Daxwaza mafên perwerdekirina zmanê zikmakî, di bernameyên hemû partî û rêxistinên kurdan da cîyekî girîng digre.
Heta îro partîyên legal û komelên ku li Tirkîyê daxwaza perwerdeyîya bi zimanê Kurdî dikirin, sirf ji bo vê daxwazê dihatin girtin û revêbirên wan jî dihatin cezakirin. Ji van yek jî sendîqaya mamosteyên Tirk Eğitim-Sen e. Dawa ku di derheqê Eğitim- Senê de vebuye hê berdewam dike.
Di salên borî da bi tesîra Yekitîya Europa, Dewleta Tirk hinek gavên erênî avêtin û li Turkîyê astengên ku li ber hînbuna zimanê kurdî ji holê rabûn. Pişt ra li hinek bajarên Kurdistanê da qursên taybetî hatin vekirin. Lê ew îro yekoyek tên girtin. Mixabin, sebebê girtina Kursên Taybet, dewleta Tirk nîne, sebeb Kurd bixwe ne…
Rojnama Zamanê di roja 3’ê Gulanê da nûçeyek weşandibû. Di wê nûçeyê de dihat gotin ku, duh sal berê, li Îstanbulê, li Edenê, li Amedê, li Rihayê, li Wanê, li Batman û li Qoserê qursên zmanê kurdî vebûn. Qursa Edenê hate girtin, yê din jî di warê aborî da di tengasîyê da ne…
Xwedîyê qursa Edenê Abdurrahman Bakir, sedemê girtina qursê kêmasîya beşdarwanan nişan dide.
Rêvebirê qursa Amedê Suleyman Yildiz dibêje, ji 14 Ilonê 2004’an heta îro tenê 216 sertifika dane. Yildiz, vî hêjmarê jî ji bo bajarê Amedê weke kemasîyek mezin dibîne.
Rêvebirê qursa Rihayê Ömer Kurt jî, ji kêmasîya mamosteyan gilî gazinên xwe dike…
Mamosteyê qursa Batmanê Zubeyir Çelik jî dibêje, di nav du salan da tenê 150 sertîfika dane beşdarvanên xwe.
Dema ku mijara rojevê pirsgireka ziman be, hemû kurd iro jî li her derê daxwazên xwe yên ji bo mafên perwerdekirina zimanê zikmakî tinin ziman û ji bo vê yekê dewleta Tirk şermezar dikin.
Di hemû daxuyanîyê partîyên kurd, yê ku hê di bin erdê da dijîn de, daxwaza ji bo ziman ciyekî grîng digre û kîngê ji bo pirsgirêkeki civakî daxuyanîyek binivîsînin, bê îstisna qala daxwaza ziman jî dikin.
Lê belê ji du salan vir de, li gelek bajarên kurd qursên taybetî vebûn, îro hêdî hêdî tên girtin. Lê ne ji sazî û rêxistên Kurd ne jî ji sîyasetvan û ronakbôirên Kurd tu dengek dernakeve.
Dema ku dewleta Tirk ji bo pervazên derî, an jî boyax û badana dîwarên dersxaneyan proplem derdixist, yê ku destê wan qelem digirt, di rojname û kovarên xwe da bi mehan li ser vê proplemê dinivîsandin…
Piştî vebûna wan piranîya sazî û rêxistinên kurd, ne li bajarekî qursek vekirin, ne jî alîkarîya qursên vebûne kirin. Di derheqê qursên ku ji alî kesên serbixwe vebibûn, bi hezaran qilif dîtin û ji wan dûr sekinîn.
Hinekên wan vê serbestîyê jî rexne dikin û dibêjin, „bila dewlet bi vê serbestîyê me nexapîne, ew mecbûre ji me ra dibistanan jî veke.“
Rast e, ev qursên taybetî, ji bo perwerdekirina zmanê kurdî ne besin, lê ji bo hînbûna ziman dîsa jî qezenceke mezinin, bese ku Kurd vê îmkanê baş bikarbînin.
Alîyê din, hê gelek kes jî bi dewlemendîya zimanê kurdî xwe dixapînin û dibêjin, „zimanê me zimanekî dewlemend e, bi hêsanî nayê ji bîr kirin.“
Dewlemendîya zimanê kurdî tiştekî rast e, lê belê heya dawîya dinê jî bi vî awayî nikare xwe biparêze. Heya îro di civatê ta pêşveçûneke wek salên derbasbûyîda çê nebibu. Têkilîya bajar û gundan zêde nebûn. Wekî îro di her gundekî Kurdan da dibistan tunebû. Televîzyonê bidin alîkî, radyo jî kêmbûn. Malên ku radyo tê da hebûn, ew radyo jî di heftê da carê ji bo radyoya Rewanê, di rojê da carek jî ji bo xeberên ajansan vedikirin ku, bila pîl zêde neçin.
Gori qedexekirina ziman, dîsa jî zarok bi zimanê xwe yên zikmakî diaxifîn û heya dest bi dibistanê dikirin, tu peyvekî Tirkî nedizanîbun.
Lê îro rewş ne wusa ye. Ne ku zarokên bajaran, yê ku di gundan da dijîn, pirranîyan wan jî bi dê û bavên xwe ra îro bi zimanê Tirkî diaxifin.
Di şertên irôyîn de ne tenê zimanê gelên bindest, zimanên xwedî dewlet jî roj bi roj di bin tesîra zimanê dewlemend de dimînin. Ji îro şûnda ji bo jîyana zimanekî dewlemendîya wî bi serê xwe tenê ne bes e.
Gelo ew partîyen ku bi navên giran û ji bo armancên mezin hatine damezrandin û xwe bi hêz û quwet dihesibînin, li daxwazên xwê yên ji bo zimanê zikmakî xwedî derbikevin û di vî warî da hin gavan bavêjin, ji bo pêşerojê tişten baştir nakin?..
Ez ditirsim, ew sazî û rêxistinên ku îro qîmetê nadin qursên ziman, di pêşerojê da dewlet ji bo perwerdekirina ziman dıbıstanan jî veke, ewê bêjin; „ji bo hinbûna ziman vekirina dibistanan tenê ne bese, bila dewlet ji bo wan dibistanan xwendevanan jî bibîne…“
25.05.2005
ikramoguz@navkurd.eu