Xwendevanên hêja, berî ku ez destpêka van pirsan û pirsa “Tevgera Azadîya Kurdistan” bikim, divê berê pîçekî têkevim kûrahîya dîroka vê hevokê, ango hevoka “Tevgera Azadî” a jibo hemû gelên cîhan, bi kurtî çend tiştan ji we birayên xwe ra binivîsînim, bînim bîra we, dûra jî dagerim ser pirsên ku dilê minê kul dixwaze pirs bike, xwedêgiravî ji mêrxwasên Tevgera Azadîya Gelê Kurd û Kurdistan, qase zanîna xwe pirs bikim û bipirsim.
Xwendevanên xoşewîst, çawa ku hûn jî dizanin, şoreşa bûrjuvayên nûjen di sedsala hijdeh, ango di sal 1789 da li Fransa destpêbû, sazûmana monarşî û feodal hat hilşandin, di cîyê wê sazûmana kevneperest da, sazûmanek nû, mirov dikare bibêje “Sazûmanek nîv demokratîk hate damezrandin” û hewayê wê şoreşê û sazûmana nû û pîçekî jî mirovî li cîhanê belav bû, lê ew hewa di destpêkê da wekî ba, pûk û bahozek zivistana Kurdistan, li ser erdê kîşwera ku îro bûye dergûşa demokrasîyek nûjen û mirovî, Awrûpa belav bû, hîm li ser wê axê hate kolandin û bigeh li ser wê axê hate danîn, dûra jî bû bahozek wekî tisûnamî û keştîya Apolo li ser şeş kîşwerên cîhanê bi lez bû gijik, zivirî, gelên ku di xewa kûrda bûn hîşyar kir, rakir ser lingan, ku ew hîmên war, mal û banîyên xwe kûr bikolin, hesinên pola bikin binî, dîwaran jî bi kevir û bêton ve zexm çêbikin ku xwe ji tofanan biparêzin. Wî hewayê pîroz ev kara kir; xewok di xewê da hîşyar bûn, rabûn ser pîyan, ji şikeftan derketin, ji xwe ra qesr û konaxên wekî pola çêkirin, îro jî li cîhanê nêzî 220 qesr û konaxên serbixwe û endamên Rêxistina Yekîtîya Gelan hene, lê ne em. Me nezanî ji xwe ra kozikekî bi kelpîçan jî çêbikin. Gelo çira? Ma bejn û bala me ji kê kêmtir bû? Ma em kor, dest û pê şikestî, kulek û seqet bûn??????
Belê, ew hewa, ba û bahoza pîroz, a Tevgera Azadîya gelan, dewletên nûjen, demokratîk û serbixwe 207 sal berê hat xwe gîhand ber pozê hin Kurdperwerên gelê Kurd, lê sed heyf û mixab ku ew hewa bi tevahî nehat neket ber pozê hemû Kurdperwerên Kurd û gelê Kurd, ew hewa û daxwazîya pîroz bi tevahî nehat neket tasa mêjîyê gelê Kurd, di wê tasê da cî negirt.
Gelo heya wê rojê û vê rojê, di tasa mêjîyê gelê Kurd da çi cî girtibû û çi jî cî girtîye?
Gelo mêjîyê gelê Kurd bi çi hatibû şoştin, kê şoştibû û îro jî bi çi tê şoştin û kî dişo û dêrs dike?
Bê guman û bê derew Ola Îslamê û rêvebirên vê Ola paşverû û kevneperest mêjîyê gelek gelan bi kefa sawûnê ve şoştibûn, îro jî hêjmara van mêjî-şoştîyan gîhîştîye mîlyar û nîvekî, ku em jî di navda ne. Him jî yên ku pirrtir bûne xulam û nokerê vê olê, bûne caş û canfîdayên DAÎŞ’ê, wekî marên bi jehr têne kuştin, mejîşoştên me Kurdan bi xwe ne. Li gor agadarîya wêşanên cîhanê tenê li Cewlîgê, ango li Bîngolê 600 xort û mêrên Kurd ketine nav wan barbarên har û hov, diçin xuşk û birayên xwe dikujin, serjêdikin jibo bihişta binê erda reş û tarî, jibo 70 horî û melekên derew û jîyanek bê dûwahî. Dîsa li gor hin agadarîyan, jibo vê namerdî û bêbextîyê, bajarê Helebce di cîyê yekem da ye. Ku heye Xwedê nepejirîne, hiş bide vî gelê bêhiş, dost û dijmin nenas.
