Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdoxan çed roj berê di axaftinek xwe da dibeje; „ Di welatê min da Kurd dibin hertişt. Dibin wezîr, serokwezîr û serokkomar. Êdî ew çi dixwaz in?“
Bi rastî ev gotinên Erdoxan ne xelet in, lê gotinên gelek erzan û kevn in.
Erdogan, van gotinan ji bav û bapîrên xwe gelek caran bihîstîye û wan careke din dubare dike.
Rast e, ji destpêka Komara Tirk heta îro gelek kesên esilkurd bûn wezîr. Di hukumeta Erdoxanî da jî çend wezîrên esilkurd hene. Ji wan yek wezîrê perwerdeyê Huseyîn Çelik, yek jî wezîrê Cotemenî yê Mehdî Eker e.
Huseyin Celik ji Wanê, Mehdi Eker jî ji Amedê ye.
Salên derbasbûyî da jî hinek mirovên esilkurd di hukumetên Tirk da wezîrtî kirin. Ji wan yek jî Şerefettin Elçi bû. Lê wezîrtîya Elçi wek îstisnaye ku, wî di dema wezîrtîya xwe da jî kurdîtîya xwe înkar nekir. Lê belê ji bilî vê yekê jî piştî danzdêh îlonê gelek zilm û zordarîya dewletê kişand.
Heger em Turgut Özal û Îsmet Înonî (Îsmetê Kerr) kurd bihesibînin, ji bo serokwezîrtî û serokkomartîya mirovên esilkurd jî gotinên Erdoxan di cîyê xwe dane.
Lê belê mesela kurdan wezîrtî û serokwezîrtî nîne, meseleyeke netewî ye.
Mimkune ku koka Înonî jî Kurd be, lê di bin seroktiya wî da xwîna kurdan wek lehîyê diherikî.
Navên wan Tirkên serê çîyan bûn.
Salên nodî da Hikmet Çetin cîgirê serokwezîr bû. Bajarê ku lê hatibu dinê, Licê, ji alî dewletê va hat şewitandin. Di nav cîh û warên hatibûn şewitandin da mala bavê wî jî hebû, lê Hikmet Çetin ji tirsa dewletê nêzîkî bajarê xwe nebû.
Îro jî serokwezîrê perwerdeyê kurd e û zimanê wî yê zikmakî jî kurdî ye, lê ew di mala xwe da, bi jin û zarokên xwe ra jî nikare kurdî biaxife.
Ev rewşek nenormal e û tenê li Tirkîyê tê dîtin.
Bersiva vê yekê jî di bingeha Komara Tirk da ye.
Di bingeha wê da tê gotin, „mirovên ku nav sînorên Tirkîyê da dijîn, Tirk in û Tirkîye jî welatên Tirkan e“.
Ji ber vê yekê, kî ku koka xwe bide alîkî û xwe Tirk bihesibîne, hemû derîyên dewleta Tirk ji wan ra vedibe û wek gotinên Erdogan, ew dikarin bibin hertişt.
Lê Erdogan jî dizane ku daxwaza Gelê Kurd daxwazîyeke şexsî nîne û daxwazeke netewîye.
Ev daxwaz jî bi wezîrtî û serokwezîrtîya mirovên esilkurd nayên cîh û pirsgireka kurd jî bi vî awayî çareser nabe.
Ji bo çareserîyê, gelê kurd bi salane daxwazê xwe tîne ziman. Ji bo vê yekê nimuneyek hevbeş jî he ye ku, ew jî Kurdistana Başûr e.
Kurdên Bakûr jî wek Kurdên Başûr kingê li ser axa xwe, bi nav û nasnameyên xwe bijîn û bibin serok û serokwezir, ancax wê demê gotinên Erdogan pere dike. Lê di rewşa îroyîn da ev gotinên wî gotinên erzan û badilhewa ne…
19.01.2008