Ji filizofê Yûnanî yê bi nav û deng Sokrates dipirsin.
Tu çi dizani?
Ew jî dibêje:
„Ya ez dizanim ew e ku, ez tu tişteki nizanim. „
***
Rorjek, Kurdên li Almanya dijîn, ji bo çareserkirina pirsa Kurdî civînek saz dikin. Ji gotarvanên civîne yek jî sîyasetmedarekî Alman e. Guhdarvanên civînê ji bi pirranî Kurd in.
Sîyasetmedarê Alman li ser pirsa Kurdî dûr û dirêj diaxife. Kîngê ku peyva Kurd û Kurdistan di axaftina wî da derbas dibe, Kurd bi çepikên xwe memnûnîyeta xwe nîşan didin. Axaftina wî diqede, ji ser dîkê peya dibe û di nav guhdarvanan da rûdinê.
Piştî axaftina sîyasetmedarê Alman, hinek Kurd jî wek berpirsîyarê komel û partîyên Kurdan derdikevin ser dîkê û diaxifin.
Civîn diqede. Hemû guhdarvanên civînê jî radibin berê xwe didin malên xwe.
Ji wan du kes, hinek bi hev ra dimeşin, diçin, li Cafeteryayekî rûdinên û di navbera xwe da civînê dinirxînin.
Ji wan yek ji yê din dipirse:
Heval, min baş fêm nekir, sîyasetmedarê Alman di axaftina xwe da ji bo me çi got?
Yê din bersiva wî dide.
Heval wele min jî jê tişt fêm nekir.
Çawa heval, ka te digot Almanîya min pir baş e?
Başbûnê başe, lê ez çi bikim heval, kurê kerê bi Almanîya bilind (Hochdeutsch) neaxifî ku ez jê fêm bikim. Bi dîalekta Bayern’ê axifî, ez jî wî nizanim.
***
Sîyasetmedarekî Tirk di dema hilbijartinê da diçe bajarekî Kurdistanê. Berî çûyîna wî aligirên wî di meydana bajêr ya herî mezin da mitîngekî mezin lidardixin.
Mêr û jinên bajêr, gundîyên derdora bajêr bi saetan berê li meydanê cîhê xwe digrin û li benda siaysetmedar disekinin. Sîyasetmedarê Tirk tê, derdikeve ser dîkê û mîkrofonê digre destê xwe. Bi dengekî bilind, dûr û dirêj diaxife. Bi çepik û sloganan va mitîng diqede. Bajêrî diçin malên xwe, gundî jî berê xwe didin gundê xwe.
Ji wan gundîyan yek dema ku digîhîje gundê xwe, bi awayekî behsa mîtînga sîyasetmedarê Tirk û axaftina wî dike.
Cînarên derdora wî jê dipirsin:
Di axaftina xwe da qe ji bo me çi got?
Gundî:
Ê çi ne got, hema qala her tiştî kir.
***
Hinek Kurd li ser înternetê gengeşîya axaftin û nivîsandina bi zimanê zikmakî dikin.
Yên ku Kurdî diaxifin û dinivsînin, dibêjin:
Kurd, qasî ku dikarin bila bi zimanê xweyên zikmakî biaxifin û binivsînin.
Yên ku Tirkî diaxifin û dinivsînin ew jî wuha bersiva wan didin:
Rast e, em bi Tirkî diaxifin û dinivsînin, lewra em Kurdîya Akademîk nizanin.
***
Kurd, Almanî nizane, lê sebebê nezanîbûna xwe, axaftina sîyasetmedarê Alman nişan dide…
Kurd, Tirkî nizane, lê ji pesnê axaftina sîyasetmedarê Tirk xwe şûnda nagre…
Kurd, Kurdî nizane, doza Kurdîya Akademîk dike…
***
Dibe ku Sokrates bi eslê xwe Kurd be û ev pirsa xwe ya meşhûr jî ji bo Kurdan gotibe…
Kî dizane…
11.01.2011