Belê xwendevanên delal, bi destûra we ez dagerim ser gelşê.
Belê, ew hewayê tevgera Azadî di sala 1806’an da hat ket ber pozê Abdulrahman Paşa yê me yê Baban, li ser çav û rûyê wî belav bû, lê wîew hewa bi gîyanek biratî di nav hemû birayên xwe da belav nekir. Xwast ku ew hewa tenê li ber pozê wî û herêm û kesên eşîreta wî be, lê dijmin ji wî ra nehîşt, bu asteng, serketin bû demcam û xewn.
Gelo çira serketin bû demcam û xewn?
Ji ber ku ew bi yek destî ve kete şer; du dest neanîn ba hev. Destîyên genim nekir gurz, bi gîmê girêneda, gurzên xwe nekişand ser bêderê, gam negerand, ka û tene ji hev cihê nekir, nekir, nekir……
Li pey wî Bedîrxan, Şêx Ubedullah, Şêx Selîm, Qoçkîrî, Şêx Seîd, Agirî, Zîlan, Dersim, Mahabad, -Ez qal û behsa Şêx Mamûd Berzencî, Sîmko, Barzanîyê nemir nekim- 40 salî vir da jî li Bakûrê Kurdistan, bi navê “Tevgera Azadîya Kurdistan gelek Partî, Komel, Federasyonên komelan, rêxistinên sîvîl hatine damezrandin, lê hemû li dijê hev. Ka û tenê ji hev cihê nekirin. Her yekî xwast tevahîya zevî û bêderan, zada ce û geniman bibe ê wî. Şîrîkatîya biratî ne pejirandin. Ji hevra bûn dijmin. Her yekî got “Ez û ez” bi hev ketin, rahîştin rot, ço û tifîngan, êrîş dan ser hev, bi hezaran hevdu kuştin, di dûwahîyê da jî bûn nêçîra hirç û guran, hatin gîhîştin duhu û îro. Gelo xûya birakujîya Padîşahên Osmanî ketîye nav me gelê Kurd? Bawer bikin carna
ev tê hişê min.
Belê, duhu û îro.
Duhu derket xortekî çav şaşî, birû û simbêl reş, laş narîn, pîçek jî dirêj û qelew bi hêrs rabû ser pîyan bi rik û bi dengekî bilind ve “Divê em gîyana Med biafirînın û nû ve vejînin, Tevgera Azadî jibogelê xwe damezrînin, hirç, gur û çeqelan li welatê xwe derxînin, çar parçebûnê li holê rakin, welêt bikin yek laş û yek gîyan, vî gelê kesîb û mazlûm azad bikin, li ser vê axa pîroz dewletek Sosyalîst û Serbixwe damezrînin” got, lê berê ku ew vî karî bike, gur, hiç û çeqelan bikuje, gelê xwe ji wan lawîrên har û hov biparêze, rizgar bike, lê wî berê lûleya tifîngan guhart ser gelê xwe, bi hezaran kesên bîrewer, welatparêz, niştimanperwer, rewşenbîr kuşt, dengê tifîngên wî bûn dengê def û zurneyê kîrîvatî û dawetan, keç û xort bi rev çûn ketin govendê, lê di wê govendê da 17.000 ciwan bi kela xwîna dîn ve leyîztin, erd û asîman hêjandin, di dûwahîyê da westîyan û bi qeyrana dil mirin, fetisîyan, 4000 gund ji wan vala bûn, gund bûn pag. Nêzî 6 mîlyon kes bûn koçebar, ketin metropolên dijmin, ber çerxa helandin û pişavtinê; di şerê sî û yek (31) salî da erdnîgarîya welêt tarûmar bû. 17.000 welatparêzên Kurd bi destê kujdarên nedîyar ve hatin kuştin. Lê 50.60.000’î zêtir xort û keçên ciwan? Ku piranîya tirbên wan jî nedîyar e
Lê sedema nêzî 100.000 parêzgerên gundan çi bû û kî bû?
