Bi rawestandina şerê çekdarî, ne di rojekî da Kurd azad dibin, ne jî Tirkîye dibe dewleteke demoqrat.
Ji bo vê hê gelek sebr û zeman lazim e. Yên ku dibêjin dewlet wek demên borî carek din Kurdan dixapîne, ew jî ne neheq in. Ev îxtimal wek duh îro jî he ye. Lê ji bo ku Kurd neyên xapandin, ne tenê PKK, hemû Kurd di bin barekî giran da ne. Ew bar jî ancax bi xebat û tekoşîneek demoqratîk va ra dibe…
Di dîroka cîhanê da tu nimûneyek tune ku gelê bindest li dijî serdestên xwe tenê bi helwesta şerê çekdarî azad bû ne.
Yên ku azadîya xwe bi dest xistine û dewletên xwe yên serbixwe ava kirine, ew jî bi saya şerên navdewletî, bi ser ketine.
Ji bo vê nimûneyâ herî gring û bê şik Kurdên Başûr în. Kurdên Başûr bi salan dijî rejima Saddam şerê çekdarî kirin. Lê tucarî bi ser neketin.
Di şerê navbera Îran û Iraqê da firsendek ket destê wan, lê wan wê firsendê baş bikar neanîn. Wek bêbextî neyê binavkirin, ji şer dûr sekinîn û dijî rejîma Saddam cepheyeke dûyemîn venekirin.
Lê Saddam çi kir?
Kîngê ku şerê navbera Îran û Iraqê hat rawestandin, wî, top û tankên xwe û bi çekên kîmyewî êrişî Kurda kir û li bajarê Helepçe tenê bi hezaran zar û zêç, kal û pîrên Kurd qetil kir.
Neyarê Saddam, dewleta Îranê jî, ji dûr va li qetlîma Kurdan temaşe kir.
Kurdên Başûr ji vê yekê dersek mezin girtin û kêmasîyên xwe yên di dema şerê Îran û Iraqê da dubare nekirin. Sala 2003’an da bi leşkerên Amerîka va bûn yek û erîşên herî mezin wan avêt ser hêzên Saddam û piştî têkçûna Saddam dewlete xwe ya Federal îlan kirin. Ji wê rojê wir da,roj bi roj gavên hêsan davêjin û gav bi gav nêzikî serxebûnê diçin.
Dema şerê Cihanê ya Yekemîn da Kurd li dijî dewletên Europî bi hêzên Osmanî va bûn yek û şer kirin. Dewleta Osmanî têk çû, bi hezaran çekdarên Kurd jî di şer da mirin, yên sax man, ew jî kor û poşman vegerîyan malên xwe.
Di dema damezrandina dewleta Tirk da jî, ji alî Ataturk va hatin xapandin. Gelê Kurd ji destpêka damezrandina dewleta Tirk heta serhildana Dêrsimê gelek caran serî hilda, lê di her carî da dewleta Tirk bi tank û top û çekên kimyewî bersiva wan da. Bi vî awayî hemû serhildanên Kurd hatin fetisandin. Sedem vê yekê Gelê Kurd bi ser neket û bi salan bê taqet û bê deng ma.
Piştî salên 60’î di nav gelê Kurd da bawerîyeke nû peyda bû ku di wê bawerîyê da tesîra du tiştan hebû.
Ya yekemîn wegera Barzanî yê mezin bû.
Ya duyemîn jî bayê sosyalîzmê bû.
Gelê Kurd bi vê bawerîyê carek din derket kûçe û kolanan, bi warekî demoqratîk, ji bo mafên xwe yên netewî daxwazên xwe, bi dengek bilind anî ziman.
Lê mixabin cara yekemîn di 12 Adarê, ya duyemîn jî di 12 Îlonê da hemû derî li gelê Kurd hatin girtin. Li dijî zilm û zordarîya dewletê yek deriyêk tenê vekirî ma ku. ew jî rê ya çîyê bû.
Gelek hêzên Kurd ji bo şerê çekdarîyê xwe amade kirin, lê ji wan hêza dest pê kir, ew jî PKK bû. Piştî gula yekemîn li alikî dewleta Tirk, zilm û zordarîya ku li ser gelê Kurd didomand, roj bi roj zêde kir. Li alîyê din jî PKK roj bi roj xurt bû û di nav gel da tesîra wî qat bi qat zêde bû.
Piştî şer, ne Kurdan xêncî dengê çekan dengeke din bîhîst, ne jî Tirkan zilm û zordarîya ku Dewleta Tirk li gelê Kurd dikir, dît. Dubendîya di nav Kurd û Tirkan da hebû, roj bi roj zêde bû.
Salên 90’î, di dinê da guhartinek mezin çê bû. Tesîra guhartina ku bi hilweşandina Sovyetê va dest pê kir, li seranserî cîhanê belav bû. Rojhilata navîn û Tirkîyê jî ji vê guhartinê para xwe girtin.
Bi kurtayî dinya guherî, bi guhartina dinê va Tirk û Kurd jî guherîn.
Di dema şerê çekdarî da ne Kud dijî dewletê bi ser ketin, ne jî Tirk. Di şertê dinê ya îroyîn da ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Tirkan jî mîyada şerê çekdarîyê qedîya.
Ji bo her du alîyan jî îro dem dema aştîyê ye.
Ji ber vê yekê ye ku xortên Kurd duh ji bo şer derdiketin serê çîyan, îro wek qasidên aştîyê berê xwe didin bajaran.
Gava ku îro ji alî PKK’ê va tê avêtin, ji alî gelê Kurd va bi şahîyek hate pêşwazîkirin.
Dewletê jî, bi berdana qasidan va bersiv da. Ez bawerim gelê Tirk jî ev jesta hukumetê baş bi nirxîne û li paş wê bisekine.
Mixabin, bi qedandina şerê çekdarî, ne rojekî da Kurd azad dibin, ne jî Tirkîye dibe dewleteke demoqrat.
Ji bo vê hê gelek sebr û zeman lazim e.
Yên ku îro dibêjin dewlet wek demên borî carek din Kurdan dixapîne, ew jî ne neheq in. Ev îxtimal wek duh îro jî hê heye.
L ê ji bo ku Kurd neyên xapandin, ne tenê PKK, hemû Kurd di bin barekî giran da ne.
Ev bar jî ancax bi xebat û tekoşîneke demoqratîk va ji ser milên wan ra dibe…
Sedem çi dibe bila bibe, ji îro va tu heqê kesî tune ku xwe şûnda bikşîne…
20.10.2009