„Ji şertê mêranîyê sedî nodûneh rev, yek jî cesaret e.“
Dema ku qala fîrarek bihata kirin, yan jî çirokvanekî li ser mêranîyê çirokek bigota, ev hevok bila bê îstisna di serî da dihat gotin. Ji ber vê, ev hevok di guhê me hemûyan da, di dema zaroktîya me da cîh girtibu û tu carî ji bîra me dernediket.
Me ev pêşgotin wek guhar bi guhê xwe da zeliqandibu û tu car ji bîr nedikir. Ji ber ku rev, tirs, parastin û mêranî parçeyek ji jîyana me bû. Wek qeder li enîya me hatibû nivîsandin. Zarokên ku ji herçar tiştan para negirtiba, di gund da tunebû.
Em di heftsalîya xwe da ji ber zilma mifrezeyên dewletê direvîyan, me berê xwe dida çol û çîyan. Ji me ser kevir û daran de bi lingen pêxas dibezîyan. Lingên pêxas, ji dar û sitirîyan ji kevir û dirîyan diqelişîn û xwîn xwîn didan. Agir bi ruh û canê me diket, hêsir ji çavên me da dihat xarê, lê dîsa jî me teselîya xwe bi mêranîya xwe dianî û ji xwe ji xwe ra digot; „em mêr in ku direvin.“
Ev yek jî ji bo me dibu sebebê bîrkirina eş û tirs û kedera me.
Rojek ji rojan disa di gund da me bi hevalên xwe ra dilîst. Em bi lîstikên xwe mijûl bûn û xêncî lîstikê tu tiştek bala me nedikişand. Bi debgek, bi qêrîneke kûr û dûr ve em dinya xwe hişyar bûn. Deng, dengê apê min bu. Li alîki direvîya, li alîkî jî ji gundî ya ra digot; „Brevin, birevin… mifreze…“.
Berê xwe dabû çîyê, heta ku jê dihat bi lez û bez direvîya. Kê dengê wî dibihîst, wî jî kar û barê xwe dida alîkî û dida pê apê min û wek wî direvîya. Di demek kurt de hemû mêr û zarokên gund ji nav gund dûr ketin û li serê çol û çîyan da winda bûn. Di nav mêrg û zevîyan da, di nav dar û daristanan da, di nav kevir û şikevtan da xwe vedişartin. Ji wan hinekan derdiketin ser lodekî giha, gurzê ser lodê bilind dikirin û xwe di nav lodê de dadixistin xarê. Di nav gurzên gîha da bi saetan û bi bîhnçikyayî berxwedana xwe didan. Piranîya wan jî difikirîn ku ji gund çiqwas dûrkevin ewê xwe ji zilm û zorê ewqas biparêzin.
Ez jî bi hinek hevalên xwe ra li pê çend mirovên mezin ketibûm û direvîyam. Lê em ne ber bi çîyê, ber bi Kevirê Gewr diçûn. Kevirê Gewr, navbera gundê me û Qerekilîsê da bû. Nav mêrg û zevîyan da topek ji kevirê siq pêk dihat. Di nav wan keviran da şikeftek gelek mezin hebû. Li ser wê şikeftê min di piçuktîya xwe da gelek çîrok guhdarî kirbu, çîrokên bi tirs û bi xof, bi cin û bi pêrî. Ne ku zarokek, mêrên mezin jî cesaret nedikirin ku tenê bi serê xwe ber derê şikeftê ra derbasbin. Lê ew roja ku em direvîyan, tirsa ji cin û perîyan nebû. Şikefta Kevirê Gewr bibû parazgeha me û starî li me dikir. Loma yên ku li pêşîya me direvîyan, niyeta wan ew bû ku xwe bavêjîn şikeftê û tê da xwe veşêrin.
Dema ku em di navbera Çirikê da derbas bûn, Çirik navê mêrga Xalê Moro bû. Xalê Moro mirovek 80 salî û bejna wî nêzika du mêtro bû. Ew jî wê rojê ji dinyayê bê xeber kincekî xwe li ser hêşînayîyê raxistibû, li ser wê limêja nîvroyê dikir. Li pêşîya wî jî qutîya wî ya titûnê, ji dûr ve dibiriqî. Kapaxa qutîya titûna xwe vekiribû, qutî danîbû ber tavê ku bila titûna wî ziha be. Yê ku li pêşîya me direvîyan, ji wan yekî lingê xwe li qutîya titûnê xist û titûn li alikî, qutî jî li alikî çû. Di ser Xalê Moro da qêrîya û bi dengeki bilind ji Xalê Moro got; „Limêjê berde, bireve. Mifreze ket nav gund û der dora gund girt. Ji wan ne Xwedê ne jî Pêxember te xilas dike.“
Ser wê gotinê Xalê Moro jî limeja xwe di nivî de berda, kincê xwe û qutîya titûna xwe di cîh da hîşt û li pê me ket.
