Min di deh salîya xwe da rojek mihafiztîya dadgeheki kir. Nebêjin zarokek deh salî nikare bibe muhafiz. Ez bûm muhafiz û min wê rojê wezîfa xwe jî bê qisur anî cîh. Lê belê dadgeha ku min jê ra muhafiztî kir, ne dadgehek fermî bû ne jî ji hiquqnasan pêkdihat. Ew ji alî zarokên gund va hatibû damezrandin. Ji wan hinek bibûn dozger û dadger, hinek bibûn mibaşir û memûr, hinek jî wek min bibûn muhafiz.
Wezîfa me muhafizan girtina polêsekî sûcdar bû û me wî girtibû anî bû hizura dadgehê. Me wi li himberê dadger û dozger (savci) dabû sekinandinê û em jî li dora wî li pê sekinîbûn.
Dadgeh ji sê dadgeran pêk dihat. Yek serokê dadgehê, herduyê din jî endamê dadgehê bûn. Li kêleka wan, li milê rastê jî dozger rûniştî bû.
Ji dadgehên fermî cûdatir, di dadgeha me da tenê parêzer tune bû. Ji sedemê nasnameya sûcdar û kirinên wî, tu zarokekî parêzertîya wî qebûl nekiribû.
Di destpêka dadgehê da serokê dadgehê yekoyek gazî dozdaran kir. Ew dozdarên ku li hizura dadgehê amade bibûn, bi dorê ji cîhê xwe rabûn, di derheqê polês da gilî û gazinên xwe yek û yek anîn ziman.
Pişti wan dozger rabû ser xwe û doznameya (îdîaname) ku ji bo polês amadekiribû xwend. Dozger, ji bo kirinên polês, cezayê dardakirinê jê ra xwest. Li ser doznameya dozger, heyeta dadgehê ji bo biryardayînê pênc xulek rawestîyan.
Piştî rawestandinê heyeta dadgehê hat û biryara di navbera xwe da girtibûn, li rûyê polês xwendin. Biryara wan ew bû ku, di nav saetekî da poles bê dardakirin.
Polêsê sûcdar bê parêzer û bê xweparastin li ber biryara dadgehê histuyê xwe xwar kir û bêdengîya xwe domand. Lewra polês jî wek dadgeha zarokên gund ne polêsekî fermî bû. Ew kuçikêk pîr û belengaz bû. Şirîgtîya wî û polêstîya wî, tenê navê wî bû. Kî an jî kê ji bo çi ev nav lêkiribû, kesî nizanibû. Lê damezrandina dadgehê ne jî bo kirinên wî bû, armanca dadgeha me, di şexsîyeta wî da mahkumkirina polêsên fermî bûn.
Divê lîstika me da bi nezanî be jî hin tiştên balkêş hebûn.
Ya yek, hata wê rojê ji me tu kesî ne polêsekî dîtibû, ne jî ji polesekî tade dîtibû. Lê di derhêqê polêsan û kirinên wan da me ji mezinên xwe gelek tişt bihîstibûn. Wê demê çavê jin û zarokên gund bi bajêr nediket. Tenê mezinên malê, ew jî di salê da carek diçûn bajêr û dihatin. Di wan çûyîn û hatina xwe da zilm û zordarîya ku ji polêsan dîtibûn, di nav gund da salek dihat qisedan. Ez bawerim, bi nezanîbe jî kîn û nefreta me ya li dijî polêsan, ji wir dihat.
Ya duduyan jî, di gundan da dewlet wek sîstemeke bajêrî dihat hesibandin. Ji bo me sembola dagirkerî û zilma dewletê jî, ji cendirma zêdetir poles bûn. Dijbertîya me ya li dijî dewletê, me nedîtiba jî, di şexsîyeta polêsan pêk dihat.
Bi rastî jî, di hemû welatan da leşker wek parêzerên sînor tên binavkirin. Lê poles, ne wusa nin. Wezîfa wan çiqwas parastina gel be jî, ew zêdetir, li hemberî gel dewlêtê diparêzin.
Heger dewlet xwedî sîstemeke demqratîk be, polêsên wî dewletê jî gor wê sîstemê wezîfa xwe tînin cîh û berî her tiştî ji bo gelê ku di nav sînorên wê dewlêta dijîn, diparêzin.
Lê heger dewlet, dewleteke dagirker û sîstema wê jî li ser neheqîyê hatibe damezrandin, polêsên di bin baskê wê dewletê da wezîfa xwe tînin cîh, ew jî qasî dewletê dibin zulimkar. Kî ku gor daxwazîya wan bi rê va neçe, li dijî wan zilmeke pê pîvan tînin cîh.
Tade û neheqîya ku wan li mezinên me kiribûn, salan berê bibû mijara lîstikên me.
Quweta bê pîvana ku îro li seranserî Tirkîyê li dijî xwendenanan û karkeran dikin, bi sedan sal derbas be jî, ez bawerim nayê ji bir kirin.
Zilm û zordarîya ku wan duh li gel dikir, ji alîyê kesên din va zûbizû nedihat dîtin. Lê îro hemû kirinên wan di nav sanîyekî da, ne tenê li Tirkîyê, li hemû cîhanê da bi zindî tê temaşekirin.
Ji ber ve yekê ye ku li hemû welatên cîhanê polês wek bi navên ecêp tên binavkirin. Mesela li Almanyayê, ji polêsan ra dibên “Bûlle”, yanê Ga. Li Tirkîyê ji wek “Aynasiz” tên binavkirin, kurdîya wê jî “Xwenenas” e.
Bêguman di nav polêsên hemu welatan da yên xwenas û mirovhiz jî hene. Lê sîstema ku wan bikartîne, hîmê wî li ser zilm û zordarîyê hatibe avêtin, ew çiqwas mirovhiz û xwedî şexsîyet dibin bila bibin, piranîya wan li dijî zar û zêçen xwe jî quweta bê pîvan bikartînin.
Sedem vê yekê ye ku polêsên Tirk jî wek dewleta Tirk, bi neyartî li hemû xalên gel dinêrin. Heger di vî warî da îro sûcek li holê hebe sûcdar jî, ji polêsan zêdetir dewlet û rêvebirên dewletê ne…
08.12.2010
ikramoguz@navkurd.eu