Gelo di sala 1993’îyan da sedema birakujîya sê partîyên Kurd çî bû, kî bû ku di wî şerê birakujîyê da bi hezaran Gerîlla û Pêşmerge hatin kuştin?
Sedema kuştina Wedat Aydin û Mûsa Enter çi bû? Kê va herdu kesana kuşt, yan jî dan kuştin?
Kê Mistefa Çamlıbel, Remezan Adîguzel, Husên Akagunduz -Kurê gundîyê min Alî Akagunduz- Enver Ata, Mehmet Şener, Kanî Yîlmaz, Dr. Baran û bi sedan kesên wekî van kuşt?
Belê xwendevanên hêja, pirs pirr in, lê naxwazim hemûyan yek û yek pirs bikim û binivîsînim. Derd pirr in, lê derman naye dîtin.
Rêvebir û alîgirên PKK li ku rûdinin ji herkesî ra “PKK Ewleyî û garantîya Tevgera Azadîya Kurdistan e, ew di çar parçeyên Kurdistan da rêzbûyî ye” dibêjin, lê ne rast e, virr û derewek bi doçik e. Ji ber ku ewlekarî û rêzbûyînî usa nabe. Divê ji van kesan bipirsim, madem ku hûn ewlekar û garantorê Kurdistan in, we çira Kurdistan vala kir? Çira hûn bûn û dibin sedemê tarûmarbûna wê erdnîgarîya pîroz, pagkirina 4000 gundan, koçberîya 5-6 mîlyon kesan? Çira we Tahîr Elçî neparast?
Ma we kujdarê wî pêdan kir?
Keremkin ji gelê xwe nîşan-bidin, we çend bost û çend berecot erd û axa Kurdistana çeleng rizgar kir? -ji bil kavilkirinê-
Çira we berê gilî û gazîncên xwe jibo Mesûd Barzanî dikir û çêr û kifrîyên bêpişûl ji wî camêr û Serokê Kurd ra digot jibo kolandina cok, erx û xendeqan?
Ma çira îro hûn vî karî dikin, cok û xendekan dikolin?
Ez bawer im hûn ji Roma Reş ra tirban amade dikin ku, Roma Reş cendegê keç, bûk, jin, zarok, xort, mêr, kal û pîrên Kurd di wan cok û xendeqan da binax bike, ku nekeve azametan, ne usa?
Ka we bi pesn “Divê em îro şuva bajaran bikin meydana şer” digot. Lo we şer bir kîjan bajarê Roma Reş? Tika dikim keremkin ji me ra bibêjin û ji me nîşandin.
Ka Xwedêyê we yê Îmralî, ji we qûlê xwe ra: “Komara Demokratîk, Dewleta Netewe ya Nûjen, Konfederalîzma Rojhilata Navîn, Civata Ekolojîk, Herêmên Kanton, Doliwgerîya Derûn? digot, we jî çepik li hev dixsit û “Erê, em bi can, bi gîyan ji te ra ne, tu rast î, afirandêrî, her û her bijî” digot.
Ka herêmê we yên Kanton?
Ew herêmê we yên Kanton -Rojava- girêdayî yê kîjan dewletê ye? Mamoste û hemû karmendê sazîyê we yên Kantonan ji kîjan dewletê maîşên xwe distînin? Darpxana wana diravan li kuye? Navê diravên wan çîye?
Hin Serok û Rêberê Şaredarîyê we yên bajarokên biçûk, doliwgerîya derûn êlan kirin, di heman demjimêr û hûrdemê da polês û zeftîyeyên Romê hatin, destên wan girêdan, kirin kelepçan, girtin birin avitin zîndanan. Ma doliwgerîyên derûnî usa dibin? Lo we Kurdistan vala kir, bê mirov hîşt. Duhu gund, îro jî bajar vala dibin. Jixwe ev daxwazîya dijmin e, hûn jî daxwazîya dijmin bi cî tînin. Mixab, sed carî, hezar carî mixab.