Em bi wê lez û bezê di nav nîv saetekî de gihîştin serê Kevirê Gewr. Ji kevira buhustek erd tune bû û ku me lingê xwe bi hêsanî biavêta. Ji bo vê yekê hemû kesên ku li wir wek baletan, hemû hunerên xwe diamilandin û piştra gavên xwe diavêtin ku bila nekevin û cîyekî wan neşkê.
Di nav me da kurapek min jî hebû. Salê wî ji min mezintir, lê alî bejnê de wek qasî min bû. Ew jî dema ku hatina mifrezê dibihîse, ji cîyê xwe radibe û dest davêje solen xwe. Lê teka sola xwe ya yek nabîne. Ji tirsê lê nagere û bi lingek pêxasî bi rê dikeve. Dema ku me li ser keviran de banz dida, di lingê me da sol hebûn, em zedê nediêşîyan. Lê ew lingekî xwe yê pêxas wek cambazên ku li ser bendan banzdidan, gavên xwe diavêt. Heta ku me xwe gîhand şikeftê, binê lingê wî yê pêxas qelişîbûn û xwîna ku jê hatibû li ser cermê wî da zeliqî bibû.
Bi eza û cefa em gihîştin şikeftê, mirovên mezin yê ku cixarê dikişandin, dest avêtin berîkê xwe û qutîya titunên xwe ji cêvên xwe derxistin. Hê devê qutîyên xwe venekiribûn, ji Xalê Moro dengek bi hêrs, hemû kes berê xwe dan wî û bi çavên tirs û keder li hêvîya gotinên wî sekinîn. Xalê Moro cixarekêşekî binav û deng bû, lê li wir destvalabû, lewra qutîya titûna wî li cîyê ku limêj nîvîda berdabû, ma bû, ne bixwe dikişand, ne jî dihişt kesek din cixarê bikşîne. Li ser hemû cixarekêşan da qêrîya û got; „Tu kes bila cixarê nekşine, ewê bi duhê cixara me cîyê me tespîtkin.“ Ser gotinên wî hemû cixarekêşên dest avêtibûn qotyên xwe, destê xwe berdan û bi kor û poşman qutîyên xwe cardin kirin berîkên xwe û di cîhê xwe da rûniştin.
YKesên wek min zarok jî, bi tirs û xof li devê mezinan mêze dikirin û difikirîn ku, „gelo ewê biryarek çawa bidin ku em ji vê belayê xilasbin.“
Ji mezinan jî kê firsend didît, gorî aqilê xwe peşnîyarek dikir, lê tu kesî pêşnîyara kesi qebûl nedikir.
Li rexta mixarê zeviyek gelek mezin hebû. Zevî gihîştibu, lê xwedîye wî ji gundekî din bû. Zevî ji derê şikeftê baş dihat xuyakirin. Ji mezinan yekî got, „Gelî hevalan werin em herin ev zevîya ku dixuyê wî bi destan biçinin. Dema ku mifreze were ba me, emê bêjin, em pale ne û ji xwe ra li vir dixebitin.“
Hinek pêşnîyara wî dipejirandin, hinek jî li dijî pêşnîyara wî derdiketin. Lê Xalê Moro careke din dengê xwe bilindkir û dest bi xeberan kir.
„Gelî kurê keran, heger çinandina zevîyê me xilasdike, em çima heta vira revîyan. Zevîya min li kêleka gund bû, wek xwedîyê zevîyê ez jî bi we ra bûm. Lê em ku biçin zevîya bê xwedî biçinin, pişt re jî mifrezê were me li wir bigre, ewê ji me nepirsin, ,Xwedîyê vê zevîyê kî ye?‘ Wê gavê emê bersiva xwe çawa bidin. Bi vî aqilê we cezayê me wê du qat be.“
Ser xeberdana Xalê Moro pêşnîyar jî hatin birîn. Em bi tî û birçî wê rojê di cîyê xwe da sekinîn. Me ew şeva xwe li wir derbas kir. Sibetirê bi dilek tirs, me berê xwe da gund û em şûnda vegerîyan.
Di gund de jîyan wek rojên berê didomîya, lê belê tesîra zilm û tedê jî eşkere xuya dikir.Kesên ku revîyabûn, ji sibê heta êvarê tî û birçî mabûn, lê ji bo reva xwe tu kes poşman nebû. Ew kesên di gunda mabûn, wan jî wek hertim, zilm û tadê dîtibûn û wan zilm û tadeyan gor dilê xwe, carcaran bi kurtayî, carcaran jî hinek tişt didan ser û der û cînarên xwe ra weke çîrok vedigotin.
Ev fîrarîya min a yek roj, wek mîna hemû zaroken kurd yên ku bi taybetî di gundan de mezin bibûn, bû bingeha neyartîya min. Neyartî û dijbertîya li dijî zilm û zordarîya bê sînor…
Ji bîranînên welat
18.02.2006
ikramoguz@navkurd.eu