Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Mesûd Barzanî ji Şingalê mizgîniya rizgarkirina Şingalê ragihand.
Piştî ku Hêzên Pêşmerge îro derbasî nava Şingalê bûn, Barzanî li ser wê operasyonê di konferanseke rojnamevaniyê de peyamek da.
Barzanî ragihand: “Spasiya pêşmergeyên qehreman û fermandarên qehreman dikim, ku vê roja dîrokî de serkeftineke mezin destê wan qehremanan hat tomarkirin. Ez ji vir ji Şingalê, mizgîniya rizgarkirina Şingalê bo gelê kurd radighînim.”
Serokê Herêma Kurdistanê di wê peyamê de ragihand: “Ev serkeftin li gelê Kurdistanê û malbatên serbilin ên şehîdan û bi taybetî li xuşk û birayên me yên êzîdî pîroz be dikim. Ev destan bi xwîna hejmarek şehîdên Pêşmerge hat kirin. Ji Xwedê hêvî dikim ku cihê şehîdan buheşt be û birîndar zû baş bibin.”
Barzanî wiha domand: “Gelê Kurdistanê, me soz da û me soza xwe pêk anî. Îro em li Şingalê ne. Ji xuşk û birayên me yên êzîdî re diyar bû ku hemû xelkê Kurdistanê li pişta wan e û diyar bû ku ew ne bi tenê ne. Herwiha tekez bû ku, êzîdî beşeke resen in ji gelê Kurdistanê.”
Serok Barzanî ragihand: “Bila her kes ji kurdên êzîdî ser xwe bilind bike. Bila bawerî bi xwe hebe. Her keçeke êzîdî bi dengeke bilind bêje, ez keça kurdan im, sembola şeref û berxwedanê me. Tola wan keçan bi vê serkeftinê hat rakirin. Tola pêşmergeyan merdatî ye. Bi merdane tola kuşk û birayên me yên êzîdî bi destê wan hat rakirin.”
Barzanî wiha got: “Li vir ez spasiyeke mezin pêşkêşî Amerîkayê dikim li ser vê piştgriya asmanî bo Hêzên Pêşmerge û spasiya hêzên hevpeymaniya navdewletî dikim, ku rola wan pir bi bando bû. Herwiha ez spasiya medya navxwe û derve bo romalkirina vê operasyonê dikim.”
Derbarê bandora serkeftina Hêzên Pêşmerge li Şingalê li ser DAIŞê, Barzanî ragihand: “Bêguman ev serkeftin û her serkeftineke din li dijî DAIŞê li her kuderê be, dê bandoreke mezin li ser DAIŞê bike. Wek mînak serkeftina Şingalê dê bandorê li ser DAIŞ li Mûsilê bike.”
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: “Şingal pir girîng e ji ber ku ew bajêr bûye sembola mezlûmiyeta ku hatiye serê miletê kurd. Ev serkeftin nameyek bû bo dijminan ku, ew kesê nêzîkî çi bajareke Kurdistanê bibe dê bi awayekî mezin tole jê were vekirin û kes hizir neke careke din zilmê li gelê kurd bike.”
Barzanî wiha got: “Heta Pêşmerge nehat û Şingal rizgar nekir, kesî din tiştek ji destê wan derneket. Em hemû hewlên xwe ligel Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê didin bo avedankirina Şingalê û ev dever bibe parêzgehek ser bi Herêma Kurdistanê ve, da ku em xizmeta wê bikin.”
Tenê Pêşmerge Şingal rizgar kirin û jibilî ala Kurdistanê nabe ti aleke din li Şingalê were hildan
Serokê Herêma Kurdistanê di bersiva pirseke din de, ragihand: “Jibilî Hêzên Pêşmerge ti hêzeke din di operasyona Şingalê de beşdar nebûye.”
Barzanî di bersiva pirseke Rûdawê de ragihand: “Pilana me heye bo bi parêzgehbûna Şingalê û ligel Hikûmeta Iraqê em hemû hewlên xwe didin. Heta ew yek pêk were çi ji destê me bê bo xizmeta Şingalê emê bikin. Herwiha em daxwaza alîkariyê ji civaka navdewletî jî dikin bo Şingalê.”
Serok Barzanî wiha got: “Hêzên Pêşmerge Şingal rizgar kirin û ti hêzeke din rol di rizgarkirina Şingalê de nedîtiye û jibilî ala Kurdistanê nabe ti aleke din li Şingalê were hildan. Êdî kes nikare ne Şingalê û ne jî busteke axa Kurdistanê dagîr bike.”
Barzanî gotina xwe wiha qedand: “Erebên ku destê wan di kuştina xelkê Şingalê de tine be, dikarin bi azadî li vir bijîn. Herwiha ji bo rizgarkirina keç û jinên êzîdî çi ji destê me bê emê bikin.”
Rûdaw