Bûyêrên ku di 12 Îlonê sala 1980’an da qedîyan gere tu car neyên ji bîrkirin.
Ew bûyer çi bûn?
Di 12 Îlonê sala 1980’yî da 650 hezar hemwelatîyên Tirkîyê hatin binçavkirin.
Di derheqê 1 mîlyonu 683 hezar kesî da lêkolîn hate kirin.
Di derheqê endamê sazî û partîyan da 210 hezar dawe hatin vekirin.
Di dawîya dadgehkirinê da 230 hezar kes hatin cezakirin.
Ji 7 hezar kesan ra cezayê dardakirinê hate xwestin û ji wan 517 kes bi cazayê dardakirinê hatin cezakirin.
Cezayê 50 kesan hate înfazkirin.
388 hezar kes pasaport negirtin.
30 hezar kes ji kar hatin avêtin.
14 hezar kes ji hemwelatîyê Tirkîyê hatin derxistin.
30 hezar kes ji welat revîyan bûn koçberên sîyasî.
300 kes bi şik hatin kuştin.
171 kes bi işkenceyan hatin kuştin, kuştina wan hat belge kirin.
937 film qedexe bûn.
Faaliyeta 23 hezar û 677 komelan hat birin.
3 hezar û 854 mamoste, 120 mamosteyên universîtê û 47 hakim ji îş hatin avêtin.
Ji 400 rojnamevanan ra 4 hazar sal cezayê hapsê hat xwestin, ceza girtin.
31 Rojnavan ketin hepsê
300 Rojnamevan hatin êrişkirin.
3 Rojnamevan hatin kuştin.
Weşandina hinek rojnaman 300 roj hate qedexekirin.
Di derheqê 13 Rojnameyên mezin da 303 dawe hate vekirin.
39 Ton Rojname û Kovar hatin şewitandin.
Di girtingehan de 299 kes mirin.
Ji wan mirina 144 kesan bi şik bû
14 kes di greva birçîbûnê da mirin.
16 kes dema revê da hatin kuştin.
95 kes di pozberîyê da hatin kuştin.
Ji bo 73 kesan rapora mirina tabiî hate dayîn.
43 kesan xwe kuştîye hat gotin.
Bûyerên rejima leşkeri ne tenê ev bûn.
Ew bûyerên ku li Kurdistanê qewimîn had û hesabên wan tunin.
Ew gava ku roja 12 Îlonê hat avêtin, bi dek û dezgeyên wê demê hatibûn sazkirin, bi awayekî hê berdewam dike.
Bi qebûlkirina referanduma ku sî sal şunda di 12 Îlonê da dibe, rejima leşkeri ji bin da nayê guhartin, lê ji bo guhartinê wî dibe gavek bingehîn.
Ji ber vê yekê ye ku heger îmkana min heba, ez diçûm ser sandiqê û biryara xwe ji bo erê dida.
Pirsek Tirka heye dibên; “hem nalina hem de mixina…”
Biryara Kurdên ku referandumê boykot dikin wek mesela nal û mix e…
Madem ev guhartin me eleqeder nake, werin em her tiştên vê dewletê boykot bikin, ji zimanê wan hata parlamena wan…
05.09.2010