Saleke din dîsa qedîya, çend saet şûnda saleke nû dest pê dike. Sala 2014’an jî wek salên din bi rojên baş û xirab derbas bû. Li Rojhilata Navîn şer û kuştin, koçberî û xizanî di vê salê da bêtir zêde bû. Bi hezaran qîz û xortên ezeb hatin kuştin, bi hezaran jin bî, bi hezaran zarok jî sêwî û histûxwar man…
Lê dîsa jî jîyan didome… Bi destpêka sala nû va, bîr û bawerî xurt, xewn û xeyal zêde dibin. Gelen serdest vê sersalê jî bi xewn û xeyalên dewlemendîyê, gelên bindest jî bi daxwazên azadî, aşitî û aramîyê derbas dikin…
Ez jî hêvî dikim ku sala 2015 ji bo hemû gelan bibe salek aştî, ji bo gelê Kurd jî bibe sala azadî û serxwebûnê…
ikramoguz@navkurd.eu
31.12.2014