Bibêjin ji kerema xwe, hûn ji kîjan hişî ra karguzarî dikin?
Di van kar û barên we da, kî şa dibe, kî qezenc dike? Hûn jibo maf û berjevendîyên kê kar û xebat û karguzarî dikin? Ji kerema xwe ji vî gelê mazlûm û pêxwas ra bibêjin. Êdî bes e, êdî bes e, êdî bes e.
Niha jî ez dagerim werim ser gelşa rêzbûyîna çar parçan. Ji ber ku ev beg û mêrxwasên me, ji me ra: “Em di çar parçeyên welêt da rêzbûyî ne, lê hûn?” dibêjin.
Rast e, di çar parçeyên Kurdistan da hûn rêzbûyî ne, lê gelo çito û çawa? PDK jî di çar parçeyên Kurdistan da rêzbûyîye, lê ne wekî we ye. Karê Serok û rêvebirên PDK, karê yekîtî û biratîyê ye. Lê hûn? Hûn biran li dij biran rêz dikin lo. Biran dikin dijminê hev. Ma rêzbûyî usa ye? Hûn jibo yekîtîya biratî kar nakin. Kar û barên we nakokî û alozîye. We gelek serok û Kurdperwerên Kurdistan ji xwe ra kirine dijmin. Bi taybetî jî Mesûd Barzanî û hemû neferên malbata wî. Hûn ji wî hesûdîyê dikin. Divê hûn ji xwe bîrnekin, ew camêra di Qesra Sipî da tê pejirandin, bi cilên Kurdî di qesra Împaratorê cîhanê da rûdine lê hûn şa nabin, dilê we diêşe, hûn hesûdîyê dikin. Alaya rengîn di ofîsa dijminê har da dardadike, -ku duhu wan barbar û bêbavan ji wî ra “Dalêskarê solan, torta lingan” digot- lê hûn ji wî camêrî ra tiştên rind nabêjin. Serokê we ji wî camêrî ra haşa-haşa “kurê q….. hin kesên we jî, dîsa hezar carî haşa, pîncê Rûsên Mahabadê” dibêjin. Recep Maraşlî jî jibo çûyîna Mesûd, a Tirkîyê ne dil xweş e; ew jî wekî we dihizire, pênûsa xwe bi kar tîne. Camêrekî dî jî, di sîteyek nav “Kurdistan Post” da ji rexnegirekî Kurd ra: “Eger ew kesên ku em ji wan ra “Kesên Tevgera Azadî” dibêjin nebana, dê we îro di rojnamen da nedikaribû binivîsînin û nedikaribû bixwînin, dê we di gundê xwe da, ji nijadprestên Tirk ra karguzarî bikirana, bibana xulam û berdestên wan” dibêje û qal û behsa hin tişt û virran dike, mirov ecêbmayî dimîne, şaş û metal dibe, lê bi rastî di gundan da çend kes mane nizane. Nizanê di 4000 gundan da kund dixwînin, beraz jî cirîtan davêjin. Di gundê minê qedîm da tenê çar kalên wekî min mane, ku ew jî dixwazin li wir bimirin, li cem kal û bavan binax bibin.
Belê, Serok û rêvebirên PKK dibêjin “Em dewletek Neteweyî naxwazin. Mîada dewletên neteweyî tijî bûye, cî ji wan ra nemaye. Dewletên neteweyî gîşt amrazên pest û zorê ne” lê ew jibo gelê Filîstîn û du kes û nîv (2,5) devşîrmeyên Qibrisê dewletê dixwazin..
Xwendevanên hêja ez li vir pêdivî dibînim dîsa ji van kesan bipirsim. Lo malxirabino madem ku we dewlet nedixwast, we fikr û ramana dewletbûyînê avitibû sepeta gemare, ma çi hevce bû ku we destpêka şerê çekdarî kir, bi hezaran keç û xortên ciwan dan kuştin, welat ji mirovan tal û vala kir?
