Miletên bindest, heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi quwetên du çekan diparêzin, ol yek, ziman dudu. Lê ola miletê serdest û bindest yek be, hingî çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman e.
Mir Bedirxan
Roja 21’ê Sibatê, di sala 1999`an da ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (UN) ve wekî sala zimanê zikmakî hate îlankirin.
Bi biryara Neteweyên Yekbûyî roja 21ê Sibatê ji sala 2000`î ve wekî roja zimanê zikmakî tê pîrozkirin.
Ev biryar dibe ku ji bo gelên azad û serbixwe tiştek ifade neke, lewra ew ne ku di salê da rojek, her roj bi zimanê xwe yên zikmakî diaxifin û dinivsînin.
Li ser zimanê wan û çand û hunerên wan da jî tu zordarîyek nîne.
Zarokên wan bi zimanê xwe perwerde dibin û ji bo jîyanek baş, xêncî zimanên xwe yên zikmakî, hinek zimanên din, ew zimanên ku di dinê da bi rûmetin, bi wan jî tên perwerde kirin.
Ji ber wê yekê ye ku ew tesîra kêmasî û qedexekirina ziman nizanin û vê yekê fêm jî nakin.
Ne tenê dewletên serdest, pirî caran ronakbîr û rewşenbîrên wan jî di vî warî da wek dewleta xwe difikirin û mesela zimanê zikmakî wek meseleyek piçûk dibînin.
Gelên bindest jî pirî caran ji tesîra asîmîlasyône dikevin vê dafikê û ew jî wek neyarên xwe yên serdest, bi nezanî difikirin û rumêtê nadin ziman xwe.
Ew ji bo azadî û serxwebûna gelên xwe bixebitin jî, daxwazîya ji bo serbestîya ziman daxwazîyek wek reformist dibînin û li ser wê babetê zêde nasekinin.
Lê nizanin ku ziman bingeha hebûna gel e û li kîjan alî dinê dibe bila bibe, gel ancax bi ziman û çanda xwe va hebûna xwe didomîne.
Dinya wek baxçeyek gulan e. Her zimanek jî gulek ji wê gulîstanê ye. Heger ji wan gul an yek neyê avdan, yan jî ava wî were birîn, ew gul di çilmise, roj bi roj hişk dibe û di demek kin da jîyana xwe winda dike. Gulên derdora wî ji mirina wî hayîdar nebin jî, ji baxçê gulan rengek kêm dibe.
Heger dinya baxçeyek ji gulan be, Neteweyên Yekbûyî (UN) jî baxçewanê gulîstanê ye.
Sedem wê yekê ye ku ji bo gulîstaneke pirreng û bedew, Neteweyên Yekbûyî roja 21ê Sibatê, wek roja zimanê zikmakî ilan kir û her sal ev roj bi gelek berhemên navnetewî ve tê pîrozkirin.
Ji bo tekoşîna gelê Kurd roja 21ê Adarê çiqwas girîng be, roja 21ê Sibatê jî ji bo bingeha hebuna gelê Kurd ewqas giranbiha ye.
Lê salê da carek pîrozkirina vê rojê, ji bo jîyana zimanên bindest tenê ne bes e.
Kingê ku gelê kurd ji bo hebûna xwe, ji bo jîyana zimanê xwe vê rojê ji xwe ra bike bingeh û jîyana xwe, bi zimanê xwe yê zikmakî bidomîne, wê deme dikare di tekoşina xwe ya netewî da jî bi ser keve û azad be.
Wek gelên bindest ji bo kurdan jî, jîyana bê ziman, di baxçê gulan wek jîyana gula çilmisandî ye.
Ji bo jîyaneke pirreng û dewlemend wek zimanên din, gere zimanê kurdî jî bê parastin…
Mixabin, ne di salê da carek, her roj û her şev bi zimanê xwe yên zikmakî bi axifin û binivsînin…
Bi zimanên xwe bigrîn, bi zimanên xwe bistirên…
21.02.2009