Gelo tirsa mirovan tenê mirin e!
Bi raya min mirin, ji wan tenê yek e.
Çawa ku jiyan û bawerî û rewşa mirovan ne yek in, tirs û xofê wan jî cûda cûda ne…
Gava ku qala tirsê tê kirin, piçûktîya min tê bîra min…
Ez di piçûktîya xwe da ji gelek tiştan ditirsîyam.
Wek zarokên hemsalê xwe ji cin û perîyan zêde ditirsîyam, lewra hemû mezinên me, bi hebûna wan va, didan tirsandinê…
Xêncî cin û perîyan ez ji tarîtîyê û ji kûçikan jî gelek ditirsîyam…
Ez îro êdî ji cin û pêrîyan natirsim, lê hê jî ji tarîtîyê û ji kûçikan ditirsim…
Mirov çiqas mezin dibe bila bibe, ji hinek tirsên xwe xilas nabe…
Lewra tirs û xof tiştekî mirovîye.
Mirov bê tirs nabe.
Tirs jî, wek fikr û raman, wek nan û av, perçeyek ji jîyana mirovan e…
Lê tirsa zêde carcaran mirovan ji mirovatîyê derdixe, nêzîkî mirinê dike…
Mesela li Tirkîyê;
Hukumet ji generalan, general ji poşîyên serê jinan ditirsin…
Sivîl ji çekdaran, çekdar jî ji sîya xwe…
Hemu Tirk ji parçebûna welatû ji cîranên xwe…
Kemalîst ji hatina şerîatê…
Oldar, ji putên Ataturk…
Mirovên çep jî, ji heps û zîndanan ditirsin…
Hemu Kurd ji dagirkerên Tirk, Faris û Ereb ditirsin…
Sîyasetmedar ji Serok!..
Jin ji mêrên xwe, mêr ji axa û began…
Zarok jî ji miruzên dê û bavên xwe ditirsin…
Gundî ji xelayê, ji bager û tîpîyê, ji av û lehîyê ditirsin.
Bajêrî ji birçîbûn û ji xizanîyê…
Feqîr ji dewlemendan, karker ji karmendan…
Hemû zindî jî ji mirinê ditirsin…
Mirov dikare sedemê tirsa mirovan bi hezaran nimûneyan dirêj bike.
Lê belê tirsa zêde ne zindîya ji mirinê xilas dike, ne jî mazluman ji zaliman…
Tirs, pirî caran tirsê diwelidîne…
Mirinê nêzîk dike.
Gelo mirov çawa dikare xwe ji van tirs û xofên xwe, xwe biparêze…
Gelo cesarat tenê bes e!
Yan ji rev mirovan ji tirs û xofên xwe çiqwas dûr dixe…
Tiştê kû mirovan ji heywanan vediqetîne yek jî ewe ku, mirov gor zindîyên din tehlûkeyên li pêşîya xwe ji berê da texmîn dike, an jî dibhîze û gorî wê dikare xwe ji wan tehlûkeyan biparêze…
Bi fikr û ramanên xwe tedbîra xwe digre û bi aqil û cesareta xwe jî diçe ser tirsên xwe…
Lê mirovên bê fikr û raman, çiqwas xwedî cesaretê jî be, wek hinek heywanan tehlûkeyên li pêşîya xwe nabine û nikare xwe ji wan biparêze.
Çiqas gavê xwe şûnda bavê, tirs û xofa wî jî ewqas zêde dibe…
Dermanê tirsê cesareta bi aqil va girêdayî û gavên bi zanayî ye…
Ev ji bi nasîna jîyanê û bi tecrûbeyên dîrokî va mimkun e…
Yên ku ji van dûr in û rojane difikirin, dibin hêsîrên tirsên xwe…
Bi tirs û xof, bi derd û kul, bi kîn û nefrêt û bi jin û zarok, bi têr û birçîtî, bi şîn û girî, bi şer û aşitî, bi dîl û azadî û bi kêf û eşq jîyan dibe jîyan…
Bese ku mirov bi fikr û raman li jîyanê binêre…
05.04.2008
ikramoguz@navkurd.eu