We ku dewlet nedixwast çira hûn derketin serê çîyan, keç û xortên hêja, kesên bîrewer û zana li pey xwe xist, we bir dan kuştin? Daxwazîya we ku Tirkîyebûn bû, kê ji we ra “Nebin, dev ji vê daxwazîyê berdin” got? Jixwe dewleta Tirk jî ev tişta dixwast û dixwaze jî. Bawer bikin jibo vê daxwazîyê dê ew werin dest û lingên we jî maç bikin.
Belê, ji xwe bîrnekin, we berê gund dan valakirin, îro jî hûn bi kirinê xwe yên ne di cî da bajar û bajarokên biçûk didin valakirin. Ma guneyê we ji vî gelê kesîb, bindest, reben û pêxwas nayê? Wicdanê we fîraz nabe? Hûn jan û êşa vê rewşê û malxirabîyê seh, ango hîs nakin???????
Xwendevanên delal, pirs pirr in, lê divê ez serê we bi zêdeyî neêşînim. Çi bikim cîhan bûye gundek; ez jî di vî gundî da dijîm, rewşa hemû gundîyan dibînim, lê gundîyên ku ji min ra bi zara dayîka min dipeyîvin, qise dikin, rewşa wan dilê min diêşîne, dax dike. Her gundîyêk bûye xudan konax, erd, mal û milk, lê Kurd birayên min bi colegtîya xwe razîne. Naxwazin ji xwe ra malekî, yan jî kozikekî çêbikin. Dixwazin her dem di malên axan da coleg û berdest bin, ji wan ra karguzarî bikin. Gelo çi wext hiş were bikeve tasa serê van bêhişên ku em ji van ra “Bira” dibêjin?
Belê, xwendevanên hêja, berî ku ez dûwahî bidim vê nivîsê, jibo vê gelşê, dixwazim bawerîya dilê xwe jî ji we birayên xwe ra bibêjim û parve bikim. Bawerîya min ew e ku “Tevgera Azadîya Kurdistan” ne di destê azadixwazên gelê Kurd da ye. Eger ku usa nebana, bi sedsalan berê ev gelê dîrokî bibûna xudan dewlet û dezgeh, îro jî me qal û behsa van tiştan nedikir. Hêvî dikim xwedîyê şaşîyan, şaşîyên xwe bibînin û ji gelê xwe lêbûrîn bixwazin, têkevin ser rêyek dûz û rast, dost û dijminên xwe ji hev cihê bikin, ji birayên xwe ra bibin bira, dest bidin hev, ji xwe ra malek paqij, hîm zexm çêbikin, tê da bi serbet û azad, zik têr, bi kinc û kolên nûjen ve bi bextewarî bijîn.
Bi hêvîya vî dilê kul û daxbûyî. Silav û rêz.
Têbinî:
Xwendevanên berrêz, piştî 13 roj dê em bikevin hundur salek nû. Ango sala 2016. Ji ber vê yekê, ez di niha da, sala we hemû xwendevanên hêja,, sala hemû Kurdperwerên Kurdistan pîroz dikim, hêvî dikim ev sala 2016 jibo hemû gelên cîhan bibe salek aştî, bêşer û pevçûn, jibo gelê me yê bindest, mazlûm û pêxwas jî bibe sala Azadî û Serxwebûnê.
Bi a Yezdanê dilovan.
Bi sê çarînên jibo Tahîr Elçîyê dilovan ve, ez dûwahî bidim nivîsê. Dizanim min dîsa dirêj kir, serê we êşand; lê divê hûn li qisûrên min mêze nekin, min bibexşînin. Çi bikim ev xuy ji min ra bûye banek, ji vê banekê dûrnakevim.
Sê Çarîn
Tahîr Elçî kevok bû
Kevokek sîs, aştîxwaz
Ew kuştin gurên devxwîn
Kujdar jî bûn tarî raz
Riza me dibêjim ez
Êdî bes e bindestî
Kêrê goşt û ran birrî
Jan dide kezeb, hestî
Bo xatirê Tahîran
Hember dijmin bibin yek
Rizgar kin dayîka xwe
Bi mêranî, rêk û pêk.
rizacolpan@gmail.com