Çend roj berê zorkerê (diktator) Koreya Bakûr Kim Jong-il mir. Hukumeta Koreya Bakûr li seranserî welat şina netewî ilan kir. Gelê Koreya Bakûr, li pê Kim Jong il şînê dike û digrî. Ji hêsirên wan lehî û laser diherike.
Kim Jong il.
Ji bo koreyîyan ne tenê serokê dewletê ye.
Dê û bav e.
Erd û Ezman e.
Roj û hîv e.
Pêşewa ye.
Serokê dilpola, hevalê şoreşger e.
Wî, îro gelê Koreya Bakûr sêwî hîşt û çû ser dilovanîya xwe. Gel jî îro ji bo sêwîtîya xwe şînê dike û digrî.
Dema ku mirov ji dûr va lêdinêre, bi rastî jî mirov tiştek fêm nake. Lê kîngê ku mirov li ber neynikêkî mezin bisekine û li xwe binêre, di bin rû û rüçikên xwe da, di navbera xwe û Koreyîyên Bakûr da gelek xalên hevbeş dibîne. Ji ber ku yên li pê zorkerên xwe şînê dikin û digrîn ne tenê koreyînin.
Di dilê hemû gelên paşverû da zorkerek heye û ew, hebûna xwe, jîyan û pêşeroja xwe jî bi hebûna zorkerên xwe va girêdidin û xwe deyndarê zorkerên xwe dibînin.
Koreyîyên Bakur ji bo Kim Jong il çi dibên?
Dibên, di bûyîna wî da ezman guherî. Ji du alîva keskesor derket, histêrkeke birqandî jê ra hevalî kir. Di du mehîya xwe da wî dest bi axaftinê kir. Di dema zanîngeha xwe da 15 hezar pirtûk xwend. Ji bo gelê xwe şev û roj xebitî. Ji ber xebata xwe ya giran ji qidûmda ket û jîyana xwe winda kir.
Dema ku mirov li van gotinan dinêre, ev pesnên ku ji Kim Jong il ra hatine kirin, ew jî wek sûretê meyên di neynikê da xuya dike, li me xerîb nayê.
Ew pesnê ku Tirkan ji bo Ataturk kirine û hê jî dikin, gelo ji van pesnan kêm in.
An jî tiştên ji bo Lenin, Stalîn û Mao digotin…
Gor raya min cûdatîyek hebe, ew jî, îro pesnên ku ji bo Kim Jong il tên kirin tenê Koreyîyên Bakûr dikin, pesnê Lênîn, Stalîn û Mao jî, xêncî gelên wan, hemû çepên dinyayê dikir.
Piştî hilweşandina Sovyetê, gelên ku di bin bandore Sovyetê da şîna Lênin û Stalîn dikirin, ji Rusyayê qetîyan, şîna wan jî qedîya, hêsirên çavên wan jî sekînî. Gelê Rus jî Lênîn û Stalîn ji bîr kir, cîhê ku ji wan vala bû, Putîn tê da konê xwe çikand.
Li Koreya Bakûr jî şûna Kim Îl Sung, lawê wî Kim Jong il girt. Şûna wî jî, ji îro da wek Xanedana Osmanîyan lawê Kim Jong il, Kim Jon Un digre.
Bi awayekî mirov fêm dike ku ew gelên ku li pê zorkerên xwe şînê dikin û hêsiran dirijînin, bê alternatîv û bêçare ne. Di bin zilm û zordarîyê da tiştek din jî, ji destên wan nayê.
Ya nayê fêmkirin ewe ku, ew kesên ku hê bi navê aşitî û wekhevîyê, domokrasî û mirovatîyê li alîkî xwe sosyalîst û kominist bi nav dikin, li alîyê din jî hê şîna zorkeran dikin û hesiran dirijînin.
Gelo ewê çawa ji sewîtîyê xilasbin…
22.12.2011
ikramoguz@navkurd.eu