Dibêjin, ji ezmana sê sêv ketine. Ji wan yek sêva qedexekirî ya Hawa û Adem, yek ya Newton, yek jî ya Steve Jobs bû ye. Bi van her sê sêvan rewşa dinê û mirovatîyê hate guhartin.
Bi sêva yek, Adem û Hawa ji bihuştê (cinetê) hatin avêtin.
Bi ya diduyan, hêzekêşa erdê hate kefşkirin.
Bi ya sisyan jî dinya piçûk, jîyan jî vekirî û hêsan bu.
Xwedîyê sêva sisîyan, an jî Sêva kitkirî, Steve Jobs jî mir…
Mirin gotinekî sar e.
Mirin, bêguman ji bo hemû zindîyan tirs û xof e, ji ber ku tu zindîyek ji mirinê azad nine.
Hemû mirov jî wek zindîyên din, tên dine, mezin dibin û dijîn, pişt ra jî rojek tê, emrê wan diqede û dimrin.
Tu kes nikare xwe ji vê yekê biparêze.
Mirov dikare bêje, di jîyana hemû zindîyan da sê rawestgeh hene.
Bûyîn, jîyan û mirin.
Zayîn û mirin rawestgehên kin in. Dema ku wext hat ji nişkêva diqewimin. Lê jîyan ne wusa ye. Di jîyana hemû zindîyan da, bi taybetî di jîyana însanan da, wekhev nebe jî, jîyan, rawestgeheke dûr û dirêj e.
Lê pirranîya wan, wek bîyîna xwe, jîyana xwe jî bê deng û bê his derbas dikin. Roja mirinê, çavê xwe digrin û ber bi destpêkek nû, an jî ber bi jîyanek din bi rê dikevin û malbata xwe, ji hev^l û hogirên xwe diqetin. Ji mirina wan, tenê der dorên wan hayîdar dibin û di demeke kurt da, ji alî wan jî tên ji bîrkirin.
Lê mixabin, hin kes jî hene ku mirov çiqwas ji bûyîna wan hayîdar nebe jî, bi saya huner û kirinên wan bi jîyana wan dihese, di bin tesîra hunerên wan da dimîne, bi saya wan jîyana mirovan, çê an jî xirab derbas dibe.
Di dîroka mirovatîyê da hata îro gelek kesên bi nav û deng, hatin û derbasbûn. Ji wan, hinekan, jîyan li mirovan kirin heps û zîndan, hinekan jî bi rengekî nû, berê ji bo xwe, paşê jî, ji bo hemu mirovan jîyaneke nû, jîyaneke pirrengî û pirrdengî ava kirin.
Ji ber wê yekê ye ku, hinek bi xirabî û rûreşîyên xwe, hinek jî bi çêyî û serfîrazîyên xwe tên bibîranîn. Ji wan mirovên ku bi serfîrazîyên xwe va tên bibîranîn, ji îro şûnda ji wan yek jî Steve Jobs e.
Ez jî wek we Steve Jobs rûbirû nas nakim.
Steve Jobs jî me hemûyan nas nedikir, lê hemû cîhan di bin tesîra wî û Sêva wî ya kirtkirî da ma. Bi saya sêva wî ya kitkirî, jîyana me hemûyan baş û hêsan bu. Em çiqwas dûrî hev dibin bila bibin, ew sêva wîya kitkirî me hemûyan hembêz kir û nêzikî hev kir, me bi hev da nasîn, bi saya wê em bi hev ra bûn dost û heval…
Steve Jobs, di emrê xwe yê kin da Cîhana bê serî û bê binî, wek sêva xwe ya kitkirî piçûk kir û me li ser wê sêvê anî rû hev.
Ji ber vê yekê ye ku, jî kîjan welatî û ji kîjan miletî dibin û bila bibin, ji çi bawer dikin bila bikin, îro bi mîlyaran kes li pê mirina Stêvê Jobs xemgînin .
Hinek ji bo wî digrîn, hinek bi mirina wî xwe sêwî dihesibînin, hinek jî hê ji wî daxwazan dikin. Gelek kesan ji bo hastên xwe di medyayê da bi hev ra parve kirin. Ji wan yên ku bala min kişandin, gotinên mirovêk ji Surîyê ye, ku ew Steve wek hemwelatîyê xwe dihesibîne, ji ber ku bavê wî ji Surîyê ye, a din jî gotinên hunermendê bi nav û deng Jack Ncholson e.
Mirovê ji Surî dibêje; “Mixabin bi şaşîyek mirovek ji Surî mir. Ev çi dinyaye ku Steve Jobs ji pençeşêrê dimre, Beşar Esad jî wek pençeşêrê Surîyê dikote.”
Jack Nicholson jî di derheqê Steve da wuha dibêje: “Birêz Steve. Bê guman Xwede jî wek Windows mirovekî baş e. Tu dikarî alîkarîya wî jî bikî? Bi wî awayî jîyan daha baş û hêsan dibe…”
Li ser van her du gotinan, ne hewceye ku mirov tiştekî din bêje…
Steve, di warê xwe yê nû da bê Sêv nemîne!
07.10.2011
ikramoguz@navkurd.e