavek li pêşîya Hesen disekine û dipirse:
„Hesen, Ataturk çî yê me ye?“
Hesen histûyê xwe di ber xwe da xwar dike û bi dengekî nivs dibêje:
„Welleh min Ataturk heta nuha ne dîtîye, ne jî naskirîye. Ez ne dizanim ew kî ye, ne jî dizanim ew ji ku ye.“
Fermander bi destê xwe yê rastê sîleyeke zexm li nav guhê Hesen dixe û vedigerê ser eskerê kêleka Hesen.
Navê wî jî Alî yê.
Berê xwe dide Alî û bi hêrs ji Alî dipirse:
„Tu bêje Alî, Ataturk çî yê me yê?“
Alî, bi dengekî bilind bersiva fermander dide û dibêje;
„Ataturk bavê me ye.“
Fermander cardin li ser Hesen vedigere û careke din jê dipirse:
„Hesen te fêm kir, Ataturk çî yê me ye?“
Hesen jî wek Alî bi dengekî bilind û bixwe bawer dibêje;
„Ataturk bavê Alî ye!“
Di komcivînên HDPê da daleqandina Alaya Tirkîyê ne cara yekemîn e. Rêvebir û alîgirên wê jî weke rêvebir û alîgirên partîyên Tirk li Alaya Tirkan xwedî derdikevîn û diparêzin. Lê wêneyê Ataturk, cara yekemîne ku di komcivîna partîyeke bi piranî ji Kurdan ve pêk tê, cîh digre.
Mirov dikare bêje HDP jî partiyeke ji partîyên Tirkîyayê ye, daleqandina Alaya Tirkîyê jî ji bo wê ye.
Lê ji bo çi wêneyê Ataturk, mirov fêm nake
Ez bawerim ew Kurdên ku têkilî komcivînê bûne, an jî temaşe kirine, pirranîya wan, ji kesî nebêjin jî, ji xwe pirsîne;
„Serok serokê me ye, partî partîya me ye, alaya Tirkiyê jî heta cîhekî alaya me be, lê gelo Ataturk çîyê me ye?“
Bersiva wan dibe ku wek bersiva Hesen dabû fermander, nebe…
Lê eger ku rojên pêş da rîya Selehaddîn têkeve Sûr û Cizîr û Nisêbinê, li wan deran Kurdeke vê pirsê ji Selehaddîn bipirse, ez bawerim, ewê bêjê:
„Ataturk bavê Fîgenê yê!“
Fîgen kî ye?
Fîgen jî, hevseroka HDPê ye û li Sûr û Cizîr û Nisêbinê xendeqa dikole!..
25.01.2016
ikramoguz@navkurd.net