Kurdên Bakur bi piranî mirovên sosret in.
Mirov ne ji jîyana wan, ne ji sîyaseta wan, ne jî ji rabûn û rûnişkandina wan tiştekî fahm dike.
Ne jîyana wan jîyaneke bi Kurdî ye, ne jî zimanê wan…
Ji serê xwe heta lingên xwe Tirk in…
Ji zimanê xwe yê zikmakî bêhayîdar û dûr in…
Di salê da tenê du caran zimanê xwe yên zikmakî bibîr tînin, ku ew jî yek roja zimanê zikmakî, ya din jî roja zimanê Kurdî ye.
Îro jî roja 15ê Gulanê roja zimanê Kurdî ye.
Destpêka weşandina Hawarê ye…
Wek hemû rojên teybet, îro jî hemû Kurd vê rojê pîroz dikin.
Hinek Kurd bi hestên kurdayetîyê û bi zimanê xwe…
Hinek Kurd jî bi zimanê Tirkî û bi sloganên tûj û tund qala vê rojê dikin û li xwe û li kesên wek xwe pîroz dikin.
Ez bi xwe ji kurdên ku di salê da tenê du rojan zimanê xwe bibîr tînin û bi zimanên neyarên xwe pîrozbahîyan diniwîsînin, wan wek kurdên sosret bi nav dikim…
Gelo ez neheq im ya jî ew?..
Ger ku sosret nebin, ew ne tenê di salê da du caran, ew dê tim û tim zimanê xwe bibîr bînin û bi zimanê xwe bijîn.
Mirov li zimanê xwe xwedî derbikeve û bikarbîne, bindestîya ziman diqede û pêş da diçe.
Kurd çi dikin?
Kurd bi piranî di salê da du caran tînin bîra xwe û bi sloganan pîrozbahîya ziman dikin.
Wek hemû xalên jîyanê, di vî warî da jî xwe nawestînîn, du peyvên Tirkî li pêy hev rêz dikin û ji barê ser milên xwe difilitin.
Tu dema qala sosretîya wan bikî, wê gavê jî diqahirin û dibên; „bikaranîna ziman tenê va Kurd rizgar nabin, em bi Tirkî biaxifin jî ji bo rizgarkirina gelê Kurd dixebitin, Kurdistanê ava dikin…“
Lê Kurdistaneke çawa û rizgarkirineke bi çi awayî, xêncî wan tu kes nizane.
Tu qala pirtûkeke Kurdî bikî, dibêjin; „xwezila bi Tirkî bihata nivîsandinê û me jî bikaribûya bi xwenda…“
Tu qala fîlmeke bi Kurdî bikî, dibêjin, „xwezila jêrenivîsa wê bi Tirkî ba, me jî jê fahm bikira…“
Tu qala televîzyonên bi zimanê Kurdî weşanê dikin, bikî, dibêjin; „ew televîzyonên dewletê ne û ew jî bi weşanên xwe me ji kurdayetîyê dûr dixînin…“
Tu qala sîyaseta wan a bi zimanê Tirkî bikî, dibêjin; „em çi bikin, gel me fahm nake, ji ber wê yekê em peyamên xwe ancax bi zimanê Tirkî dighînin wan…“
Tu qala çi bikî, ew di bin da namînin û ji bo her tiştekî ji xwe ra bahaneyên erzan dibînin û wek rûnê helandî derdikevin ser.
Tu gavek din bavêjî û qala hîmê Kurd û kurdayetîyê bikî, wê demê jî tu dibî nijadperest, ew jî dibin enternasyonalîst û sosyalîst…
Sedem vê yekê ez jî îro dibêjim, bila roja cejna zimanê Kurdî pîroz be, lêbelê ne li kurdên zimanTirk, li kurdên ku li zimanê xwe xwedî derdikevin û pê diaxifin, dixwînin û dinivsînin…
15.05.2014