Roja 12’ê Hezîranê…
Li Tirkîyê hilbajartina parlamentoyê çêbû. Ji bo çar salan 550 Parlamenterên nû hatin hilbijartin. Gor encama hilbijartinê AKP’ê 326, CHP’ê 135, MHP’ê 53, BDP’ê jî 36 parlamenter şandin parlamentoyê…
Bi saya anketan ev encam berî hilbijartinê, ji alî gelek kesan va hatibû texmîn kirin. Lê dîsa jî encama vê hilbijartinê hem ji bo Tirkan, hem jî ji bo Kurdan tiştekî dîrokîye…
Cara yekemîne ku partîyek (AKP) sê caran li serhev di hilbijrtinê da yekemîn derdikeve û her carê, gor hilbijartina berê reyên xwe jî zêde dike…
Ev serfîrazîya AKP’ê û serokê wî Erdoxan, ne tenê li Tirkîyê, li seranserê dine da jî kêm tê dîtin.
Dîsa cara yekemîne ku Kurd bi nav û nasnameya xwe, 36 berendamên serbixwe hilbijartin û wan şandin parlamentoya Tirkîyê…
Ez bawerim ji bo dîrokîtîya vê hilbijartinê ev herdu encam tenê jî bes in.
Sedem vê yekê mirov dikare bêje 12’ê Hezîranê, qasî 12 Adarê û 12 Îlonê nebe jî, ji wir şûnda ew jî rojek dîrokîye û ji îro da di dîroka Tirk û Kurdan da cîhê xwe girtîye.
Alîyê din, di vê hilbijartinê da jî wek yên berê, ji hinekan ra pîyangoya mezin derket, ji hinekan ra jî amortî. Qasî wan kesên ji binî da winda kirine jî gelek in. Ez ji wan ra serketî û binketîyê hilbijartinê dibêjim, hem ji hêla Tirkan hem jî ji hêla Kurdan.
Ez zêde li ser Tirkan nasekinim. Di hêla kurdan da serketî û binketî kînin, werin em bi kurtayî li wan binêrin.
1- Ji serketîyan yek BDP ye. BDP’ê di hilbijartina sla 2007’an da dîsa wek vê carê ne bi navê partîyê, wek berendamên serbixwe têkilî hilbijartinê bibû û 22 parlamenter derxistibû. Di vê hilbijartinê da hêjmara xwe derxistin 37’an. Ez dizanim hûnê bêjin „me 36 dizanî bû, 37 ji ku derket“.
Parlamenterê 37’an jî ji Elazîzê, bi alîkarîya BDP’ê û bi reyên Kurdan MHP’ê derxist. Lê ne xeme, heger ew bêxîret nebe, di rojên tengasîyê da ewê jî alîkarîya alîgirên xwe bike…
2- Yê duyemîn EMEP e. EMEP jî wek partîyek sosyalîst û şoreşger tekilî hilbijartinê bû. Serokê wî jî di lîsteya BDP’ê da, li Îstenbolê bû berendam. EMEP’ê li seranserî Tirkîyê 31 hezar rey histand. Serokê wî Levent Tüzel jî bi 130 hezar reyên Kurdan, li Îstenbolê hat hilbijartin û bû parlamenter. Bila serê dê û bavên gerîllan xweş bin… Rojek were ewê jî deynê xwe bide. Hunê bên „kingê“.
Ezê bêm ew roj ne dûr e. Dema ku EMEP di şoreşa şosyalîzmê da bi ser keve, ewê jî ji bo xatirê vê rojê “mafê xweserîya demoqratîk” bide gelê Kurd…
3- Yê sêyemîn Ertuxrul Kurkçî ye. Ertuxrul Kurkçî bi salan di heps û zîndanan da ma. Piştî derketinê, ew di nav çepên Tirkan da nesitirî. Berê di rojnameyên Kurdan da bû nivîskar. Îro jî bi reyên Kurdan va bû parlamenter. Ez bawerim ev alîkarîyâ ku Kurdên li Mersînê dijîn, ji Ertuxrul Kurkçî ra kirine ew jî badilhewa naçe. Heger rojek AKP têk here û Hêza Ergenekonê careke din were ser text, ji bo xatirê Ertuxrul Kurkçî be jî, ewê hinek kêm zilmê li Kurdan bikin.
4- Yê çaryemin KADEP e. KADEP nêzikî deh sal berê ji alî Şerafettîn Elçî va hatibû damezrandin. Lê ji wê rojê hata îro tu car têkilî hilbijartinekî nebû. Di her hilbijartinê da birêz Elçî ji serokatîya partîyê diqetîya û di partîyekî din da têkilî hilbijartinê dibû. Lê hata îro tu car bi ser neket. Ecêbe, nedihat bîra kesî ku partîyekî nêzikî PKK’ê Elçî dawetke û ew jî vê dawetê qebûl bike. Ev tişt jî me dît. Birêz Şerafettîn Elçî bi reyên Kurdên aligirên PKK’ê va bû parlamenter. Kurdistan azad nebe jî, ev yekitîya ku di navbera Kurdan da saz bûye medit, ji bo me bes e…
5- Serketîyê pêncan jî Hak-Par e. Hak-Par bi rojan li dora xwe çu û hat. Dawîyê da rîya rast dît û di bin baskên BDP’ê da ji xwe ra cîhek dît. Serokê wî birêz Bayram Bozyel, ji parlamenterîyê bû, lê ne xem e. Ji wî ra jî xelata teselîyê derket. Heger ji serokatîya Hak-Parê nebe û rêça xwe ya îro winda neke, ewê zû, an dereng di hilbijartina salên pêşerojê da bibe paralamenter, hem jî ne ji Wanê, ji Amedê…
Binketîyê hilbijatinê jî ev in:
1- Ji binketîyan yek Ferhat Tunç e. Ferhat Tunç bi xwe gelek bawer bû ku ewê ji Dêrsimê bê proplem were hilbijartin. Lewra wî jî, gundî û karker û rençberê Dêrsimê humanist, sosyalîst û enternasyonalîst hesab dikir. Lê nizanîbû ku cîhê ku Qemerê Qureyşî li ku be Dersimî jî li wir in. Divê hilbijartinê da jî Qemer û Qurêyşîyan qezenç kir, Ferhatê Tunc û enternasyonist û sosyalîstan Dêrsimê jî winda kirin.
2- Binketîyên duyemîn jî partîyên Kurd yên illegal (PSK; PDK-Bakur, TŞDK) in. Van partîyan bi salan dijbertîya PKK’ê û sîyaseta wî kirin. Lê bi zora hevalên xwe yên li welat be jî wan, di vê hilbijartînê da ne tenê alîkarîya berendamên serbixwe kirin, serokatîya Ocalan jî bê îtiraz û bê proplem qebûl kirin.
3- Binketîyê yek jî Sezgin Tanrikulu ye. Sezgin Tanrikulu hata berî hilbijartinê jî di pirsa Kurdî da wek otorîteyek bêalî dihat hesibandin. Di vî warî da gavek bihata avêtin, berî hêz û serokên Kurdan fikra wî dihat girtin. Lê ew bi vê yekê nesekinî û berê xwe da CHP’ê û bû hevalbêndê Kemal. Bi reyên Kemalîstan bû parlamenter, lê di dilê Kurdan da winda kir.
Mirov dikare binketîyên hilbijartinê jî zêde bike, lê ne hewce ye. Heger armanc ders girtin be, ev jî bes in…
13.06.2011ikramoguz@navkurd.eu