Serokê Herêma Fedaral a Kurdistanê Mesut Barzanî îro ji Hewlêrê, Seokwezîrê Tirk Receb Tayîp Erdoxan jî ji Enqerê bi rê dikevin û berê xwe didin bajarê Amedê.
Serokê Herêma Kurdistanê mevan, Serokwezîrê Tirk jî wek xwedîyê malê pêşwazî lê Barzanî dike.
Ev yek bi tena serê xwe trajediyeke mezin e.
Lê mixabin ev trajedî jî realîteya gelê Kurd e. Heger axa Kurdistanê di nav dewletên dagirker da nehata parve kirin, ne serokeke Kurd di mala xwe da dibû mêvan, ne jî serokwezîrekî ji dewletên dagirker dibû xwedîyê malê.
Divê hemû Kurd jî gor vê realîteyê li hatina Mesut Barzanî binihêrin û gor wê yekê hevdîtina wî û Erdoxan nikqaş bikin.
Ger ku ev realîte neyê berçav, rastî û xeletî tevlihev dibe, rê û rêzan li hev diqelibe.
Ne pêwîst e, ku Kurd ji vê rewşê bitirsin.
Ji ber ku bi hatina Barzanî ra Kurdistan parçe nebû, bi vegera wî ra jî nabe yek.
Lê hatina wî ya Amedê, qasî ku ji bo pêşveçûna Başûr tişteke gring be, ew qas jî ji bo tekoşîna Kurdên Bakur grîng e.
Ji ber ku bist sal berê jî Barzanî derbasî Bakur dibû û bi hinek rêvebirên dewleta Tirk ra dihat ba hev. Lêbelê wê demê navê wî „Serokeşîr“ bû, yên ku pêşwazî li hatina wî dikirin ew jî hinek leşkerên Tirk ên ji rêzê bûn.
Wê demê Barzanî û partîya wî şerê PKKê dikirin, PKKê jî şerê wan.
Herdu alî jî birakuj bûn, lê xêncî aligirên wan, ew ne di nav gelê Kurd da ne jî li ba dewletên herêmê xwedî qîmet û rûmet bûn.
Sal û demsal derbas bûn, dem û dewran guherîn.
Herdu alîyan jî şaşî û xeletîyên xwe dîtin û dest ji şerê birakujîyê berdan.
Di tekoşîna xwe ya li dijberî dewletên dagirker da bi ser ketin û pêş va çûn, di nav gelê Kurd û li ba dewletên herêmê jî qîmet û rûmeta wan zêde bû.
Sedem wê yekê ye, ku îro Barzanî ji alî Serokwezîrê Tirk va tê pêşwazî kirin, Ocalan jî di hucreya xwe ya girtîgehê da, bi revebirên dewletê ra danûstandinê dike…
Lê ew kesên ku diqahirin û dijbertîyê dikin kî ne?
Ew jî, çepgirên Tirk û nijadperestên Tirk in.
Bi rastî ew di dijbertîya xwe da neheq jî nînin. Ji bo dijbertîya xwe pêdivîtîyên xwe eşkere tînin ziman û dibêjin; „Çima Erdoxan pêşwazî li hatina Barzanî dike û wî wek serokê dewleteke serbixwe qebûl dike…“
Ew hê wek salên 90î li Kurd û pirsgirêka Kurd dinihêrin. Ew îro jî Barzanî wek „serokeşîr“ dibînin, Kurdên Bakur jî wek xulamên xwe.
Ferqa wan û Erdoxan ew e, ku ew di paşerojê da dijîn, Erdoxan jî li pêşerojê dinihêre.
Tişta ku Erdoxan anîye vê merhalê ew jî realîteya herêmê ye.
Erdoxan jî îro ne ji bo rû û rûçikên kurdan, ne jî ji bo bejn û bala Barzanî pêşwazîyê li hatina Barzanî dike.
Lê nîyeta Erdoxan çi dibe bila bibe, sedema vê realîtê jî du tişt in.
Ji wan yek, Barzanî êdî ne tenê serokê partîyeke Kurd e…
Ew îro Serokê Herêma Federal a Kurdistanê ye.
Ya din jî, tekoşîna Kurdên Bakur e, ku ev herdu tişt jî ji bo hemû perçeyên Kurdistanê serkeftinên mezin in.
Loma mirov dikare bi serbilindî bibêje, ti mafê kurdan nine, ku wek rêvebirên CHPê û MHPê li hatina Barzanî binihêrin û wek wan binirxînin.
Kesên ku di mêjûyê wan da kurdayetî, di dilê wan da jî eşqa Kurdistanê heye, divê ew jî bi kêmasî wek Şaredarê Amedê Osman Baydemir û Mebûsa Amedê Leyla Zana, li vê meselê binihêrin û pêşwazîyê li hatina Barzanî bikin.
Ji ber ku Barzanî bi mevantî jî were Amedê, ew mêvaneke ne xerîb e û mêvanek ji malê ye…
Loma ez jî bi dil û can dibêjim; Serok Barzanî, tu bi xêr û xwaşî hatî mala xwe…
15.11.2013
ikramoguz@navkurd.eu