Tirkîye berevajî bû ye…
Berê tişteke ters biqewimîya pîrejin li hev kom dibûn û bi gilî gazin ji hev ra digotin; „Lêle mahrumê hela rabe binihêre, dinya berevajî bû ye“.
Dema ku mirov li rewşa Tirkîyê dinihêre û ew bûyerên ku di van salên dawîyê da diqewimin, dibîne, mirov dibêje qey Tirkîye berevajî bû ye…
Ji destpêka damezrandina Komara Tirkîyê vir da ji bilî siyasetmedar û rêvebirên hêz û partîyên Kurd, nivîskar û rojnamevan, rewşenbîr û ronakbîrên Tirk jî peyva Kurdistanê bianîna ser zar û zimanê xwe, berê siyasetmedar û rêvebirên Dewleta Tirk dengê xwe bilind dikirin, dû ra jî dozgerên dewletê bi çavqırpandınek va bırzar didan û ew diavêtin heps û zînadanan.
Heta van salên dawîyê jibo bikaranîna peyva Kurdistanê bi hezaran kes hatin derdestkirin, zilm û tade dîtin û bi salan di heps û zîndanan da man.
Kurd ya jî Tirk, navê wan dibû dabeşker û terorîst, cîh û warên wan jî dibû heps û zîndan.
Roj hat, dinya guherî…
Rojhilata Navîn ser û binê hev bû…
Derîyên ku li ser Kurdan da hatibûn girtin, li pêy hev yekûyek vebûn.
Berê Kurdên Başûr azadîya xwe bi dest xistin û ji xwe ra dewleteke herêmî ava kirin.
Tekoşîna Kurdên Bakur, ew tekoşîna ku ji sedan salan berê da destpêkiribû, îro, roj bi roj ber bi çareserîyê diçe.
Kurdên Rojava, wek Kurdên Başûr gavên dîrokî davêjin…
Sedem vê yekê ye, ku Dewleta Tirk jî di gelek xalan da sîyaseta xwe ya qirêj û hov guhart. Ew jî îro ji bo çareserkirina pirsa Kurd, bi hêz û partîyên Kurd ra danûstandinê dike û gav diavêje.
Loma êdî ne sîyasetmedarên Kurd, ne jî nivîskar û rojnamevan, rewşenbîr û ronakbîrên Tirkên ku di nivîs û axaftinê xwe da peyva Kurd û Kurdistanê bikartînin, bi dabeşkerî û terorîstîyê nayên tawanbarkirin.
Êdî di kanalên televîzyonên dewletê da jî navê Kurd û Kurdistanê bê pirsgirek tê bi kar anîn.
Partîyên legal, bi navê ku peyva Kurdistanê jî di nav da cîh digre, tên damezrandin û bi hêsanî kar û barên xwe yên sîyasî dikin.
Tirk û Kurd, bi piranî pêvajoy aşitîyê diparêzin û rûmetê didin guhartinên ku pê ra diqewimin.
Lê hinek jî ji vê pêvajoyê nerazî ne, ku ew jî Kurdên dijberî PKKê û Tirkên dijberî AKPê ne.
Kurdên dijberî PKK dibêjin; „Dewlet çima tenê bi Ocalan û PKKê ra danûsatndinê dike…“
Tirkên dijberî AKPê jî dibêjin; „Kurd çima bi AKPê ra radibin û rûdinên…“
Gotinên herdu alîyan çiqas gotinên maqûl bin, ewqas jî ji realîta Kurd û Tirkan ya îroyîn û ji şert û mercên sîyasetê dûr in.
Ji ber ku ne AKP bi dil û can dixwaze ku bi PKKê ra rûnê, ne jî PKK dixwazê bi AKPê ra…
Herdu alî jî mecbûrî hev in.
AKP li kurdên oldar digere, PKK jî li tirkên çepgir…
Ne AKP dikare ji kurdên oldar bervêderîyek derxîne, ne jî PKK dikare Tirkên çepgir bike rêvebirên Dewleta Tirk…
AKP mecbûrî PKKê ye, PKK jî mecbûrî AKPê…
Dijberên Erdoxan û AKPê, ha yên çepgir ha jî yên rastgir, heta îro ji bo çûyîna Erdoxan çi ji destê wan hat, wî kirin û hê jî dikin. Lê ne ew bi ser dikevin, ne jî Erdoxan ji cîhê xwe dileqe.
Ew çi bikin, Erdoxan di nav demeke kurt da kirinên wan pûç dike û rê li wan digre.
Şirîkên wî yên berê bertilxwurên derdora wî eşkere dikin, ew mijarek nû tîne rojevê û wan neheq dertîne…
Dozgerên dewletê di derheqê kesên derdora wî da cîh girtine, daw û doza derdestkirinê dikin, Erdoxan bi yek gotineke xwe cîhê dozgeran duguherîne û îdiayên wan di destên wan da dihêle…
Ne çewtî xeletîyên Erdoxan û yê kesên derdora wî, ne jî rastgotinên dijberên wî tesîr li desthilatîya wî dike…
Kî çi bike û çi bibêje, gel piştevanîya Erdoxan dike…
Rewşa PKKê û kurdan jî wek rewşa AKPê û tirkan e…
Jibo rêvebirtîya dewletê AKP bêalternatif e, jibo nûnertîya kurdan jî PKK e…
Loma ew Kurd û Tirkên ku jibo danûstandina AKPê û PKKê nerazîbûna xwe tînin ziman, gotin û rexneyên wan çiqas rast û di cîh da bin, ew bi tena serê xwe ne bes in…
Bi gotin û rexneyên wan ne AKP xwe ji rêvebirtîya dewletê şûn da dikişîne, ne jî PKK xwe ji nûnertîya Kurdan…
Lêbelê ew kîngê gor gotin û rexneyên xwe di nav gel da bixebitin û bihêz bin, wê demê şûna AKPê û PKKê negrin jî, bêguman dikarin di gelek xalan da tesîr li wan danûstandina wan bikin…
20.12.2014
ikramoguz@navkurd.eu