Salan berê pirtukeke Murathan Mungan ya bi navê, „Cinên Bavê min-Babamın Cinleri“ xwendibû.
Mungan di wê pirtukê da li ser têgihîştina mirovan disekine û gelek tiştên balkêş tîne ziman. Ji wan tiştan yek jî ew e ku Mungan dibêje; „Hemû xirabî û tiştên nebaş ji mirovan tên, ji ber ku ew bi şîrê xawî mijîyane“.
Di vî gotina wî da rastîyeke zanyarî he ye, an jî tune, ez bi xwe nizanim. Lê mirov dikare bêje, heger rastîyek hebe jî, sedemê hemû xirabî û şasîyên mirovan ne tenê şîrê xawî ye.
Tê zanîn ku hemû zarok, jî kîjan dê û bavan, an jî li kîderê dibin bila bibin, wek firîşte (melaîke) pîr û pak çavên xwe li dinê vedikin.
Ne jî xeyb û derewan, ne ji şer û neyartîyê, ne jî ji diz û çilpiztîyê hayîdar in…
Piştî bûyînê, berê di nav malbatên xwe da, di bin tesîra dê û bavên xwe da, dû ra jî di bin tesîra civakê da dimînin. Gor rewşa malbat û civaka xwe kamil dibin, an jî nezan û xizan emrê xwe derbas dikin…
Başî û xirabîyê jî, rastî û derewan jî, berê ji dê û bavên xwe, dû ra jî ji malbat û cîvaka xwe hîn dibin, gor wê hînbûnê mezin dibin û dijîn…
Serî da dê û bav, dû ra jî civak çi bide ber zarakon û wan bi çi awayî perwerde bike, ew jî gor wê yekê mezin dibin. Çêyî û xirabîya wan, têgihîştin û nezanîya wan girêdayî malbat û civaka wan e.
Di piçûktîya xwe da, ji dê û bavên xwe ziman, xwarin û vexwarinê, rabûn û rûnişkandinê hîn dibin. Bi jîyana xwe ya di nav civakê da nasnameyên nû bi dest dixin.
Dibin jin û mêr, dê û bav, hecî û xoce, şivan û gavan, karker û karmend…
Zarok, dê û bavên wan ji kîjan netewê bin, ew jî wek endamê wê netewê di civatê da cîhe xwe digrin.
Bawerîyê dê û bavên wan yên olî çi bin, ew jî gor wan bîr û bawerîyan têdigîhîjin.
Dê û bav misilman bin, zarokên wan jî dibin misilman, ew cuhî bin, zarokên wan jî dibin cuhî, ew file bin, zarokên wan jî dibin file…
Heta nuha ne ji dê û bavên cuhî zarokeke misilman hatîye dinê, ne jî ji dê û bavên misilman zarokeke fileh çê bû ye…
Nasnameyên wan yên olî jî, weke yên din, di nav malbat û civakê da pêk tên.
Heger di malbateke têgihîştî da û di nav civakeke demoqrat da mezin bibin, ji wan mirovên xweşbîn, heger di nav malbateke nezan û di civakeke paşverû da mezin bibin, wê gavê jî ji wan mirovên nezan û hov derdikevin.
Hîmê nezantîyê û hovîtîyê bi serê xwe tenê ji nasnameya olî nayê, lê nasnameya olî jî gor rewşa malbat û civakê tesîrê li mirovan dike…
Ew malbat û civata ku zarok tê da mezin dibin, di wê malbat û civatê da nasnameya olî nasnameyeke sereke be, tesîra wî zêde, nasnameyeke qels be, tesîra wî jî ewqas kêm dibê.
Mirov gava ku li seranserî dinê dinihêre, ji kîjan netewê, an jî li kîdera dinê dibin bila bibin, bawerîyên wan yên olî kêm bin jî, nasnameya olî, di nav hemû misilmanan da wek nasnameyeke sereke tê bikaranîn.
Sedem vê yekê ye ku mirov dikare bêje, kesên misilman gorî fileh û cuhîyan bêtir bi nasnameya olî xwe bi nav dikin û ol’a xwe heq, yên din jî neheq dibînin.
Li ber bîr û bawerîyên cûda û fikr û ramanên cûda ra hemû derîyan digrin û tenê ji bîr û bawerîyên xwe û ji fikr û ramanên xwe ra rêzgir in.
Li alîkî sedem nasnameya olî bi çavgirtî xwînê dirijînin, li alîyê din jî, jibo berjewendîyên xwe yên şexsî û netewî şerê hemolîyên xwe dikin.
Gava ku tu vê nakokîyê bînî mijarê, xwe pîr û pak, dijberên xwe jî bi çil awayî bi nav dikin.
Tu qala kujerên Charlie Hebdo bikî.
Dibêjin; „Ew misilmanan temsîl nakin!“
Tu kirinên DAÎŞê ku li ser navê Misilmantîyê dikin, bidî berçavên wan.
Dibêjin; „Ew jî misilmantîyê temsîl nakin!“
Bi awayekî rast e.
Ne kujerên Charlîe Hebdo, ne DAÎŞ, ne El-Qaide, ne jî Îran û Ereb û Tirk bi serê xwe tenê misilmantîyê temsîl nakin.
Mixabin, kesên ku xwe misilman dihesibînin û xirabî û qetlîamên hin kesên misilman û Dewletên Misilman napejirînin, gere berî herkesî ew li dijberî wan kesan û dewletan derkevin û wan şermezar bikin.
Lê li realîtê dinihêrî, divî warî da jî hemû misilman kerr û lal û bêdeng in.
Bêdengîya wan, bersivên wan ên li jor pûç dike û wan dike şirîgê kujer û qetlîamkeran.
Wek gotina dawîyê, mirov dikare bi hêsanî bêje, hemû zarok, ha mêr, ha nêr, wek firîşte çavên xwe li dinê vedikin û şîrê xawî dimêjin.
Heger hemû xirabîyên mirovan ji mêjandina şîrê xawî bihata, di dinê da tu miroveke çê dernediket. Ya ku şîrê xawî li mirovan diherimîne û wan ji mirovatîyê dertîne, ew jî pergala perwerdeyîyê û hindekarîya malbat û civakê ye.
Wek mîsal: Şîr baş were meyandin dibe mestekî weke kezeb, baş neyê meyandinê jî diquse û dibe toraq…
Ji zarokên ku bi şîrê xawî dimêjin û di malbatên têgihîştî û civatên demoqrat da mezin dibin, ji wan mirovên kamil, yên di malbatên nezan û civatên paşverû da mezin dibin, ji wan jî mirovên dîno har derdikevin…
15.01.2015
ikramoguz@navkurd.eu