Gelo ji bo mezintayîyê mal û milk, an jî hêz û qudret tenê bes e?
Bi raya min ne mal û milk, ne jî hêz û qudret mirovan mezin nake. Ev her du tişt ji bo jîyaneke hêsan ne xirabin, lê ji bo mezintayî û rûmetîya mirovan ne bes in.
Ya ku mirovan di civatê da mezin û bi rû û rûmet dike, rastî û durustîya mirovan e.
Ev jî bi xwedî wijdaneke pîr û pak va mimkun e.
Mixabin jîyan bi serê xwe tenê xeterek e. Tekoşîna ji bo jîyaneke durust û serkeftî da mirov carcaran, bê hemdî xeletîyan jî dike û bi wan kirinên xwe zirar û zîyanê jî dibîne, heta dide der dora xwe jî.
Ev kirininên xelet, di civatê da bi cûre cûre tên bi nav kirin.
Gor dîndaran, xwarina heqê qûlan gunehkarî ye.
Gor xebatkaran, karê dewlemenda kedxwarî ye.
Gor gelê bindest, kirinên dewletên dagirker zilm û zordarî ye.
Lê bi kîjan navî dibe bila bibe, jîyaneke bê gunehkarî û bê xeletî jî ne mimkun e.
Mezintayî ewe ku, mirov piştî xeletîyên xwe yên bi hamdî an jî bê hemdî lêborinxwaz be û wan xeletîyên xwe careke din dubare neke.
Mirovên wusa bi lêborînên xwe tucarî piçûk nabin, bîlakîs mezin dibin û ger ku hebe ji rûreşiya xwe xilas dibin.
Yên ku bi kirinên xwe yên xelet iftixar dikin, ew jî hemû jîyana xwe bi rûreşîyêke mezin derbas dikin.
Ev şertên mezintayîyê ne tenê ji bo mirovan, ji bo dewletan jî pîvaneke gring e.
Lewra wek jîyana mirovan, di jîyan û dîroka dewletan da jî gelek xeletî hene û dewletên bê sûc û bê guneh hata îro nehatinê damezrandinê, ji îro şunda jî nayên…
Ji wan dewletên gunehkar yek jî dewleta Tirk e.
Dewleta Tirk, di destpêka sedsala 20’an da hate damezrandin. Piştî damezrandina xwe ji bo dewleteke yek netew, bi milyonan File koçber kir û piranîya wan di rê û dirban da qirbûn. Bi hazaran zar û zêçên File sêwî man. Dewletê dest da ser mal û milkên wan.
Di salên 40’î da bi navê baca hebûnîyê û di salên 60’î da jî bi hezaran Rum û Yahudî koçber kirin û mal û milkên wan talan kirin.
Lê gunehkarîya dewleta Tirk ne ev tenê bûn.
Zilm û zordarîya herî mezin li dijî Kurda kir û hê jî didomîne.
Dewleta Tirk, ji destpêka damezrandina xwe vir da hebûna gelê Kurd înkar kir û wan wek Tirkên çîyayî bi nav kir. Navê gund û bajarên Kurdan guhart, bi top û balafiran welatên wan bi seran ser bombebaran kir û şewitand. Bi mîlyonan Kurd mecbûrî sirgünê kir û bi destê zorê wan ji axa wan qetand.
Serok û rêberan wan darda kir.
Ji salên 80’ê yî vir da bi hezaran xortên Kurd û Tirk di şerê qirêj da jîyana xwe winda kirin.
Dewleta Tirk îro jî sîyaseta xwe ya qirêj, bi warek din hê jî didomîn e.
Ev sîyaseta qirêj ne bi gunehkarîyê ne jî bi xeletîyê tê bi nav kirin.
Di warê ilmî da yek navek wî he ye.
Ew jî raste rast, jenosîd e û faşîzm e.
Ev sîyaseta dewleta Tirk li dijî File, Rum, Yahudî û Kurdan domand ji faşîzma Hitler jî, ji ya Musolînî jî bêtir e.
Mixabin hata îro hemû rêvebiren Tirk, bi vî sîyaseta xwe ya bi xwîn û qirêj iftixar kirin û zilm û zordarîya li dijî File û Rum û Kurdan jî, bi mecbûrîyeta hebûna xwe va girê dan.
Lê cara yekemîn e ku Serokwezîrê Tirk Tayîp Erdoxan, di kongreya partîya xwe ya Duzceyê da qisedanek dîrokî kir û got; „Li vî welatî bi salan hinek tiştên xelet hatin kirin. Me nijadîyên cûda ji welatên xwe koçber kirin. Ev faşizim bu. Me jî gelek xeletî kir. Gere mirov serê xwe bike nav her du destê xwe û bifikire, ji xeletîyen xwe dersan derxîne û wan careke din dubare neke…“
Li vir mexseda Erdoxan çi dibe bila bibe, ev îtiraf carek ji devê wî derketîye û tu kes nikare wan gotinên wî şûnda bigre.
Ev îtiraf bi serê xwe tenê tiştekî gelek gring e. Lê ji bo mezintahî û ji xilasbûna rûreşîya dewletê ra ne bes e. Hinek gavên din lazim in ku dewleta Tirk wan kirinên xwe yên qirêj careke din dubare neke û sîyaseta xwe ya qirêj ji wir şûnda nedomine.
Lê tirsa min ewe ku ev lêborîna Erdoxan ji bo kirinên dewleta Tirk zêdetir, ji bo dijbertîya CHP’yê be.
Tê zanin ku Erdoxan çend meh berê, di derheqê pirsgirêka Kurd da wuha gotibu; „Yên ku naxwaze bi vî warî bijî, dikarê terk û dîyar be“.
Piştî van gotinên wî yên dawî, îro, du rê derketine pêşîya Erdoxan.
Yan ewê gavên demoqratîk bavêje û dewleta Tirk ji rûreşîya wî ya dîrokî xilas bike, yan jî wek bav û kalên xwe, ewê jî wek neo-faşistekî di dîrokê da cîhê xwe bigre…
Rêyek din ne ji bo wî, ne jî ji bo dewleta wî he ye…
Gulan 2009